Êrişên Îsrailê yên li ser Xezayê di roja 320’an de ye

Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 40 hezar û 223’an. Rojnamevanek din ku hewl dida tiştên li Xezayê tê jiyin ragihîne, hate hedefgirtin û qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrişên Îsrailê li ser Zîvaal Xezayê bê navber berdewam dike.

Wezareta Tendirûstiyê ya Filistînê di daxuyaniya dawî dayî de, bilançoya hejmara kesên ku li Xezayê di nava 320 rojan de di êrişên Îsrail de jiyana xwe ji dest dane parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 4 komkujî hatiye pêkanîn, di van êrişan de 50 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 124 Filistînî birîndar bûne. Hate dastnîşan kirin ku hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane, giha 40 hezar û 223’an, hejmara birîndaran jî giha 92 hezar û 981 kesan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku hê dibin xirbe û li kêleka riyan cenaze hene û ji ber astengiya hêzên Îsrailê tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Koça bi zorê weke çekekê tê bikaranîn

Li aliyê din tengkirina Îsrailê li Xezayê  ya qada ‘herêma mirovî’ berdewam dike. Filistîn bi ‘fermanên tehliye’ ji herêmekê berbi herêmek din ve neçar dimînin cih biguherin. Artêşa Îsrailê El- Mevasî ku li başûrê Zîvala Xezayê ku tê îdeakirin ‘herêma mirovî’ ye û zêdeyî 1 milyon Filistîniyên neçarî koçê hatî kirin û xwe sipartine kir hedef. Berdevkê artêşê  Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal nexşeyek nû parve kir û hat xwestin hinek beşên nêzî Deyr el-Belah ya nêzî herêma El-Mevasî werin valakirin. Avichay Adraee îdeakir ku ew cih ‘cihên metirs yên şer in’ îfadekir ku divê Filistîniyên li vêderê terk bikin.

Ji 10 kesan 9 ji cihên xwebûne

Li gor daneyên Netewên Yekbûyî (NY), ji her 10 kesên li Xezayê jiyan dikin 9 jê ji ber êrişên Îsrailê bi zorê ji cihên xwebûne. Filistînî ji derveyî pirsgirêkên xwarin û êrişan ji ber koça bi zorê rojên zehmet derbas dikin. Li gor NY, piraniya Filistîniyên li Xeza mehê carekî neçarî koça bi zorê tên kirin. Di daxuyaniya Xaça Sor ya Filistinê de hate diyarkirin ku li Refahê piştî êrişa bejayî, ji ber koça li herêmê li El-Mevasi cihek tenê yê konan nemaye. 

Îsrail di 20 rojên dawî de êrişî 8 dibîstanan kir

Îsrailê li aliyekê Filistîniyên ku têkoşîna jiyanê didin neçarî koçê dikin û li aliyê din jî êrişî dibîstanên xwe spartinê dikin. Îsrailê ji 7’ê Cotmehê heta niha li dijî zêdeyî 400 saziyên perwerdê êriş pêkaniye; di 20 rojên dawî de êrişî 8 dibîstanan kir. Hate diyarkirin ku ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha Îsrailê li Zîvala Xezayê 80 hezar ton bombe bikaraniye. Di êrişa 20 rojên dawî li ser dibîstanan de tê îfadekirin ku nêzî 200 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Li Zîvala Xezayê rojnamevanek din hate qetilkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Ofîsa Ragihandina hikumetê li Xeza de, der barê rojnamevanên li Zîvala Xezayê hatin qetilkirin de agahî da. Hate diyarkirin ku di êrişên li dijî Xeza de rojanamevan Hamza Abdurrahman Murteci jiyana xwe ji dest da. Hejmara rojnamevanên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li Zîvala Xezayê di êrişên artêşa Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane giha 170’an.

Di daxuyaniyê de hedef girtina rojnamevanan hate şermezarkirin û hate destnîşan kirin ku di qetilkirina rojnamevanan de Îsrail berpirs e. Di daxuyaniyê de bang li civak û saziyên navnetewî hate kirin ku li dijî Îsrailê pêkanînîn bên kirin û ji ber sûcên ku kirine di dadgehên navnetewî de werin darizandin, bikevin tevgerê.