Dayikên Şemiyê bi kelepça berevajî hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê yên ku ji bo beşdarî doza li Edliyeya Stenbolê kombûn rastî êrişa polîsan hatin, gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – 5’emîn danişîna doza 46 kesên di dema 700’emîn çalakiya Dayik/Mirovên Şemiyê de rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin. Derheqê kesên ku hatin binçavkirin de bi îdiaya “bêyî ku destûrê bixwazin civîn û çalakî li dar xistine” doz hatibû vekirin, dê 5’emîn danişîna dozê li 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê dîtin. 

 

Dayikên Şemiyê beriya danişînê xwestin li gel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê nehişt ku daxuyanî bê dayîn. Li ser vê yekê girseyê daxuyanî neda û xwest heta saeta danişînê li pêşiya edliyeyê bisekinin. Lê belê polîsan girse dorpêç kir û gelek kes bi lêdanê binçav kirin. 

Navên hatin binçavkirin

Ji parêzerên dozê Efkan Bolaç û Merîç Eyuboglû, Mirovê Şemiyê û Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Faruk Eren, ji Dayikên Şemiyê Newroz Tosun,  Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Rêvebera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Leman Yurtsever, endamê Meclisa Partiya SOL Alper Taş, Mûrat Akbaş, Ugur Tuncer, Umît Sezer, Yalçin Kose û Burcu Bîngolu jî di nav de bi giştî 14 kes ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. 

Rojnameger hatin asteng kirin

Polîsên ku hewl dan dîmen girtina rojnamegeran asteng bikin, di kêliyên binçavkirin zêde bûn de rojnamegeran jî dorpeç kirin. Bi mertalan dîmen girtina rojnamegeran hat astengkirin. Hin caran rojnameger jî bi lêdanê ji qadê hatin dûrxistin.

Danişîn dest pê kir

Pêvajoya xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan dibin çavan de bû, danişîn li salona danişînê ya 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran destpê kir. Leman Yurtsever, Faruk Eren û Murat Akbaş ku di dozê de wek bersûc tên darizandin û parêzerên kesên tên darizandin Gulseren Yolerî, Merîç Eyuboglu û Efkan Bolaç jî di nava navên girtî de cih digrin. Danişîna ku bi serokatiya serokê nû yê dadgehê ku bi biryarnameyê hat guherandin bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir.