Dayîka Aşitiyê: Em ê bi govend û stranên xwe tekoşînê berdewam bikin

Dayîka Aşitiyê Ayşe Taşçi a di 8’ê Adarê bi hinceta ji ber stranên Kurdî gotiye li ser wê doz hatiye vekirin, da zanîn ku doz parçeyek ya potîkayên çewisandinê ne û got wê têkoşîna xwe bidomîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt- Li Sêrtê 6 jinên ku tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bûbûn bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” doz li wan hat vekirin. Di doza ku hat vekirin de stranên gotî û axaftinên kirî ku peyva “Kurdistan” ya di nava stranê de derbasbuyî wek hincet hat nîşandan. Dayîka Aşitiyê Ayşe Taşçi ya ku yek ji wan jinan e ku doz lê hatiye vekirin, da diyarkirin ku êrîşên li ser çand û stranên wan tên kirin qebûl nakin. 

Ji ber stranên Kurdî doz li 6 jinan hat vekirin!

Di çalakiya 8’ê Adarê de doz li hûnermendên bi navê Fatma Dayan, Gûlîstan Dayan, Kader Kiliç, Nalin Gokçen, Servet Ervan û Dayîka Aşitiyê Ayşe Taşçi hat vekirin. Dosyaya ku îdianameya wê di mehên borî de hatibû amadekirin ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ku ji 5 rûpelan pêk tê de stran û silav hatindayîn cih girt û hat îdiakirin ku Dayika Aştiyê Ayşe Taşçi di axaftina xwe de "propagandaya rêxistinê" kiriye. 

Dozger zextê li Dayika Aştiyê dike ku bi tirkî biaxive

Ayşe Taşçi girtina kesên ku bi stranên Kurdî govend gerandin nirxand û bertek nîşanî doza ku der barê wê de hatiye vekirin da. Ayşe Taşçi diyar kir ku bi serdegirtina malan de hatine binçavkirin û piştre îfade dane, anî ziman ku dema dozger di îfadeya xwe de got “Tirkî biaxive” ji dozger re gotiye “Tu çend sal in li vir î, tu Kurdî fêr bibe’. Ayşe Taşçi destnîşan kir ku ji ber axaftina wê ya di cejna Newrozê de der barê wê de lêpirsîn hatiye vekirin, anî ziman ku her çend silavên wan û stranên ku gotiye ne sûc e jî der barê wê de doz hatiye vekirin û got, "Em dev ji çand û govendên xwe bernadin."

‘Ji bo em nebêjin edalet her tiştî dikin’

Ayşe Taşçi di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di lêpirsînê de jê pirs kirine ku çima tevlî 8 Adarê bûye û çima bûye Dayikê Aşitiyê û wiha axaftina xwe domand: “Naxwazin ne em behsa mafê xwe bikin ne jî behsa rastiyê bikin. Ger em biaxivin an hilbijêrka girtîgehê an jî mirinê nîşan didin. Ji bo em li mafên xwe negerin nebêjin em Kurd in çi ji destê wan tê dikin. Her ji me re dibêjin ‘serê xwe bitewînin’. Lê bila vê baş bizanibin serê me her bikind e. di lêpirsînê de jî jistran û axaftina ku min got pirskirin. Gotin tu çima tevlî 8’ê Adarê bûyî. Min jî ji wan re got ez ‘bi îradeya xwe’ tevlî bûme. Ger ji wan be em ê stran û govendên xwe ne li gor xwe li gor wan bibejin. Dixwazin stranên me, bi me bidin jibirkirin û bi vê awayî dixwazin mirovan biçewisînin.

‘Heya em bijî em ê rêhevalê vê ziman û dozê bin’

 Ayşe Taşçi diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin û nasnameya xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: "Dawiya me giştî mirin e herî kêm bila mirinek bi rûmet be. Dixwazin em ziman û çanda xwe jibîr bikin. Heta em sax bin em ê bibin rêhevalên vî zimanî û vê dozê. Em ê dev ji têkoşîna xwe, stranên xwe, vîna xwe bernedin. Em ê stranên xwe bistirên û axaftina xwe bidomînin. Ev mafê me yê herî xwezayî ye."