Cotkarên Zirganê: Pêwîstiya ax û jîngeha me bi parastinê heye
Cotkar û werrazên Zirganê bandora êrîşên dagirkerên Tirk li ser jîngeha xwe ku hem jîngehê hem jî ajal û zindiyên li erdê dikujin anîn ziman û bang li saziyên parastina erd û jîngehê kirin ku axa wan ji êrîşên dagirkeran biparêzin.
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Erdê çandiniyê niha zêdetirî sêyeka axa gerstêrka me digre û ji bo jiyana mirovan dibe ekosîstema herî girîng. Erdên ku hem xwarin hem jî vexwarinê dabîn dikin, jê zeviyên çandinî û mêrgên curbecur ji bo ajalan ji çûkan bigre heya mêş, kurm û daran berfireh e.
Şer bi giştî cihêrengiya jîngehê tune dike, gemariyê zêde dike û bi giranî tevkariyê li xirabûna jîngehê dike. Gelek girîng e ku sûcên li dijî jîngehê yên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne û wekî çekekê bikar tîne, were dîtin. Şewat û rêbazên din ên şer ên nûjen rasterast zirarê didin jîngeha kovî, cihêrengiya biyolojîk û zeviyên çandiniyê. Her wiha ji ber bandora bombe û fuzeyan zirareke mezin li erdên çandiniyê çêdibe ku cotkar êdî nikarin erdên xwe bi aramî biçînin. Her wiha topên ku tên li erdê dikevin jî hem zirarê didin axê, hem jî zindiniyên di nav de dikujin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çend sal in dewleta Tirk a dagirker bi qestî ekosîstemê tune dike. Ji ber qirêjiya ku ji ber şer çêdibe av, ax û hewa qirêj dibe, herêmên ji bo jiyanê ne bi ewle ne. Her wiha madeyên kîmyewî yên ji ber bikaranîna topan û çekên giran jî dikevin nava axê û ev jî zirareke din didin axa ku gel jê xwarina xwe û ajal jê êmê xwe dabîn dikin.
Li Zirganê xetera êrîşan îsrara cotkaran û piştgiriya saziya çandiniyê
Li gorî agahiyên ku me ji saziya çandiniyê ya bajarê Zirganê girtiye, bi giştî robarên çandiniyê 400 hezar donim in, 160 hezar di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne û yên din jî dagirkirî ne. 582 bîrên avê niha ji aliyê cotkaran ve tên bikaranîn. Li gorî plana çandiniyê ya îsal a cotkaran bi qasî 74 hezar donim erdê genim û 20 hezar donim jî nok, peqle û cureyên din çandine. Li kêleka wê jî 10 hezar donim giznîj hatiye çandin. Li ser vî bingehî yên ku niha ruxmî hemû xeteriyên êrîşan plana xwe ya çandiniyê ya ku danîbûn û pêk tînin, dixwazin xwarineke bi ewle ji gel re peyda bikin û xwêdan û xwîna xwe tevli axê dikin, hezar û 500 werraz û cotkar di nav erdan de dixebitin.
Saziya çandinyê jî di nav êrîşên rojane de, bi hemû derfetên xwe yên kêm piştgiriyê bi awayê pêşkêşkirina tovan, semad û sotemeniya çandiniyê dikin.
Êrişên li ser çandiniyê
Di nava du salên derbasbûyî de, ji ber êrîşên bejahî yên dewleta Tirk a dagirker li ser erdên çandiniyê û hejandina erdê nêzî 100 bîr hatine bêbandorkirin. Derketina roberên mezin ên zeviyên çandiniyê ji veberhênanê ku ev yek bandorê li hilberîna çandiniyê û ewlehiya xwarinê dike. Ligel vê yekê jî di van salan de gelek cotkar û şivan birîndar bûne û ajal hatine kuştin.
Cotkarên gundewarên Zirganê yên ku di xetên agir de dijîn ji mere behsa bandorên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û zirarên ku didin, kirin.
Rasterast êrîş li ser mirov ajal û jîngehê çêdibin
Şaha Mihemed dayika 7 keç û 6 lawa a ji gundê Um Hermela ya ku rojane tê topbarankirin, ji ber êrîşan neçar dimîne ku ji gund derkeve û li ser rêya gund di malekê de bijî. Fatima wiha ji me re behsa sedema derketina ji gund dike: "Em newêrin êdî di malên xwe de rûnên ji dijwariya topbaranan, em neçar man mirîşk û çêlekên xwe bînin û werin li ser riya gund bicih bibin. Em xwedî erd bûn, lê belê em niha bê erd in ji ber ku xeta agir me û çeteyan ji hev qut dike.
