Dayikên Şemiyê bi kelebçeya ters hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê di hefteya 949'emîn de çûn Qada Galatasarayê. Lê wek her hefte polîsan tevî biryara AYM’ê jî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan destê wan ters kelebçe kirin û kirin binçavan.

Stenbol – Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 949’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomînin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) “binpêkirinê” daye jî lê polîsan qadê dorpêç kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kêliya ku gihîştin qadê dorpêç kirin. Polîsan êrişî dayikan û parêzvanan kir û ew bi kelebçeya ters binçav kirin.   

Polîsan rojnamevanên ku xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji qadê dûr xistin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:   

Eren Keskin, Gulseren Yolerî, Besna Tosun, Îrfan Bîlgîn, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Alî Tosûn, Leman Yurtesever, Nazim Dîkbaş Hunkar Hudaî Yurtsever, Cîhan Kaplan, Bîlal Yildiz, Asli Takanay, Taylan Bekîn.