‘Divê dewlet ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bîne cih’
Di 28’ê Hezîranê de ji aliyê TJA, DBP û Partiya DEM’ê ve li Amedê Qada Îstasyonê mitîngek hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî mitîngê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û dan xuyakirin ku polîtîkayên xapandinê yên dewletê êdî bi ser nakevin
EKÎN STÊRK
Amed – Jinên ku beşdarî "Mîtînga Azadiyê" ya di 28’ê Hezîranê de li Amed pêk hat bûn, diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şertek bingehîn ji bo avakirina aştiyê ye û bang li dewletê kirin ku rêziknameyên qanûnî bicîh bîne û bêyî derengmayînê gavên berbiçav bavêje.
"Mîtînga Azadiyê" ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ve li Qada Îstasyonê ya Amed bi beşdariya bi hezaran kesan hate lidarxistin. Di tevahiya mîtîngê de, dirûşmeyên wekî "Bê Serok Jiyan Nemimkun e", "Bijî Rêber Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrkirin, beşdaran daxwazên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, pêkanîna rêziknameyên qanûnî yên pêwîst û gavên berbiçav ji aliyê dewletê ve anîn ziman.
Jinên ku beşdarî mîtîngê bûn di nirxandinên xwe de diyar kirin ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê rê li ber aştiyeke mayînde veke û tekez kirin ku divê dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên berbiçav bavêje.
‘Ji bo aştiyê divê azadiya fîzîkî ya rêberê me were misogerkirin’
Zûmrete Çakir, neavêtina gavên berbiçav ji aliyê dewletê ve şermezar kir û got: "Ji destpêka pêvajoyê ve, dewletê hîn jî gavek neavêtiye. Bi taybetî ez silavên xwe ji Qada Amed ji bo Îmraliyê dişînim. Heta ku rêberê me azad nebe, em nikarin azad bibin. Ji bo ku aştî pêk were, divê azadiya fîzîkî ya rêberê me were misogerkirin. Em ê heta dawiyê li pişt pêşniyara xwe bisekinin û em ê berdewam bikin. Wekî ku em her tim dibêjin, 'Jiyan bê rêber ne mimkun e.”
‘Gotinên wan û pratîka wan naşibin hev’
Asya Tay, diyar kir ku bi salan e tenê daxwaza gelê Kurd aştî û azadî ye û got: "Di vê pêvajoya ku ji hêla Serokatiya me ve hatiye destpêkirin de, ji bilî aştiyê ti daxwazek me ya din tune. Îro, yên ku dibêjin 'aştî' dixwazin, dema ku di tengasiyê de ne, xwe li cem me digirin û dixwazin ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Dûv re dibêjin, 'em hemû yek in.' Ger em hemû yek in, çima ev zext û êrîş hîn jî berdewam dikin? Çima gavên pêwîst ji bo pêvajoyê nayên avêtin? Ger bi rastî aştî dixwazin, bila hemû girtiyan, tevî girtiyên nexweş, berdin. Ger dixwazin dilsoziya xwe nîşan bidin, bila gavekê bavêjin da ku em baweriya xwe bi wan bînin.”
Asya Tay got ku retorîka partiya desthilatdar di her kampanyaya hilbijartinê de tîne bîra temaşevanan, ku ew ji gelê Kurd re dibêjin, "Em bira ne, em jî aştiyê dixwazin." Dema ku hilbijartin nêzîk dibin, ew dibêjin, 'Em bira ne, em jî aştiyê dixwazin.' Van tiştan dibêjin, lê wan di pratîkê de pêk naynin. Girtiyên me yên nexweş îro di girtîgehan de rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên. Ew nikarin bi telefonê telefon bikin. Ma ev aştî ye? Heta ku ew gavek berbiçav neavêjin, em baweriya xwe bi wan naynin. Çi bixwazin çi nexwazin, ew hewceyê me ne. Aştî zû yan dereng dê were bidestxistin. Îro, divê her kesê ku mirovperwer e û aştiyê dixwaze destê xwe dirêjî vê pêvajoyê bike û daxwaza xwe ya aştiyê diyar bike. Divê ew li vê qadê binêrin. Em Kurd neqediyane û neqediyane. Em baweriya xwe bi wan naynin ji ber ku wan gavek neavêtine.”
‘Ev şer sûdê nade tu kesî, werin em li ser maseyê bibin yek’
Emîne Alkiş jî di nava gotinên xwe de dibêje ew dewlet in, lê em jî gel in. Ji bo vê yekê dibêje ku baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û wiha di domîne: “Piştî banga Rêberê me di 27’ê Sibatê de, Kurdan her tiştê ku ji destê wan dihat kirin. Lê dewletê hîn jî berpirsiyariya xwe bi cih neaniye. Ew hewl didin ku bi hîleyan me bixapînin. Lê ew nikarin me bixapînin. Kurd ne wekî berê ne. Ew ji her tiştî haydar û hişyar in. Em ji mirinê mezintir in. Banga min ji bo ciwan û dayikan ev e; ev berpirsiyarî li ser milên me ye. 50’î sal in şer heye. Û ev şer sûdê nade tu kesî. Bes e, bila ev şer biqede. Werin em li ser maseyek bibin yek û aştiyê bi dest bixin. Ez vê yekê ji dewletên din re jî dibêjim; ew ê hemî deyndarê Rêberê me bin. Rêberê me mirovekî aştîxwaz e û bi salan e tenê vê dibêje.”
Emîne Alkiş, bal kîşand ser rêziknameyên yasayî û got: "Baweriya me bi dewletê tune. Ewqas dem derbas bûye û hîn jî gavek neavêtine. Her tim paşve dixin. Îro hemû dewlet bûne dijminên me. Ji bo ku ev pêvajo serkeftî be û rêziknameyên yasayî werin danîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li qadan û li meydanan bin. Em ê li pişt rêberê xwe bisekinin. Bila em dayik yek bin. Bila çar perçeyên Kurdistanê bibin yek da ku em aştiyê ava bikin.”
‘Roj roja bidestxistina aştiyê û rabûna ser piyan e’
Hayat Uca di nava gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd dike û dibêje: "Divê tevahiya gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê xwe rabe ser piyan. Divê îro ti Kurd bêdeng nemîne. Îro roja me ye. Roj roja bidestxistina aştiyê ye. Bi salan e em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe dixwazin. Îro, ji bo avakirina aştiyê divê azadiya fîzîkî ya Rêberê me were misogerkirin. Dema ku rêberê me li pişt çar dîwaran be, aştî nayê bidestxistin. Ger azadiya fîzîkî ya rêberê me were misogerkirin, Kurdistan dê azad bibe. Werin em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe misoger bikin. Werin em Kurdistan û nasnameya xwe azad bikin. Ger em nikaribin bibin yek, em ê yek bi yek bimirin. Divê îro her kes, ji heft salî heta heftê salî, ji bo rêberê xwe rabe ser piyan. Me Kurdan gelek êş kişandiye; ji bo ku em bêtir êş nekişînin, divê em hemî dengê xwe bilind bikin.”