Civîna Kongra Star a salane bi dawî bû
Civîna Kongra Star a Herêma Cizîrê ya salê bi xwendina biriyarên ji bo despêkirina salek nû bidawî bû.
Qamişlo- Civîna Kongra Star a Herêma Cizîrê ya salê li navçeya Rilmêlan a girêdayî bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna rêxistinên jinan û civaka sivîl hat lidarxistin. Di civîna du rojan dom kir de gelek mijarên giring hatin nirxandin. Di roja duyemîn a civînê de Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv axaftin kir.
“Ya me û jinên her aliyê cîhanê digihîne hev têkoşîna evpare”
Foza Yûsiv bal kişand li ser xebatên bi pêşengiya jinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin û wisan doman: “Em di pêvajoyek zehemt re derbas dibin. Şerek derûnî, aborî û leşkerî ji hemû aliyan ve li ser gelê me tê meşandin. Bêguman tekoşîna li hember van hemûyan ne hêsane. Di şerê ku diqewime de herî zêde jin hedeftêngirtin û di van êrîşan giştî de yên herî zêde bandor dibin jin û zarokin. Şoreşa jinê bi dawî nebûye û di bin tehdîdeke mezin de ye. Ji ber ku metirsiya dewletên desthilatdar ji jinan heye. Sîstema desthilatdar dixebite ku çawa jinan bin bixe û li ser wî esasî jî jinan qetildikin. Li tevahiya cîhanê jin bi êrîşan re ru bi ru ne. Ya ku me û jinên cîhanê hevbeş dike ew e ku em bi heman armancî têdikoşin li hemberî heman pergalê didin meşandin.”
“Jinên bêparastin û bêwelat, mehkumê koletî û destdirêjiyê ne”
Foza Yûsiv giringiya parastinê ji bo gelan û tayîbetî jî jinan bibîr xist û wiha domand: “Pêwîste jin di vî şerê cîhanê de xwe bê parastin nehêlin, ji ber ku rewşa Sûriyê hîn di nav şer de ye. Hewceye em bizanibin çawa xwe biparêzin da ku bi zirarên herî kêm nav vê tehlukê derkevin. Lazime em wekî jin, ji rewşa Afganistanê dersan bigrin, rewşa ku jinên Afganistan tê re derbas dibin pir bi êş e. Jinên bê parastin û bê welat, mehkûmê koletî û destdirêjahiyê ne. Heger me xwe birêxistin nekiriba dê wekî Afganistanê li me jî hatiba. Ji bo vê yekê girînge ku jin bê amûrên parastinê nemînin. Di dema dawî de gelek propogandayên mîna "rejîm û Kurd li hev hatin" hatin belavkirin, ji bo wê jî gelek teref berê xwe dan Rejîmê da ku lihevhatinan çêbikin. Rejîm dixwaze tevlîheviyê di nav hemû pêkhateyan de çêdike û ev jî mêr in. Bêguman roleke jinan a mezin di rêvebirina gel û derxistina rastiyê de heye. Em wekî siyasetmedarên jin, pêwîste em sîstema Netewa Demokratîk ji xwe re esas bigrin. Li kî derê jin hebin gereke Newteweya Demokratîk li wir ava bibe. Gerek em hemû pêkhate yek dest bin û helwesta me jî yek be. Di sala 2021'an de tevî hemû kêmasiyan jî têkoşînek xurt hat meşandin. Em ê di sala 2022’an de jî têkoşîneke hîn xurtir bidin meşandin da ku em bighêjin hemû armancên xwe.”
Piştî axaftinan encamên civînê û biriyarên ji bo sala bê hatin aşkere kirin.
Encam û biryarên civînê yên dawî:
“-Şikandina pergala Îmraliyê, azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û bilindkirina asta tekoşînê hedefa me ya sereke ye.
- Bi dirûşmeya ‘avakirina serfiraziya şerê gelê şoreşgerî’ sala duyemîn a hemleya ‘dem dema azadiyê ye’ bi armanca û hedefa civakî kirina paradîgmayê xebatek xurt were meşandin ji aliyê hemû rêxistinên me ve. Li gorî hemleya dem dema azadiyê ye, berdewamkirina seferberiya înşaya civaka neteweya demokratîk û şerê gelê şoreşgerî.
- Ji bo danasîna raman û felsefeya Rêber Apo, lidaxistian civîn û konfransan ji bo hemû jinan.
- Ji bo şoreşa jin li ser bingeha hevjiyana azad, jina azad û mêrê azad bi çandî bibe, xebatên înşayê li ser van bingehan bi zanebûna cins li hemberî cinsiyetperestiya civakî meşandina têkoşîna piralî.
- Di bîrdariya rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî de jî li hemberî dagirkeriyê li tevahiya rêxistinên Bakur û Rijhilatê Sûriyeyê meşandina têkoşîneke xurtir.
- Komîteya siyasî û komîteya huquqî ya Kongra Star bi lez were birêxistinkirin.
- Ji bo ku di Rojavayê Kurdistanê de çand û zimanê Kurdî were parastin, hemle were lidarxistin.
- Li ser bingehê perspektîfa serokatî ku dibêje ku divê jin komînên aborî ava bike, hejmarên kooparatîfên jinan werin zêdekirin.
- Di serî de ola Îslamê û di mijarên olî de bi sazî û dezgehên pêwendîdar re, pilansaziyên nîqaşa werin dayîn, di vê mijarê de konsêptek a bi amadekariyeke xurt bi navê îslama demokratîk û jin komxebat werin lidarxistin.
- Ji bo qadên jiyanê yên ku jin û zarok xwe tê de perwerde bikin û biparêzin, pirojeyên cur be cur werin pêşxistin.
- Xebatên ku di derbarê kesên astengdar de tên meşandin werkin xurtkirin û bi saziyên eleqedar re pilansaziyên hevbeş werin lidarxistin.”