Bi perwerdeyan civaka exlakî û polîtîk armanc dikin

Endama Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Koçer Hisên teqez kir ku meclis ji bo pêşxistina zanista civakek exlaq û polîtîk, li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan hatiye birêxistinkirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2018’an de hat avakirin. Meclis wekî pêkhateyên perwerdeya xweser ji Komîteya Perwerde ya Kongra Star, Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşên xweser ên Akademiya Civaka Demokratîk, Akademiya Jin a Malbat ê Şehîdan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê (Meclisa Jin a KPC –Demokratîk ), Meclisa Perwerdeya Jinên Ciwan, Komîteya Perwerde ya Zenûbiya, beşa xweser a Akademiya Zanistên Civakî, Akademiyên Jin ên Şaredariyan, Akademiyên Rehend (qada civakî, dîplomasî, tenduristî, çand û huner, ragihandin, dada civakî, aborî), Akademiyên Jinên Gazî, Akademiyên Jinên Partiyên Siyasî, Akademiyên Jinên Tev-Dem, Akademiyên HPC-JIN, Akademiya Jin a Asayîşê, Fermandariya Akademiya YPJ’ê, Akademiya Desteya jin a Nalîn Mûş, Meclisa Zarokan, Meclisa jin a zanîngehan, meclisa xwendekaran û tevahî perwerdeyên jin ên sîstema neteweya demokratîk pêk tê.

Koordînasyona Meclisa Perwerde û Akademiyan ji 27 berdevkên pêkhateyên perwerdeyên civakî pêk tê, ev meclis di nava 2 salan de konferansê xwe li dar dixe.

‘Di hundirê şoreşê de me şoreşek zihnî ava kir’

Endama Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Koçer Hisên da zanîn ku perwerde mafekî hebûnî ye û wiha axaftina xwe domand: “Dema em li civakê tevahî binêrin em ê bibînin ku hişmendiya zaynedperestî bi salan li ser civakê hatiye ferzkirin. Ji ber vê yekê pêwist e ku êdî şoreşek zîhnî were çêkirin ku ew hişmendiya zayendperestî û kevneşopiyên yên bi hezaran salan ku li ser civakê hatiye ferzkirin êdî pêwistî bi guhertin û veguhertinek were çêkirin û tebeqe ji holê were rakirin. Lewma me pêwîstî dît ku meclisa perwerdeyê were avakirin. Lewma me hewce dît çi sazî, komîte, akademî û hemû saziyên ku karê wan girêdayî perwedeyê be kom bibin û bibin meclis, ji ber ku hemû yek armanc kar dike, zayendperestiya ku li ser civakê hatiye ferzkirin ji holê were rakirin. Lewma bi kombûn, bi hev re kar kirin û rêxistinkirin dê bi şoreşa me ya zihnî bi ser bikeve.”

‘2 Akademiyên branşan û 4 akademiyên perwerdeyê hatine vekirin’

Koçer Hisên diyar kir ku Meclisa Perwerde û Akademiyên jin di sala 2023‘an de bi rengekî çalak û pratîk kar û xebatê xwe da meşandin û wiha axaftina xwe domand: “Di vê salê de hemû saziyên ku girêdayî guhertin û veguhertina  hişmendiyê ji komînan, navçe, bajar û kanton heya meclis di nava civakê de  dest bi karê perwerdekirinê kirin. Îro em encamê keda vê meclisê jî li ber çav dibînin. Li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 2 akademiyên branşan hatin vekirin Akademiya Zeyneb Saroxan, Akademiya Şehîd Leyla Agirî bi armanca avakirina kesayetên pispor ku bikaribin di nava civakê de kadroyên pispor di her branşê de hatin avakirin. Li ser asta kantonan jî 4 akademî hatin vekirin û gelek dewreyên perwerdeyê bi beşdarbûna bi hezaran jin û mêran dan vekirin.”

‘Perwerdekirina mêran yek ji xebatên bingehîn ên sala 2023’an e’

Koçer Hisên bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk û bandorên wê li ser xebatên perwerdehiyê û wiha got: “Me ji bo sala 2023’an gelek kar û xebat dabû pêşiya xwe lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê kar dereng ma lê nehat seknandin. Yek ji plansaziyên me yên sereke bû ku em dewreyên perwerdeyê ji bo mêran vekin heya astekê pêk hat lê hê jî em pêwistî dibînin zêdetir bikin. Ji ber ku perwerde ne tenê ji jinan re pêwist dike, perwerde ji her du zayendan re esas e. Ji bo ku em bikaribin jiyana hevbeş di nava civakê ango malbatê de bidin avakirin pêwistî bi pêkanîna vê plansaziyê heye. Lewma em ê hîn bêtir li ser dewreyên perwedeyên mêran bisekinin da ku em bikaribin hişmendiyek rast bidin avakirin. Di heman demê de pirtûkek ji felsefeya Rêber Abdulah Ocalan bi navê guhertin û veguhertina zihniyetê bi zimanê Erebî û Kurdî tê amadekirin. Ger em pêwistî bibînin em ê bi zimanê cuda jî wergerînin. Niha jî em di amadekirina şeklê wê yê dawî de ne.”

‘Divê em hêz û rêxistinbûna xwe bikin yek’

Koçer Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê kesek nikare barê şoreşê rake. Em di şoreşeke wisa de ne ku ji hemû aliyan ve rola xwe dilîze, ji ber wê jî em weke gel çiqas bi baldarî nêzî nirx û destkeftiyên şoreşê bibin, em ê bikaribin paradîgmaya Neteweya Demokratîk, jiyana hevbeş bêyî ku ferq û cudahî di nava jin û mêr de hebe, civak û xwezayê em ê bigihîjin jiyana bi rûmet û mirovî bijîn. Em çiqas hêz, rêxistinbûyîna xwe bikin yek em ê bi şoreşek zihnî, guhertin û veguhertina bîrdozî neteweya demokratîk misoger bikin.”