Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ku 38 meh in agahî ji wan nayê girtin, ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir. Parêzeran xwest prosedurên ku muameleya xerab bi dawî bikin bikevin meriyetê.

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û 38 meh in tu agahî jê nayê girtin, li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serlêdaneke nû kir. Di serlêdanê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş cih dan geşedanên di navbera 1’ê Sibatê û 30’ê Sîsana 2024’an de.

37 caran serlêdan bêbersiv hatin hiştin

Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, di serlêdanê de hat gotin ku di navbera 1’ê Sibatê û 30’ê Nîsanê de 25 jê yên parêzeran û 12 jî yên malbatan bi giştî 37 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin lê hemû jî bêbersiv hatine hiştin. Her wiha hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de tu name negihîştine ber destên parêzeran, aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin nayê zanîn û di mijara mafê axaftina bi telefonê de jî tu pêşketin çênebûne.

Di berdewamiyê de hat gotin ku serlêdanên malbat û parêzeran ji 14’ê Îlona 2018’an heta niha herî kêm 22 caran bi hinceta “cezayên disiplînê” hatine astengkirin. Hê dema “cezayê disiplînê” yê 12’ê Çileya 2024’an bi dawî nebûbû derket holê ku di 28’ê Adarê de “cezayeke disîplînê” yê nû yê 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran destnîşan kirin ku wê pêvajoyê ji parêzeran veşartî hatiye meşandin û di 12’ê Nîsanê de bi awayekî derqanûnî teqez bûye. Di serlêdanê de hat gotin ku mafê parastinê yê serlêdêr hatiye astengkirin.

Tehliyeye Veysî Aktaş hate astengkirin

Hat destnîşankirin ku cezayê Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin di 28’ê Nîsanê de bi dawî bûye û cezayê xwe yê 30 salan temam kiriye lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wî ji bo salekê taloq kiriye. Parêzeran diyar kirin ku biryar bi wan re nehatiye parvekirin. Di beşa têkildarî astengkirina tehliyeya Veysî Aktaş de mafê “berdana bi şertê kontrola edlî” hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku ev maf kesên “weke cezayê disiplînê sê caran cezayê hucreyê li wan hatiye birîn” digre nava xwe û wiha hat gotin:

“Li derveyî vê, li gorî qanûnan pêkan nîn e ku hukmekî girankirî yan jî hukmekî li dijî Aktaş li ser Aktaş bê sepandin. Ji ber ku birêz Aktaş heta niha tu cezayê hucreyê negirtiye, diviyabû di 28’ê Nîsana 2024’an de bihata berdan lê li şûna qanûna di lehiya wî de, qanûna li dijî wî xistin meriyetê. Biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya têkildarî birêz Aktaş derhiqûqî ye. Ji ber ku rayeya diyarkirina berdana bi şert a ji bo Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ku di demên berê de tunebû, di 14’ê Nîsana 2020’an de bi qanûna hejmar 7242’an anîn û rayeyeke nû û giran e. Lijneya têkildarî berdana bi şert jî di 29’ê kanûna 2020’an de bi Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Rêziknameya Têkildarî Nirxandina Hikûmxwaran re pêk hat. Lewma jî divê nirxandina rewşa baş û biryara berdana bi şert, li gorî Qanûna Înfazkirina Ceza ya ku dema sûc hatiye kirin di meriyetê de bê kirin. Dema rewşekî wiha li holê, di sala 2020’an de guherîn hat kirin û bi awayekî derhiqûqî rayeyên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatin berfirehkirin û di vê çarçoveyê de jî înfaza birêz Veysî Aktaş ji bo salekê hatiye taloqkirin. Ev biryar û rewş derhiqûqî ye.”

‘Girîng e ku demek beriya demekî hemû berpiryariyên heyî bên bicihanîn’

Di serlêdanê de hat gotin ku di dema erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan a navenda wê Mereş bû û di dema erdhejên di sala dawî de pêk hatin parêzer û malbatan bênavbera serlêdanên hevdîtinê kirine. Parêzeran gotin ku hemû serlêdan bêbersiv hatine hiştin û vê yekê jî di nava malbat û parêzeran de têkildarî Îmraliyê rê li ber fikaran vekiriye.

