CPJ: Îsraîl berpirsiyarê ji sedî 16’ê cînayetên rojnamevanên li cîhanê ye

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ragihand ku di êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê ya beriya du hefteyan li dijî rojnamevanan li Yemenê pêkanî de, 31 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşa ku li Yemenê pêkhat, êrîşên dubarê yên Îsraîlê ya li dijî rojnamevanan li herêmên pevçûnê, nîşan dide. Îsraîlê, ji Xezayê heta Lûbnanê, ji Îranê heta Yemenê, hewl dide ku hedefgirtina rojnamevanan bi binceta "terorê" rewa bike, lê derbarê van îdiayan de tu delîlên pêbawer nîne.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), di encam êrîşên hewayî yên Artêşa Îsraîlê ya li dijî du dezgehên medyayê ya li Yemenê de 31 rojnamevanên Yemenî jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyer, piştî “Komkujiya Maguindanao” ya di salan 2009’an li Fîlîpînan pêkhat û 32 rojnamevan hatin qetilkirin, mîna duyemîn êrîşa herî bixwîn a li dijî çapemeniyê hate tomarkirin.

Komîteyê, destnîşan kir ev bûyer êrîşên dubare yên Îsraîlê yên li dijî rojnamevanan li Xezayê, Lubnan û Îranê tîne bîra mirov û diyar kir ku Îsraîlê bi hedefên leşkerî cudahî naxe rojnamevanan û êrîşên xwe yên rasterast bi ragihandina rojnamevanan a mîna terorîst pêk tîne.

Di 10 salên dawî de 227 rojnamevan hatin qetilkirin

Li gorî daneyên CPJ’ê, di deh salên dawî de li seranserê cîhanê 227 rojnamevan hatin qetilkirin û zêdetirê ji sedî 16’ê ji van Îsraîl berpirsiyar e. Piraniya van cînayetan li Xezayê, Lûbnan, Îran û Yemenê pêkhat.

Tenê di meha Tebaxa 2023’an de, hêzên Îsraîlê 15 rojnamevan qetilkir angot bi navînî her du rojan carek rojnamevanek hate qetilkirin. Piraniya van cînayetan, di du êrîşên mezin de ku rasterast rojnamevan hedef girtin de pêk hat. Ya ewil, di êrîşa li dijî konê El Cezîreyê de, rojnamevanek El Cezîreyê û çar hevpîşeyên wî hatin qetilkirin. Ya duyemîn jî, piştî du hefte êrîşên hewayî li dijî Navenda Bijîşkî ya Nasser a li başûrê Xezeyê, 6 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan.

Îsraîl kujerê rojnamevanan derketiye holê

Rêvebera bernameyên herêmî ya CPJ’ê Sara El-Qudat, da zanîn ji Cotmeha 2023’an û vir ve Îsraîlê li herêmê mîna kujerê sereke yê rojnamevanan derketiye holê û nêzîkatiya stratejîk a Îsraîlê ya hedefgirtina rojnamevanan piştrast dike.

Şerê Îsraîl a li dijî çapemeniyê

Sara El-Qudat, diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî dezgehên medyayê ya li Yemenê dibe sedema zêdebûna fikaran û destnîşan kir ku ev yek şerê Îsraîlê yê li dijî çapemeniyê ji qirkirina li dijî Xezayê wêdetir dike. Sara El-Qudat, tekez kir ku ev yek ne tenê binpêkirinek cidî ya hiqûqa navneteweyî ye, di heman demê de ji bo hemû rojnamevanên li herêmê hişyariyek tirsnak a ‘cihek ewle nîne ye’ ye.

Tenê li Xeza 251 rojnaemvan hatin kuştin

Li gorî tomarên CPJ’ê, di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê 193 rojnamevan, li Lûbnanê 6, li Îranê 3 û li Yemenê 31 rojnamevan hatine qetilkirin. Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezayê, ragihand ku tenê li Xezayê 251 rojnamevan hatine qetilkirin.

Rûxmê nerazîbûna kûrewî ya bi taybetî li Xezayê li dijî qetilkirina bipergalî ya rojnamevanan jî, li dijî Îsraîlê tu pêkanîn hatin sepandin. Bêdengiya cîhanê ya li dijî qetilkirina rojnamevanên Yemenê, fikarên ku Îsraîlê dê bêcezatî tevgerên xwe bidomîne û ji hedefgirtina rojnamevnan gav paşde neavêje, zêde dike.