Bi vekirina deriyê dibîstanan re li Îranê çalakina destpê kirin
Piştî vekirina deriyê dibistan û zanîngehên Îranê, malbatên xwendevanan li bajarên cuda dest bi xwepêşandanan kirin.
Navenda Nuçeyan - Dû roj piştî vekirina deriyê dibîstan û zanîngehan ji 5’ê Nîsanê ve xwepêşandan li Îranê destpêkir. Dayik û bavên xwendevanan li bajarên cuda dest bi çalakiyan kirin. Malbatên xwendevanên bajarê Şîraz, Reşt, Kazrun li ber deriyên avahiyên perwerdeyên bajêr çalakî kirin û bi diruşma “Berî her tiştî tendirustiya zarokan” daxwazkirin ku deriyê dibistanan neyên vekirin. Çalakvanan dan diyarkirin ku metirsî li ser navendên xwendin û tenduristiya zarokên wan heye ji lewra ew nikarin bisekinin.
Lijneya tendirustiya parlemenê Mehsin Bendpê da zanîn ku vekirina dibîstanan û zanîngehên welat ne guncawin û divê dibistan û zanîngeh bi awayek raste rast derbazî xwendina online bibin.