“Bila êdî Kurd nebin sedemê ji holê rakirina netewa Kurd”

Jinên Silêmanî li dijî êrîşên dagirkeriyê axivîn û dibêjin divê hikumet li dijî vê yekê dengê xwe derbixwe û êdî destkeftiyên Kurdan bi destê Kurdan ji holê nedin rakirin û daxwaz kirin ku divê hemû hemwelatî piştgiriyê bidin hêzên ku Kurdistanê diparêzin

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî - Ji dîrokê heta niha netewa Kurd li ser xaka Kurdistanê rastî êrîşên dagirkeriyê hatine û armanca dagirkeriyê ji holê rakirina Kurdan e da ku hemû dewlemendiyên Kurdan ji bo xwe bibine. Di dîrokê de jî diyar bû ku netewa Kurd li beramberî hemû êrîşan têkoşînek bê hempa nîşan daye û hemû êrîş şikandine.

Weke oparasyona di 17’ê Nîsanê de dewleta Tirk bi hevkariya PDK êrîşî navçeya Şêladiz, Dêrelok, Amêdî û Kurejehro kir. Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistan û zindîkirina xeyalên xwe yên Osmaniyan e.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê  her roja ku diçe berfirehtir dibe û hemwelatî dengê xwe bilind dikin û jinên bajarê Silêmaniyê derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me NUJINHA re axivin û daxwaz kirin ku êdî Kurd nebin sedemê tunekirina netewa Kurd.

“Hikumeta herêmê bi xwe hevkariya dagirkeran dike”

Juwan Ebdulsitar da diyarkirin ku hemû ev êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê bi hevkariya hikumeta herêma Kurdistanê tê kirin û got: “Hikumeta herêmê tenê rêxweşiyê ji dewleta Tirk re nake, bi xwe hevkariyê dike daku dijmin werin xaka Kurdistanê dagir bikin. Dema ku hemwelatî piştgiriya hev bikin û divê desthilat piştgiriya dagirkeran nekin. Hemû kes dizane ev hikumeta hevkariay dagirkeran dike, hikumetê sînor nehêlaye û rê daye dagirkeran da ku xaka me dagir bike, ji ber sînorên me ji aliyê hikumetê ve nayê parastin.”

“Ev dagirkeriye metirsiye li ser jin û civakê”

Perî Sedîq da zanîn ku dagirkerî metirsiye li ser jin û civakê wiha got: “Dagirkerî çiqas li ser civakê metirsî be ewqas metirsî li ser jinê ye, ez daxwazê li tevayî xelkê dikim piştgiriya netewa Kurd bikin, da ku desthilata siyasî weke Kurdekê rê nedin îxantê daku êdî cerga dayîkan neşewite.”

Elmas Mehemed weke dayikekê daxwaz kir ku hemwelatî bi yek dengê helwesta xwe nîşan bide û wiha dom kir: “Em êdî naxwazin dagirkerî werin xaka me dagir bikin û me tune bike, tu deman Kurd bi rijandina xweînê bi sernakeve. Ez xwedî sê birayên şehîdîm û daxwaz dikim desthilat û hêza gel hevkariya hev bikin û li beramberî dijmin bi sekinin, daku Kurd tune nebin û cegera dayikên dinê ne şewitin. Ger niha Kurd bê helwest be wê ew hemû destkeftiyên ku bi şoreşê bi dest xistine ji dest bide.”