‘Bi pêşengiya jinan yekîtiya netewî pêk tê’
Cîgira hevseroka KNK’ê Hêvî Mustafa diyar kir ku Şoreşa Rojava bi navê ‘Şoreşa Jinan’ hatiye binavkirin û got: “Jin di warê siyasî, leşkerî, civakî û aborî de ji bo civakek demokratîk ava bikin û bibin temînata aştiyê têdikoşin.”

ESMA MUHAMMED
Qamişlo – Di navbera PYD û ENKS’ê de, bi armanca beşdariya konferansa Kurdên Rojava û avakirina Sûriyeya demokratîk û rengîn lihevkirinek çêbû û di rojên pêş de dê yekitiya Kurdan were îlankirin. Ev yekitî hedef dike ku mafên hemû gelan bixe bin temînatê.
‘Divê em ji dîrokê ders bigrin’
Cîgira hevseroka KNK’ê Hêvî Mustafa têkildarî mijarê got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û di vê pêvajoyê de Yekitiya Kurdan gelek girîng e. Li Rojhilata Navîn guherînek mezin û nexşeyek nû ava dibe. Lê belê di heman demê de li ser destkeftiyên Kurdan ên li her çar parçeyên Kurdistanê, gefek mezin heye. Divê em ji dîroka xwe ders bigrin, destkeftiyên teng ên partiyan daynin aliyekî û di çarçoveya nêrîneke hevpar a stratejîk de bibin yek. Li Sûriyeyê der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de li ser rêgezên bingehîn û hevpar divê em bibin yek. Ger em vê fersendê nenirxînin û ji dîrokê ders negirin wê pêvajoyek weke Lozanê bê jiyîn û em ê destkeftiyên xwe yên ku me di oxira wan de bi hezaran şehîd dane ji dest bidin.”
‘Li Sûriyeyê guherînên mezin çêbûn’
Hêvî Mustafa bi bîr xist ku Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya 25 salan hatiye avakirin û wiha got: “Ji wê demê ve heta niha, di platformên navneteweyî de ji bo nêrîneke hevbeş a Kurdan em dixebitin. Bi taybetî li Rojava, di sala 2011’an de dema li Sûriyeyê şoreşê dest pê kir, bi komîteya Şêwirmendên Kurd re me komîteyek hevpar a amadekar ava kir. Di vê komîteyê de hemû partiyên Kurd, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jin û ciwanan, şexsiyetên serbixwe û saziya malbatên şehîdan cih girtin. Hemû aliyên di komîteya amadekar de, beşdarî civîna şêwirmendan bûn. Lê belê dema me ev xebat didomand, rejîma Baasê hilweşiya û li Sûriyeyê guherînên mezin çêbûn.”
‘Em li benda bersiveke erênî ne’
Hêvî Mustafa destnîşan kir ku ji bo Yekitiya Neteweyî gelek hewldan kirine û wiha got: “Di konferansa Kurdên Rojava de, me hedef kir ku hemû hewldanan bikin yek. Em li bendê ne ENKS beşdarî Konseya Yekitiya Neteweyî bibe. Di konferansa ku rojên borî hat lidarxistin de me hewl da em hemû aliyan beşdar bikin. Ji ber dema aliyek ji derveyî konferansê bimîne, wê ji bo dijminên me bibe firsendek ku me parçe û lewaz bikin. Lê belê ENKS’ê hê bersivek nedaye. Ji me re got; ‘Em ê jî werin lê belê divê em xalên xwe yên di navbera PYD’ê de ku me li hev nekiriya çareser bikin.’ Îfade kirin ku piştî ev pirsgirêk were çareserkirin wê beşdarî Konferansa Kurdên Rojava bibin. Jixwe me dixwest em yekitiya Kurdan beriya Newrozê îlan bikin lê belê ji ber xebatên ku me ji bo çareseriyê dan meşandin, ev daxuyanî hat taloqkirin. Niha em di rojên krîtîk de derbas dibin û divê ENKS demek ji ya din zûtir bersiv bide. Bi hêviyek mezin em di wê baweriyê de ne em ê bersivek erênî bigrin.”
‘Di konferansê de hejmarek zêde jin hebûn’
Hêvî Mustafa da zanîn ku jinên Kurd ên Rojava Konferansa Yekitiya Neteweyî ya jinên Kurd li dar xistine û wiha got: “Jinên Kurd li Rojava pêşeng in. Di Şoreşa Rojava de, ji ber ku jin di warên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de rola aktîf lîstin weke ‘Şoreşa Jinan’ hat binavkirin. Dema ku gotina me hevpar be wê sûdê bide serkeftina konferansa yekitiya Kurdan a giştî. Di konferansê de hejmarek zêde jin hebûn û hemû mijar bi hûrgulî hatin nîqaşkirin. Konferans, bi awayekî layîqî destkeftiyên Şoreşa Rojava bi encamnameyek bi dawî bû.”
‘Divê hemû alî ji berjewendiyên xwe derbas bibin’
Hêvî Mustafa di dawiyê de bang kir ku divê hemû ciwanên Kurd û partî berjewendiyên xwe yên teng ên ku dijmin ava kirine bidin aliyekî û wiha got: “Divê em bibin yek, berovajî, em ê hemû destkeftiyên xwe winda bikin. Banga me ji hêzên Navneteweyî û Rêxixtinên Mafên Mirovan re ew e ku sûcdarên şer bidarizînin, piştevaniya şoreşa me û pergala me ya demokratîk bikin. Ji ber em mafên hemû gelan diparêzin me li dijî terora DAIŞ’ê şer kiriye.”