‘Daxwaza me ne efû ye, bi dawîbûna komara Îslamî ye’

Narges Mohammadi ku li Îranê girtiye peyam ji bo civîna Konseya mafê Mirovan ya ku li Cenevre were li darxistin şand û got; “Em ji hikumetê efû naxwazin, divê komara Îslamî bi dawî bibe.”

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafê mirovan û girtiya siyasî Narges Mohammadi ku li girtîgeha Evîn ya Îranê girtî ye, ji bo civîna konseya mafê mirovan ya ku di 7’ê Nîsanê de li Cenecre were li darxistin beriya ku civîn pêk were peyamek şand. Di peyamê de diyar kir ku li Îranê otorîtera dînî polîtakayên antî-jin zêde kirine û bal kişand li ser di mehên dawî de li dibîstanan bûyerên bi jehrîketina xwendekarên keç  û da zanîn ku zilma li beramberî jinan di her qadê de berdewam dike.

Narges Mohammadi ew peyama ku li ser hesaba xwe ya medyaya dijital parve kirî wiha got:

“Destpêkê ez diyar dikim ku ez li kêleka gel im ku ji bo azadî, wekhevî, demoqrasî û mafê mirovan têkoşînê dikin. Ji 17’ê Sibatê heta niha di çarçoveya efûya rêveberiyan de girtiyê siyasî û îdeolojîk di berdin. Ev nêzîkatî ne nêzikatiyek ya mafê mirovane, berevajî xapandina rojavayiyan e.

Jinên ku diviyabû werin tahliyekirin nayên berdan

6 havalên min di çarçoveya efuyê de hatin berdan. Ev her 6 havalên min tenê hicaba xwe derxistibûn û gotibûn ‘Azadî’, bi ideaya ‘Xirakirina ewlehiya netewî’ sewqî dozgeriyê kirin. Ew jin bê girtin weri daarzandin hatin berdan. Hinek havalen min ku diviya bû bi biryara dozgeriyê bihata berdan bi ideaya ‘ Li dijî hêzên ewlehiyê maxalefet kiriye’ nehatin berdan.

Dixwazin bi jehrîketinan peyam bidin

Polîtakayên diktatora dinî li beramberî jinan zêde bûye. Serokê sê hêzan di civînekê de hat aşkere kirin ku wê bi icaban re eleqeder bibin û yên ku ihlal bike wê werin cezakirin. Bi jehrêketina xwendekarên keç, hesabnedana hikumetê û şopandina pêwîst nekirin, eve peyameke ji bo me jinan. Peyam ewe ku wê zexta li beramberî jinan dom bikeye.

Dixwazin ser zilmê bigrin

Berdana girtiyek siyasî nayê wê wateyê ku Îran di qada siyasî û civakî de vebûye. Jin û mêrin di girtîgehan de, ji ber em endamên sivîl, civak û sendikayanin em di girtîgehan dene. Saziyên me bi awayek ne zagonî hatin muhkirin. Civakek sivîl ya bi hêz nebe demoqrasî ne mümküne. Komara Îslamê bi ilankirina efuyê re û polîtakayên berdana girtiyên siyasî, serdegirtina aliyên giring yên zilmê ye. Girtina saziyên serbixwe yên gel, mehrumkirina me ya ji demoqrasiyê ye. Ez razîme salên dirêj di girtîgehê de bimînim, bes bila navendên mafê mirovan vekirî bimînin û endam ji bo mafê mirovan bikarin bi xebitin.

Ez amade me zextan bêjim

Sîyaseta Komara Îslama ya Îranê li ser derewan hatiye avakirin. Li kolanan mirovan dikujin, xwepêşander û muxalîfan darve dikin, di hucreyên yek kesî de dihêlin, îşkence, êrîş û tecawîza li beramberî jinan, cezayên giran yê girtîgehê ji 44’an heta niha dom dike, hikumet sûcên xwe qebul nakin û xwe berpirsyar nabînin. Di girtîgeha Evînê ez weke jinek ku mafê mirovan di parêze, di civîna ku were li darxistin de ez amademe êrîşên fizîkî û zayendî yên li beramberî jina û işkenceyên di hucreyan de tên jiyankirin û girtiyên ku rastî zextan tên bêjim. 

 Em ji hikumetê efû naxwazin

Herî dawî, ez dixwazim balê bikêşim li ser wê yekê divê di mijara forma navnetewî ya mafê mirovan de diqat bin, ji ber gelê me bi tevgerek ya şoreşê re ji komara Îslamê daxwaza demoqrasî û mafê mirovan dike. Di dîroka welatê min de divê dema giring de hem di aliyê derbazkirin û hem jî di aliyê demoqrasî û mafê mirovan de hikumeteke wekhev û azadî were avakirin û pêwîstî bi xebatên bi hêz yên mirovan hene. Parêzvanên mafê mirovan ji herdemê hîn zêdetir cîdî û bi biryare. Em ji hikumetê efû naxwazin, li gora dawî li komara Îslamê were û em li benda piştgirî û alîkariya wene.”