Cezayê hepsa malê dan dê û bavê Jîna Emînî

Îranê cezayê hepsa malê da dayik û bavê Jîna Emînî yên destnîşan kiribûn ku ew ê bi boneya 2’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî merasîmekê li dar bixin. Her wiha li bajarê Seqizê jî hat dorpêçkirin.

Navenda Nûçeyan – Beriya 2’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve li Tehranê hat qetilkirin, cezayê hepsa malê dan malbata wê. Her wiha goristana Jîna Emînî ya li bajarê Seqizê hat dorpêçkirin.

Hat zanîn ku di ketin û derketina bajar de venêrînekê hişk heye û  hat ragihandin ku helîkopter jî li ser bajarê Seqizê digerin.