“Bila 18’ê Nîsanê wek roja fermî ya revandî û windayên Yemenê bê pejirandin”
Komeleya Dayikên Girtiyan ya Yemenê bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku 18’ê Nîsanê wek roja fermî ya revandî û windayên Yemenê bê pejirandin.”
NOOR SURIB
Yemen - Komeleya Dayikên Girtiyan ya Yemenê ji bo zarokên xwe yên hatine re vandin û di girtîgehên cuda yên Yemenê de tên girtin daxuyanî dan. Dayikan bi rêya daxuyaniyê êş û azarên bi sedan kur û keçên xwe ên hatine revandin û windakirin û bêyî ku ji aliyê rayedaran ve çareseriyek ji vê êşê re were dîtin, kampaniyek dan destpêkirin. Dayikan dan zanîn ku tu sûcê zarokên wan tune, ew ji ber bîr û baweriya xwe ya siyasî, olî û girêdanên cuda yên siyasî û erdnîgarî hatine revandin û wendakirin.
Kampanyaya ku 18’ê Nîsanê ji aliyê Komeleya Dayikên Girtiyan ve bi hevkariya Navenda Emerîkî ya Dadwerî (ACJ) û beşdariya hejmarek rêxistin û çalakvanan bi rêya daxuyaniyekê hatiye destpêkirin, armanc dike ku roja 18’ê Nîsanê wek rojeke niştimanî û fermî ji bo bidawîkirina azarên revandin û vegerandina rûmeta wan bê pejirandin.
“9 jin ji aliyê Husiyan ve hatine windakirin”
Li gor daxuyaniya Komeleya Dayikên Girtiyan a Yemenê ji sala 2016'an heya 2022'an 7823 welatiyên sivîl ji aliyê gurûpa Hûsî ve hatine revandin û di nav wan de 158 jin hene, her wiha 419 welatî jî hatine girtin ku ji wan 9 jin û 287 sivîl ji aliyê Hûsiyan ve hatin windakirin, 172 jî bi zorê ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatine windakirin, 1478 li girtîgehên Hûsiyan û 142 jî li girtîgehên ewlehiyê yên hikûmetê rastî îşkencê hatine.
“51 girtî di girtîgehên Husiyan de li ber sêdarê ne”
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku 92 sivîl di bin îşkenceyê de hatin kuştin û wiha dom kir: “210 di encama bombebarana koalîsyonê de li ser bendên kontrolê hatine kuştin û 18 sivîl bi sedema xemsariya bijîşkî mirine. Hemû jî di girtîgehên Hûsiyan de hatin windakirin, hîna 448 sivîl di zindanan de ne. Di nav wan de 3 jin jî heyî bi giştî 73 welatî ji aliyê Hêzên Kembera Ewlekariyê ya Encumena Demkî ve girtî ne û 18 girtî di destê dezgehên ewlekarî yên hikûmetê de ne. Jinek jî di navê de 5 girtî di destê hêzên hevbeş de li berava rojava ku ji aliyê Komeleya Dayikên Revandiyan ve hatiye belgekirin hene. 51 kesên hatine revandin di girtîgehên Hûsiyan de bi cezayên darvekirinê yên bê daraz re rû bi rû mane.”
“Bila 18’ê Nîsanê bibe roja windayan”
Komeleya Dayikên Girtiyan nêrînên 795 jin û mêrên şehadetên îşkenceya tê kirin ku berê girtîbûne ser wan jî hatî kirin belge kirine û tekez kir ku bandora îşkenceyên tên kirin demdirêj li ser mirovan dimîne û pêre nexweşî jî çêdibin.
Komeleya Dayikên Girtiyan di dawiya daxuyaniya xwe de ji Desteya Serokatiyê daxwaza çareseriyeke lezgîn ji bo dosyaya hemû kesên ku ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatine revandin û windakirin kir û daxwaz kirin ku 18’ê Nîsanê wek roja fermî ya kesên revandî were pejirandin.
“Ji sala 2016’an ve hevjînê min winda ye”
Di vê çarçoveyê de çalakvana mafên mirovan Arwa Fadl ku endama Komeleya Dayikên Girtiyan e ji ajansa me re axivî û got: “Di roja revandiyê Yemenî de ez di êş û azarên mezin de me û heta niha jî ez nikarim çarenuîsa hevjînê xwe bizanim. Ji 2016'an vir ve winda ye. Ji kesên ku dosyaya kesên revandî û windayan dişopînin nayê veşartin ku bi dehan kesên revandî di bin îşkenceyê de hatine kuştin, an jî bi bombekirina balafiran li cihên cuda yên binçavkirinê, an jî bi îhmalkariya paqijî ya bi zanebûn hatine kuştin. Ez demek dirêj li gelek girtîgehên cuda geriyam û min ji hemû kesên pêwendîdar pirsî, lê derbarê çarenûsa hevjînê xwe de tu bersiv nedît û ez newestiyam. Ez ê lêgerîna xwe û beşdariya xwe di alîkariya jinên din ên ku weke min li xizmên xwe digerin bidomînim da ku ez çarenûsa hevserê xwe bizanim ji ber ku tiştê ez û zarokên xwe tê de dijîn kabûsek e ku her roj tê nûkirin."
“Di girtîgehan de îşkenceyên herî giran li ser jinan tên kirin”
Seroka Komeleya Jinên berê di zîndanên Hûsiyan de rastî îşkencê hatine û niha rizgar bûne Nûra El-Cerawî derbarê êş û azarên jinên di girtîgehên Hûsiyan de wiha got: "Hûsî hîna jî jinan digrin û demdirêj bê lêpirsîn di girtîgehan de dihêlin. Her diçe hejmara jinan di girtîgehan de zêde dikin. Hinek jin jî tevî zarokên xwe girtine. Cezayê darvekirinê yên ji bo jinan hatine dayîn jî hîna nehatine betalkirin. Her diçe îşkenceya derûnî û fîzîkî berdewam li ser jinan didin meşandin. Heta di asta rêûresmên olî de jin rastî destdirêjiyê tên û neçar dibin ku ji ber şertên xirab ên girtîgehê rojiyê bigirin."
Nûra El-Cerawî piştevaniya xwe ya ji bo Komeleya Dayikên Girtiyan wiha anî ziman: "Em piştgiriya Komeleya Dayikên Girtiyan dikin ku roja 18’ê Nîsanê ji bo wendahiyên Yemenî bibe rojeke fermi. Em bang li civaka navdewletî dikin ku destwerdanê li rewşê bikin ji bo jinên girtî bê şert û merc serbest berdin û hemû cezayên nehiqûqî yên ji aliyê komên Hûsiyan ve ji bo jinan tên dayîn were betalkirin."
Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştevaniya Jin û Zarokan û Dr. Angela El-Maamarî jî têkildarî mijarê got: "Di roja revandiyên Yemenî de divê em cidî li ser bandorên derûnî yên ku revandî pê re rû bi rû dimîne rawestin. Ji ber ku hewceya me bi bingehên danûstandina derûnî û mirovî bi kesên revandî re heye. Em dibînin ku ew bêtir rastî zexta psîkolojîk tên. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ji bo kesên revandî bi tevahî lênihêrîna psîkolojîk bê dayîn û ji bo alîkariya wan û malbatên wan xebat bê kirin."