Birîna ku bi salan nehatiyê pêçan: Helebce
Li Helebceyê di her malek de trajediya kîmyabaranê heye û Wezîre Mihmed Heme Kerîm yek ji wan jinan e ku di kîmyabarana Helebceyê de 5 zarokên wê hatine qetilkirin û hê li bendê ye zarokên xwe bibîne.

RÊJNE SELAM
Helebce – Sibeha 16’ê Adara 1988’an rejîma Baasê ya di bin serokatiya Sedam Hisên de biryara kîmyabarana Helebceyê da. Gaza xerdelê li dijî Helebceyê bi kar anî û zêdeyî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes koçber bûn û gelek şêniyên Helebceyê heta niha jî êş û paşmayên wê karasatê dijîn.
Wezîre Mihemed Heme Kerîm yek ji wan jinan e ku di kîmyabarana Helebceyê de 5 zarokên xwe winda kirine, da zanîn ku ew wê rojê tu caran ji bîr nake û got: “Piştî sala 1977’an ji gundê Tewêle em vegeriyan Helebceyê û li wê derê bi cih bûn. Jiyana me normal bû, heta roja roja 13’ê Adara 1988’an gotinên ku wê Helebce bi çekên kîmyayî were bombebarankirin belav bûn.”
‘Bavê wan bi hesrata hatina zarokên xwe jiyana xwe ji dest da’
Wezîre Mihemed wiha behsa zarokên xwe yên bi navê Nîgîn, Renc, Hewrîn, Ejîn, Senger ku di kîmyabarana Helebceyê de jiyana xwe ji dest dabûn û heta niha li benda vegera zarokên xwe ye kir û wiha got: “Ger wê demê şehîd nebûna niha mezin bûbûn, bavê wan bi hesreta hatina zarokên xwe jiyana xwe ji dest da.”
Wezîre Mihemed li Bîrdariya Şehîdan wiha behsa bîranînên zarokên xwe ku niha di bîrdariya şehîdan de ne li wêneyên zarokên xwe dinêre û bi çavên girî û wiha dibêje: “Ejîn û Renc heta niha winda ne û gora wan nîn e, em nizanin mane yan jî mirine. Piştre Nîgî û Senger ku hewl dan xwe rizgar bikin bi hev re şehîd bûn. Ev ew topa ku Senger li kolan û ber derî pê dilîst e. Ev maske hevjînê min ji bo kurê me yê 7 mehî çêkirûbû. Ji ber kurê min 7 mehî bû, hevjînê min ditirsiya, jê re maskeyek çêkir. Bîranînên zarokên min gelek bûn. Xelk ji min re dibêjin niha ger zarokên te sax bûna wê zewicî û zarokên wan hebûna.”
‘Dema ku Helebce hat kîmyabarankirin civaka navneteweyî bêdeng ma’
Wezîre Mihemed behsa roja kîmyabaranê kir û wiha got: “Ji ber gaza di kîmyabaranê de hat bikaranîn bêhna sêv û fêkiyan li bajar belav bû. Eve ji bo xelkê Helebceyê tiştek nû bû, ji ber wê beşek zêde xwe di jêrzemînên malên xwe de veşartin û beşek jê hewldan xwe ji kîmyabaranê rizgar bikin lê belê piştre ew bêhna sêvan bajar bi xwe girt û karesatek mirovî çêbû, heta niha qetliama herî mezin li cîhanê hatiye encamdan e. Di saet 11’ê beriya nîvroyê de, bombebaranê bi çekên kîmyewî dest pê kir û heta sibeha 17’ê Adarê domiya. Bajar 15 caran hat bombebarankirin û zêdeyî 200 bombe 500 kîlo bi ser bajar de hatin barandin tê de gaza Xerdel, siyanîd, fosfor û demar hatin bikaranîn û hemû tiştên li bajar mirov, çûk û ajal û dar bi hev re xeniqîn.”