Li ser grevên birçîbûnê yên dorveger ên di 27’ê Mijdara 2023’yan de li girtîgehan hatine destpêkirin û ji 4’ê nîsana 2024’an ve bi qonaxa “boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, hevdîtinên rû bi rû û derketina dadgehê” didomin de hat destnîşankirin ku dibe ev rewş rê li ber encamên jêneveger û neyînî veke. Parêzeran got ku ji bo encamên wiha yên giran dernekevin holê, pir girîng e ku demek beriya demekê hemû berpiryariyên heyî bên bicihanîn.

Berpirsyariyên CPT’ê hatin bibîrxistin

Parêzeran, daxuyand ku 14 rêxistinên heq û hiqûqê yên li Tirkiyeyê ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê serî li CPT’yê dane. Hat bibîrxistin ku di 28’ê Adarê de bi heman daxwazan serlêdan hatiye kirin. Di serlêdanê de parêzeran cih dan peywirên tesbîtkirin û pêşîlêgirtinê yên CPT’yê û hat bibîrxistin ku şandeya CPT’yê ya di meha Sibatê de hatibû Tirkiyeyê neçûye Îmraliyê. Di serlêdanê de wiha hat gotin:

“Li gorî daxuyaniya we; ‘têkiliyên bi dinyaya derve re’ ya serlêdêran tenê ‘hevdîtinên bi rayedaran re’  hatiye destgirtin. Ji berê ve heta niha şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê bi tu awayî başbûnek nehatiye kirin, hikûmetê bi tu şîretên we nikiribûye, têkiliya serlêdêran a bi cîhana derve re bi temamî hatiye qutkirin lê tenê dema bi rayedaran re hatine gel hev aniye rojevê. Sedema damezirandina saziya we weke ‘pêşîlegirtina îşkence û muameleya dermirovî û rûmetşikandinê’ hatiye diyarkirin lê ev nêzikatiya we û peywira we hev nagirin. Komîteya we, bi berterefkirina xetereyên di ‘kêliyê’ de û di ‘pêşerojê’ de re berpirsyar e.”

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku divê CPT li dijî şert û mercên awarte yên li Îmraliyê dev ji helwesta xwe ya prosedurên asayî berde û ji bo bidawîkirina muameleya xerab û rewşa "incommunicado" prosedurên pêwîst bi cih bîne. Parêzeran bi domdarî ev daxwaz rêz kirin:

* Ji bo birêz Veysî Aktaş tavilê werin berdan divê bikevin nava hewldanan. Divê ‘pêvajoyên qanûnî’ yekser bi vekirî bên domandin û em bikaribin xwe bigihîjîninê.

* Bila tesbît û çavdêriyên giştî yên di serdana dawî ya li Îmraliyê ya di 22’yê Îlona 2022’yan de tavilê bi raya giştî re bên parvekirin.

* Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana dawî ya 22’yê Îlona 2022’yan heta niha di nava nediyariyekê de ne û her ku diçe girantir dibin. Divê demek beriya demekê Girtîgeha Îmraliyê bê ziyaretkirin.

* Bila şert û mercên girtinê yên serlêdêran li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin. Di serî de ziyaretên parêzer û malbatan divê tevahiya mafên wan ên pêwendîdanîna bi derve re bên bicihanîn. Divê qedexeyên sîstematîk ên derqanûnî bên bidawîkirin û ji bo vê hemû hewldan bên kirin.

* Ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê, muameleya dermirovî û xerab û jiholêrakirina rewşa incommunicadoyê divê tevdîrên pêwîst bên girtin û em dixwaz dikin ku prosedurên di xala 10/2’yemîn a Peymanê de hatine destnîşankirin bikevin meriyetê.”