Bi soza tolhildana jinên Êzidî kongreya TAJÊ didome
Kongreya 2’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi nîqaşên germ didome.
Şengal – Kongraya 2’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi dirûşmeya “Em ê xwe ji fermanê biparêzin azadiya jin û civakê misoger bikin” li navçeya Sînûne ya Şengalê tê lidarxistin didome.
Piştî diyarkirina dîwana kongreyê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Pakîz Celal axivî. Pakîz Celal hemû cangoriyên ku di rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe jidest dane bi bîr anî û roja rizgarkirina Şengalê, lidarxistina kongreyê diyarî hemû şehîdên Êzidxanê kir û teqez kir ku ew bi şehîdên xwe mezintir û xurtir dibin.
Her wiha li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî jî axivî, soza parastina jinên Êzidî di kongreyê de dûbare kir û got: “Em li hemû şehîdan vê kongreyê pîroz dikin. Li ser vê axê gelek êş û zilm hate jiyan kirin, lê belê yê ku serî netewand û serê xwe rakir li hember hemû êrîşan jina Êzidî bû. Di fermana 2014’an de jî jina Êzidî êşa herî mezin jiyan kirin. Lê li ser vê êşî ji xweliya xwe ji nu de xwe rêxistin kir û ava kir. Ev 7 sal li ser rizgarkirina Şengalê derbas bû, heya îro YJŞ’ê ji bo parsatina jinên Êzidî şer û tekoşîn dike. Ew ê heya dawî jî li pey vê sozê xwe be. Em ê hemû bi yekîtiya xwe li hember hemû êrîşan li berxwe bidin.”
Piştî axaftina vekirinê perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo civaka Êzidî kiribû hate xwendin. Her wiha peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avêsta ya ji bo kongreya TAJÊ hate guhdar kirin û nameya pîrozkirina kongreyê ya ji KJK’ê hatibû şandin, hate xwendin.
Sozdar Avesta di destpêka peyama xwe de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn, berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriyê silav kir. Her wiha da diyarkirin ku yên heya niha nehiştine Şengal bikeve destên dijminan jin û ciwan in.
Sozdar Avesta got: ''Li ser navê tevgerê ji herêmên parastina medyayê em we silav dikin. Di şexsê rêheval Bêrîvan, Arîn, Nazê, Nujiyan, Nûjîn, Hêlîn, Nêrgiz û mamê Êzidîxanê Mam Zekî, hevalê Saet, Dijwar û Zerdeştan û hemû şehîdên Êzidîxanê ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û rizgarkirina jinên Êzidîxanê şer kirin, em hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr tînin. Ên ku fermana rizgarkirina Şengalê û gelê Şengalê ji bo xwe wek rûmet girtin dest û gotin em ê tola jinên Êzidî hildin û xwe weke xizmetkarek xeta azadiya jinan dîtin em wan silav dikin. Ji Başûr heya rojavayê Kurdistanê gerîlayên azadiyê yekîneyên parastinê jin YPG û YPJ bi hewara civaka me ya Êzidî ve hatin û civaka me ji qirkirinê rizgar kirin. Ez di şexsê wan berxwedêran de, berxwedana li herêmê, li Metîna Zap Avaşîn û hemî qadan silav dikim, berxwedana wan pîroz dikim.”
‘Bila tu malek bêrêxistin nemîne’
Sozdar Avesta di berdewamiya peyama xwe de berxwedana jinên Êzidî jî bi bîr anî û got; ''Di van salan de berxwedaniyek pir mezin di pêşengiya we de hat meşandin. Hûn her roj li kolanan bûn, li ser riyan bûn, we çek da ser milên xwe û ketin çeperan. Mal bi mal geriyan û gel bi rêxistin kirin. Dem hat bi şev û roj we çekên xwe hilgirt û berê xwe da çeperên din. We gelek lehengên xwe bi tilîliyan oxir kirin, ev rûmet û serkeftineke mezin e. Wê tu kesek nikaribe vê yekê asteng bike. Îro careke din kombûna we li ser pratîk û xebatên hatine kirin e. Li Şengalê mal bi mal pêwîst e jinek tenê jî bê rêxistin nemîne ger heya niha li Şengalê mabin jî divê çareserî were dîtin. Dijmin dixwaze malan ji xwe re bike navendên sîxuriyê. Di erî de TAJÊ’ê divê xwe li dijî van xeteran berpirsiyar bibîne û wan ji wê riyê vegerîne. Kongre pêwist e li ser vî esasî biryarên girîng bigre û biryar bide ku xwe çawa ji fermanan biparêze.”
‘Ji bo parastinê divê hûn ji xwe bawer bin’
Her wiha ji bo jinên Êzidî bikaribin li hemberî hemû fermanan rawestin û bibin berisv ji dijmin re Sozdar Avesta diyar kir ku divê careke din rastî qirkirin, destirêjî û fermanan neyên her wiha li kolanan neyên firotin, tedbîrên pêwîst werin girtin û wiha bi dawî kir: “Erkên esasî yên vê kongreyê, rêxistinkirin e yek jî parastina cewherî û pêşxistin e. Parastina jin û rêxistinkirina wan pêwîst e. Jinên bê parastin bi mirinê re rûbirû dimînin. Pêwîst e ezmûna we ya 8 salan û îradeya we ya mezin di vê kongreyê de baş were birêxistinkirin û jin jixwebawer bin. Ji hêz û fikrên ku we xwe li ser bi rêxistin kirine bawer bin. Pêwîst e hûn ji serhildanên mezin ku îro li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan didomin jî bawer bikin. Li hemberî kesên ku dixwazin jinan bixapînin û şerê taybet li ser wan didin meşandin pêwîst e hûn bibn xwedî helwest û keçên ciwan birêxistin bikin.”
'Pêwîst e pergala Xweseriya Demokratîk xurt bikin'
Di peyama KJK’ê de hate teqez kirin ku sedsala 21’emîn wê bi tekoşîna jina bibe sedsala azadiyê jinan. Di peyamê de wiha hat gotin: “Rêber Apo bi gotina; ‘xweziya ez li Şengal’ê bûma’ daye nîşandan ku li ser axa ku koka Kurdbûyînê lê şînbûyî, tovên jina azad lê mezinbûyî jiyan kirin, hinase girtin xwedî kelecan, zewqeke mezin e û hesreta mezin ji bo vê jiyan dike. Di heman demê de piştî sedan, hezaran salan şûnde li ser van axan bi têkbirina fermanan ve coş û kelecana înşakirina demokrasî, azadî û edaletê diyar kiriye. Hûn jî wek jinên wan axan, hem ji bo xwe hem ji bo civakê hem jî ji bo xwestek û hesretên Rêber Apo, pêwîst e pergala Xweseriya Demokratîk xurt bikin, şoreşa jinê mezintir bikin û hemleya azadkirina Ezîdxanê pêk bînin. Wek KJK em kongreya we li ser vê esasê silav dikin, biryarên Kongreya we yên ku wê ji azadî û serkeftinên mezin re bibe wesîle, ji niha ve pîroz dikin.”
Kongra bi xwendina rapora kar û xebata TAJÊ ya 3 salan didome.