Heta niha daneyên rast nehatine parvekirin
Heta niha daneyek rast û eşkere ya hejmara qurbaniyên kîmyabarana Helebce tune ye û nehatine eşkerekirin lê belê li gorî texmînan zêdeyî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar ke jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên ne fermî yên rêxistina Helebceyê; 5 hezar û 460 kes mirine. Daneyên birîndaran jî ku ji 14 kampên çareseriya Îranê hatine girtin, 12 hezar û 800 kesan li Îranê çareserî dîtine û beşek jê jiyana xwe ji dest daye û li Îranê sipastine xakê.
Elî Hesen Mecîd ku weke Elî kîmyewî tê nasîn wek tewanbarê sereke yê kîmyabarana Helebceyê ye û ev bûyer bi fermana wî hatiye kirin. Elî Hesên Mecîd pismamê Sedam Huseyîn ê serokomarê Iraqê bû, weke destê wî yî rastê dihat zanîn, pîştî kîmyabarana Helebceyê xelkê Kurdistanê nasnavê Elî Kîmyewî lê kir.
Dema ku Helebce hat kîmyabarankirin, civaka navneteweyî bi taybetî, welatên serdest ên weke Emerîka û Brîtanya bêdengî hilbijartin û kesê behsa Helebceyê nekir. Hinek çavkanî dibêjin ji ber Emerîka û Brîtanya hevpeymaniya wan bi hikumeta Iraqê re hebû, li dijî Îranê bûn, ji ber wê bêdeng bûn.
Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî bi heman awayî bêdengî hilbijartin û wê demê li ser tewanan tiştek negotin.
Piştî pêvajoya azadiya Iraqê 9’ê Cotmeha sala 2005’an Encûmena Hikum li Iraqê bi zagonî hejmar 10 Dadgeha Bilind a Sûcan li Iraqê ji bo dadgehkirina sûcên rejîma Baasê pêk anî. Dadgehê 55 kesan ji bo lêkolînkirina vê dozan erkdar kir û di nav de kîmyabarana Helebceyê jî hebû.
Naskirina jenosîda Helebceyê
Yek ji doza sûcên rejîma Baasê, li wê dadgehê hat dadgehkirin, sûcên kîmyabarana Helebceyê bû.
Rûniştina dageha yekem li ser doza Helebceyê di 21’ê Kanûna sala 2008’an de hat dîtin û di 17’ê Çileya 2010’an de dadgehê doz bi sûcên dijîmirovahiyê nas kir û biryara darvekirinê ji bo Elî Hesên Mecîd da.
Di roja 25’ê Çileya 2010’an de piştî 8 rojên girtina biryara dagehê Elî Kîmyewî hate darvekirin. Piştre di sala 2012’an de ew dara ku Elî Kîmyewî lê hatibû darvekirin anîn Helebceyê û li bîrdariya Şehîdên Helebceyê çandin.
Biryara Dadgeha Bilind di 28’ê Sibata 2010’an de piştî rûniştina 34’an biryar da komkujiya Helebceyê weke jenosîd nas bike. Sultan Haşim, Ferhan Mutleg û Sabr Endilezî, bi 15 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Piştre parlamentoya Iraqê di 17’ê Adara 2011’an de di rûniştina xwe ya asayî de kîmyabarana Helebceyê weke jenosîd nas kir. Lê belê heta niha qerebûya madî û manevî ji aliyê Hikumeta Iraqê ve ji bo malbatên qurabiyan nehatiye kirin.
Doza sûcên kîmyabarana Helebceyê heta niha li ser asta dinyayê weke jenosîd nehatiye naskirin, tenê parlamentoya Kanadayê di 16’ê Adara 2010’an de nas kir ew jî weke tewanê dijmirovî nas kir ne weke jenosîd.
Rêxistinên Şaredariya Cîhanê ji bo Aştiyê di meha Tebaxa 2013’an de weke jenosîd nas kir û Helebeceyê weke herêma sêyem a karesata di dîrokê de nas kir. Serokê şaredariya Helebceyê wek cîgirê serokê rêxistinê hilbijartin û biryar hat dayîn ku li Netewên Yekbûyî kar li ser bikin da ku weke jenosîd were nasîn. Rêxistin ji 157 welat û pênc hezar û 712 serokên şaredariyan endaman pêk tê. Lê belê hê bi encam nebûye û di dinyayê de tewanên li dijî Helebceyê weke jenosîd nehatine naskirin.