Cejna Zimanê Kurdî li Şehbayê hat pîrozkirin

Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Efrîn-Şehbayê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li kantona Şehbayê li dar xist.

Şehba- Bi dirûşma "Civaka xwe gihandibe ziman bûye sedema bi hêz a jiyanê" Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Efrîn- Şehbayê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li qada kampa Berxwedan a navçeya Fafîna Şehbayê li dar xist. Qada şahiyê bi al, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hat xemilandin. Di şahiyê de mamoste, xwendekar, şagird û gelek kes amade bûn.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê Cûdî Mustafa di şahiyê de axivî û got: "Em Roja Zimanê Kurdî li Rêber Apo û tevahî pakrewanên azadiyê û yên ku di xeta parastina zimanê dayikê de xwe feda kirine pîroz dikin. Ji bo parastina zimanê Kurdî di nava gelan de berdêlên herî giran hatin dayîn û em ne poşman in. Ziman hebûn û nasnameya civakê ye û em ê jî heya mirinê xwedî li nasnameya xwe derkevin û tu carî wê winda nekin."

Komên muzîkê bi stranên xwe cejna ziman pîroz kirin

Piştre koma Şehîd Viyan Amara, koma Serdem, koma Şehîd Şaha, koma Şehîd Îlan ên stranan derketin ser dikê her wiha koma Şehîd Kendal, koma Berxwedan ên govendê bi hunera xwe Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.