Bûşra Elî: Jinên Kurd û Ereb di aliyê parastinê de xwedî rolên girîng in

Seroka Komeleya Jinan a Jîn a li Lubnanê Buşra Elî di panele duyemîn a konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd de axivî û diyar kir ku jinên Kurd û Ereb karîne di aliyê parastin û ewlehiyê de destkeftiyên girîng bi dest bixin.

Beyrûd - Li paytexta Lubnanê Beyrûdê konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd ku îro bi dirûşma  “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” destpê kirî dom dike.

Seroka Komeleya Jinan a Jîn a li Lubnanê Buşra Elî di panele duyemîn ya konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd de axivî û behsa rola jinan a bingehîn di demokratkirina civakê de kir û got: “Li gorî min pirsgirêka sereke ya serdema me dûrxistina civakê ji cewherê wê yê resen e. Civak bi exlaqê xwe heye. Tişta ku civaka çînayetî/dewletê ji civaka xwezayî cuda dike, daketina cihê jinê ye. Li gel belavbûna çend diyardeyên nerînî, bi taybet diyardeya şîdeta jinê û heta digihe kuştinê, êşdan, destdirêjî, bêparhiştina li mafên bingehîn, koçberbûn, guhertina demokrafiya herêmê û karasatên mirovî re ku bi daxistina cihê jinê re, exlaq û nirxên civakê dixin.”

“Jinên Kurd û Ereb karîne di warê parastin û ewlehiyê de destkeftiyên girîng bi dest bixin”

Seroka Komeleya Jinan a Jîn a li Lubnanê Buşra Elî diyar kir ku ji bo aramiya civakê, divê jin rola sereke ya parastina xwe de cih bigire û wiha axaftina xwe dom kir û got: “Divê saziyên jinan hebin ku maf û azadiya jinan biparêzin. Bandoriya wan di nava civakê de misoger bikin û derfetan ji bo wan biafirîne. Bi xwe bibin xwedî karê xwe. Herwiha rola pêşeng di çareserkirina pirsgirêkên nîştimanî de bigirin. Çalakiyên fikrî, pîşesazî, xweza, çandî, siyasî û aborî hemû pêwîstiya wan bi kontrol û standartên exlaqê bilinde ku di azadiya jinan de xwe dibîne. Ji bo siyaseta civakek dirûst û dostaniya xwezayê misoger bibe.”