Dagirker rasterast me armanc digrin, malên me topbaran dikin. Mala kurê birayê min topbaran kirin, hevjîna wî birîndar bû û keça xwûşka min jî dîwar bi ser wê de ket ji ber topbarana mala wan û ew jî birîndar bû. Demijmêr 02:00’an bi şevê di wextekî de ku her kes raza ye li mala xwe, topbaran çêbû û mal bi ser wan de hat xwarê. Hem mal hat topbaran kirin hem jî erdên me yê çandiniyê çûne. Di kêliyên topbaranê de ajal ji kûçik, çêlek û mirîşkan jî ditirsin. Em û wan di odeyekê de dimînin demê ku topbaran hebe."
‘Erd jî ji topbaranê bandor dibe’
Şaha Mihemed da zanîn ku ew bi xwe xwedî erd bûn lê belê ji ber polîtîka û êrîşên dagirkeriyê û parçekirina axê bûne cotkarên li cem xelikê û wiha berdewam kir: "Ne mal û ne jî erd, her du jî em jê bê par bûn, sedem jî êrîşên dagirkeriya Tirk in. Erd jî ji topbaranê bandor dibe, kurtik çêdibin û şaneyên wê dimrin û parçeyên topbaran lê belav dibin. Ji ber ku erd jî giyanekî wê heye."
'Jiyana me û giyanê axê ne lîstik e'
Şaha Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di wextekî de ku kes li me guhdar nake, em ê daxwaz ji kê bikin û ji kê re bang bikin ku van êrîşan rawestînin û agirê şer vemirînin da ku em bi awayekî ewle vegerin malên xwe? Ya ku em dixwazin ev e, şer raweste. Gava şer raweste û topbaran nemîne em ê rihet li malên xwe bijîn û erdên xwe biçînin û wiha di nav kêfxweşiya bi erdê xwere bijîn. Jiyana mirov çandinî ye, çandinî jiyan e. Jiyana me û jiyana vê axê û giyanên me ne lîstok e, divê ku sînorek ji van binpêkirinan re were dayin."
'Dibe sedema jehrîkirina axê û xeterî li ser ewlehiya xwarinê'
Hediya El-Ibêd a ku ji gundê Mergeda ya Hesekê ye, 4 sal in li gundewarê Zirganê dijî. Behsa êrîş û sûcên şer yên ku pêre rûbirû tên ji hêla dewleta Tirk ve kir û got: "Erdên me yê çandiniyê hat hedefgirtin, du çêlekên min birîndar bûn. Wê çaxê 35 karkerên ku pembo berhev dikirin di nav zevî de bûn, lê baş e ku top li kêleka wan ket yan jî kes nediflitî. Erd tijî parçeyên topan in, du karikê min mirin. Malên me hatin topbaran kirin, te berê xwe daba kur ew der top lê ketibû."
'Şaneyên erdê û zindiyên wê jî dikujin'
Hediya El-Ibêd di dewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: "Lê herî zêde ax jê bandor dibe, ji ber madeyên di wan topan de û hesin û nihasên wê ev giştî ji axê re dibe wekî jehirekê. Ax jî wekî mirov, ji her tiştî bandor dibe û zirarê li çandiniyê jî dike. Bifikirin ku dema top li mirovan an jî li malekê dikeve çiqasî xirabûnê û parçebûnê çêdike, wiha û xeyal bikin ku dema ew top tê li erdekî çandiniyê dikeve çiqasî bandor dibe û şaneyên wê tev zindiyên wê dikuje û parçe dike. Lê ji bo ku gel bijî neçar e ku çandiniyê bike. Ji lewra em genim, pembo, kuncî, kizbera, kemûn û zebeşan diçînin. Ji ber hilbirîna çandiniyê piştgiriyê dide aboriya herêma me."
Bang li saziyên jîngehî: Pêwîstiya axa me bi parastinê heye
Hediya El-Ibêd got ku axa wan ji ber êrîşan gelek westiya û derûniya cotkaran bandor dibe û wiha bang kir: "Ewlehiya me ya xwarinê, jîngeha me û jiyana me tev de di xeteriyê de ye. Weke cotkarekê ji xetên agir, ez bang li saziyên ku parastin ax û jîngehê dikin ku dengê me bibhîzin û werin em bihevre vê axê biparêzin. Pêwîstiya axa me jî bi parastinê heye."