Li Îranê ji bo çavdêriya cilûbergên jinan “Koma Kar a Hîcabê" hate avakirin

Di demekê ku rejîma Îranê zextên xwe yên li ser xwendekarên jin ên zanîngehan zêde dike de, li Zanîngeha Tehranê "Koma Kar a Hîcabê" hatiye avakirin.

Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê, li zanîngehan çavdêrî û zextên xwe yên têkildarî cilûbergên xwendekarên jin zêde dike.

Serokê Zanîngeha Tehranê Mihemed Huseyîn Omîd, ji ajansên nûçeyan ên Îranê re ragihand ku ji bo çavdêriya cilûbergên xwendekaran, yekîneyeke taybet a bi navê "Koma Kar a Hîcabê" hatiye avakirin.

Mihemed Huseyîn Omîd, diyar kir ku ev kom pênc-şeş meh in çalak e û armanc jî çavdêriya şêwaza cilûbergên xwendekaran e. Mihemed Huseyîn Omîd, da zanîn ku ev kom gelek caran bi awayekî xwendekaran veşartî gazî dike û zextê li wan dike, diyar kir ku hewil didin bivê yekê xwendekaran bêdeng bkin û rê li ber tevger an jî şêwazên cilûbergan ên rejîm wan wekî "neguncaw an jî bêhîcab” pênase dike, asteng bike.

Mihemed Huseyîn Omîd, diyar kir ku ew ê di vê mijarê de tu nermiyê nîşan nedin û dê bi awayekî tund bersiva xwendekaran bidin.