Dayika Çayan Çîçek: Kurê min birin û xeniqandin

Dayik Azîze Çîçek ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de aqûbeta kurê xwe yê astengdarê çav Çayan Çîçek ê ku 28 sal berê bi mamê xwe û bavê xwe di binçavan de hat windakirin pirsî, wiha got: “Xwîna wî rijandibûn ser axê. Me feryad kir lê feyde nekir.“

Stenbol - Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, çalakiya xwe ya hefteya 898’an de ji ber şert û mercên pandemiyê, li ser hesabên xwe yên medyayê daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Alî Îhsan Çîçek (20), Tahsîn Çîçek (44) û kurê wî Çayan Çîçek ê 15 salî ku çavên wî nedîtin, di navbera 10-27’ê gulana sala 1994’an de li gundê Dernek yê navçeya Licê ya Amedê di bin çavan de hatin windakirin, edalet hat xwestin.

“Me gelek dad kir lê feyde nekir”

Hevjîna Tahsîn Çîçek û dayika Çayan Çîçek, Azîze Çîçek bi bîr xist ku hevjîn û Alî Îhsan Çîçek bi hev re hatin bin çavkirin û birin. Azîze Çîçek, anî ziman ku 17 roj şûnde kurê wê yê 15 salî Çayan Çîçek ê astengdar binçav kirin û birin, bi van gotinên xwe tiştên hat jiyîn vegot: “Ji çavên xwe astengdar bû. Çayan binçav kirin û birin. Werîsek xistibûn stûyê wî, kaş kirin û birin Liceyê. Pêlaveka wî di nava gîhayî de mabû. Xwînê wî rijandibûn ser axê. Me gelek dad kir lê feyde nekir. Tu bîşe û şkêr neman ku em lê negeriyan lê belê me ew nedît.”

“Mala min wêran kirin”

Azîze Çîçek, anî ziman ku malên wan hatine şewitandin û wiha dewam kir: “Nasnameyên me girtin û em sirgûn kirin. Em perîşe bûn. Em hatin kolanên hinek kesên din û di kirê de man. Ne hevjîn û ne jî kur ma. Hemû kaş kirin û birin. Kurê min astengdar bû û pêşiya xwe nedidît. Ew kaş kirin û birin. Qêrînên Çayanê min derketin ezmanan. Bavê te jî birin, mamê te jî birin. Kurê min jî birin û xeniqandin. Mala min wêran kirin.” 

“Serlêdan bêencam man” 

Ji parêzerên malbata Çîçek, Cîhan Aydin bi bîr xist ku leşkeran di 10’ê gulana sala 1994’an de li dijî gundê Dernek ê Lice ya Amedê operasyon li dar xist û di çarçoveya operasyonê de Tahsîn û Alî Îhsan Çîçek û gelek şêniyên gund hatin binçavkirin. Cîhan Aydin wiha got: “ Heta demekî tu agahî ji binçavkiriyan nehatin girtin. Piştî serlêdanan, derket holê ku ji binçavkiriyan gelek jê li YÎBO ya Liceyê tên ragirtin. Çendek şêniyên gund jî demek piştre hatin berdan. Lê belê Alî Îhsan û Tahsîn Çîçek nehatin berdan. Dayikên wan serî li gelek cihan dan. Lê agahiyek negirtin. 17 roj piştre anku di 27’ê gulanê de jî leşker hatin gund û Çayan binçav kirin. Mixabin ku ji wê rojê ve tu agahî ji Alî Îhsan, Çayan û Tahsîn Çîçek tu agahî nehatin girtin.”

“Em bûn şahidên windakirina bi hezaran kesan”

Cîhan Aydin, anî ziman ku serlêdanên li meqamên edlî û fermî jî bê encam mane û destnîşan kir ku wan dosya birîne DMME'yê. Cîhan Aydin wiha diyar kir: “ Di encama darazê de xuya bû ku dewletê di vê mijarê de lêpirsîneke bibandor nekiriye, mafê jiyanê yê Alî Îhsan, Tahsîn û Çayan Çîçek nehatiye parastin û biryara binpêkirinê da. Lê belê tevî vê jî tu agahiyek ji van 3 kesan nayên girtin. Di salên 90’î de em bûn şahidên bi hezaran kesan ku di bin çavan de hatin windakirin û tu agahî jê nayên girtin. Ev lêpirsîn, di nava refên dozgeriyê de bi dembihûrînê ve biencam dibin. Heqîqet û hevrûbûn pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Heta ku heqîqet û hevrûbûn çênebe, heta ku aqûbeta van mirovan neyê aşkerakirin, heta ku lêborîn ji mexdûran neyê xwestin, dê ev birîn tu carî nekewe. Ez vedixwînim hesabdayîn û heqîqetê."

“Binçavkirina wan hat înkar kirin”

Metna daxuyaniyê ya vê hefteyê yek ji parêzerên xizmên windayan Nermîn Kaplan xwend.  Nermîn Kaplan, bi bîr xist ku binçavkirina Alî Îhsan, Tehsîn û Çayan hatiye redkirin û wiha got: “Hemû rayedarên dewletê operasyona li dijî gund û binçavkirin qebûl nekirin. Tevî ewqas şahidan jî tu rayedarên dewletê operasyona li dijî gund û binçavkirin hat red kirin. Îtiraza Hamsa Çîçek a 'Ez li wir bûm, min bi çavên xwe dît; Operasyon hat kirin û zarokên min ji aliyê leşkeran ve hatin birin” ji di valatiyê de ma.”

“Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin”

Nermîn Kaplan herî dawî wiha got: “Çend sal derbas bin, bila derbas bibin jî em ê ji bo Tahsîn, Alî Îhsan û Çayan Çîçek Guney û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin. Bendên hiqûqa bi bîra dewletê bixin û dest ji qada Galatasarayê ku 199 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”