Cîlan Berces di salvegera 12’emîn de hat bibîranîn
Cîlan Berces a ku di Fermana 74’an de bû sembola îradeya jinên Êzidî, di 12’emîn salvegera şehadeta xwe de li Tilezêrê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku hestûyên Cîlan û hemû windayan ji gorên komî werin derxistin.
Şengal – Di 20’ê Tebaxê de li Şengalê 12’mîn salvegera şehadeta Cîlan Berces ku di Fermana 74’an de li Tilezêra Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû dîlgirtin û dema ku fam kiribû dê çeteyên DAIŞ’ê destdirêjî lê bikin, rehên destê xwe jêkiribû, jiyana xwe ji dest dabû. Cîlan Berces di salvegera şehadeta xwe de bi tevlîbûneke girseyî li navenda Tilizêrê hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de gelek nûnerên partiyên siyasî û tevgerên Êzidî cih girtin.
Bîranîn li navenda Tilizêrê, li ber peykerê Cîlan ji bo ruhê hemû cangoriyên fermanê bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Di berdewamiya bîranînê de li ber peykerê Cîlan çira hat pêxistin û helbest hatin xwendin.
‘Divê em destên xwe bidin hev’
Di merasîmê de dayîka Cîlan Dayê Şemê axivî û got: “Cîlan bi qasî keça min bû, keça we hemûyan bû. Ez weke dayîka wê 12 sal in li pey hestûyên wê me. Dikim nakim li min venegarin. Tawisê Melek heyfa van ciwanan bistîne.”
Dayê Şemê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya Êzidiyan û wiha got: “Çûme dîwana îlahî, min tê de dît xweşî û şahî. Heke du bira kirin tebayî, dikarin çiyayekî hilgirin ser çiyayî. Ez hêvî ji hemû gelê me dikim ku destê xwe bidin hev. Ger em nekin tebayî wê hemû tişt ji destên me biçin.”
‘Cîlana keça 74 fermanan’
Di bîranînê de helbestvan Sonya Sadun helbesta xwe ya ku li ser Cîlan nivîsandibû xwend. Di helbesta xwe de Sonya Sadûn hestên xwe yên li ser Cîlan wiha anîn ziman:
“Îro 20’ê meha heştan e
Ew roj e ku rûspiya me ya Êzidiyan xwe feda kir ji bo navê Êzidiyan,
Cîlana keça 74 fermanan,
Xwedana ol û îman e,
Xema wê ne ew, ne jiyan e,
Xema wê bes navê Êzidiyan e,
Cîlan ew keça ku serê xwe li ser riya Siltan Êzî daye,
Îro ev weke keçeke Êzidî,
Bi serbilindî hozana te dibêjim,
Îro em hemû serbilind in Cîlana Rojê,
Tu di dilê me hemûyan de sax î.”
‘Îradeya keç û jinên Êzidî pir bi hêz e’
Di bîranînê de çalakvana mafên Êzidiyan Samya Şengalî axaftinek kir. Di axaftina xwe de Samya Şengalî bal kişand ser berxwedana jinên Êzidî û wiha got: “Ez weke keçeke Êzidî bi serbilindî li vê derê amade me. Keçeke me serê xwe li ser riya ol û îmana xwe da û nehişt destê wan dijmin û hovan bigihîjiyê. Ez li ber her şehîdek ku serê xwe di vê riyê de dan û me û malbata me parast serê xwe diçemînim. Em weke jinên Êzidî hêza xwe ji şehîdên weke Cîlan digrin. Em ê jî li ser vê riyê bimeşin. Her yek ji me ji aliyek ve em ê dengê gelê xwe bigihîjînin cîhanê. Îradeya keç û jinên Êzidî pir bi hêz e. Bi çeka xwe jinên me li dijî dijmin sekinîn û Şengalê ji dijmin rizgar kirin. Ez serbilind im ku Êzidî me.”
‘Cîlan bi çalakiya xwe xwedawendên pîroz ên Êzidî anî bîra me’
Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Gel a Şengalê Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên jî axaftinek kir û got: “Beriya her tiştî em 12’emîn bîreweriya şehadeta ew keça berxwedêr, ew a ku serê xwe di ber vî olî de daye Cîlan Berces bi bîr tînin û bi rêzdarî, bi minetdarî bejna xwe li ber ditewînin. Di meha Tebaxê de asîman li ser serê Êzidiyan bi qumaşekî reş hat tarîkirin. Ji yekê mehê heta siye mehê bênavber êrîş, ferman, komkujî bi serê civaka me de hatin. Ev 12 sal in birîna me hemûyan diaxive û hê jî nehatiye kewandin.
Li gel vê yekê keça Êzidî Cîlan serê xwe daye lê sir nedaye. Di qewleke me de tê gotin ku rojeke xîretê bedelî çil sal îbadetê ye. Cîlan jî bi vê çalakiya xwe xwedawendên pîroz, jinên berxwedêr ên Êzidî anîN bîra me. Divê her kes bizanİBe ku em Êzidî amade ne ji bo ola xwe serê xwe, rUhê xwe bidin. Nîşaneya wê jî 74 fermanên ku me derbas kirine ye.”
‘Hê jî hestûyên Cîlan ji gorên komî nehatiye derxistin’
Yek ji beşderên bîranînê Dayê Neam Bedel, di destpêka axaftina xwe de ji bo hemû malbatên şehîdan sersaxî xwest û wiha got: “Di şexsê Cîlan de em hemû şehîdên meha Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Em sersaxî ji mala Dayê Şemê re dixwazin. 12 sal di ser de derbas bûye lê hê jî hestûyên Cîlan û yên malbata wê ji gorên komî nehatine derxistin. Em bi riya we daxwaz li mafên mirovan dikin ku hestûyên Êzidiyan li wan vegerînin. Heta niha hestûyên me li selaceyên Bexdadê tên girtin, nadin malbatên wan. Hestûyên Cîlan li Beacê ne. Ma di hukumetê de kesek nîn e xwe bigihîjîne Beacê û hestûyên Cîlan derxe bîne. Îro em li vir amade ne, em êşa Dayê Şemê weke êşa xwe dibînin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, êrîşî me hemû Êzidiyan kir. Em hemû malek û malbatek in.”
‘Çavên me li rê qerimîn’
Dayê Tewrê Cirdo ku di fermanê de gelek kes ji malbata wê hê jî winda ne di axaftina xwe de ji berpirsiyaran xwest êsîrên wan vegerînin û wiha axivî: “Yek ji xizmên me jî nemaye. Du jinbira û du biraziyên min jî winda ne. Daxwaza me ji dewletan ew e ku ger sax bin bi selametî li me vegerînin ger mirî bin jî dîsa li me vegerînin. Çavên me li rê qerimîn. Bila guhên xwe vekin û hisa me bikin û êsîrên me ji me re bînin.”
Dayê Şîrîn Hisên jî dayikeke şehîdê fermanê ye bi heman daxwazê hestên xwe wiha anîn ziman: “Îro em ji bo Cîlan li vê derê ne. Êzidî hemû yek in. Fermaneke giran bi serê me de hat. Heta niha hestûyên me li erdê ne. Mafên wan nedane. Em nikarin di cejnekê de biçin ser gorên wan. Kurê min jî di fermanê de şehîd ket. Me hemûyan rizgar kir, piştre hat kuştin. Du keçên wê hene, dixwînin. Qet nebe alîkariyek ji bo wan keçan bê dayîn.”