Bi mîmarê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin

Parlementerê Rihayê ya Dem Partî Omer Ocalan piştî 43 mehan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 43 mehan piştre cara ewil bi biraziyê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. 

Omer Ocalan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev agahî parve kir: “Bi birêz Abdullah Ocalan re herî dawî di 3’yê adara 2020’an de hevdîtina rû bi rû hatibû kirin. Weke malbat me piştî bi salan di 23’yê cotmeha 2024’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina bi malbatê re mafekî qanûnî ye û em dixwazin şert û merc çi dibin bila bibin divê ev hevdîtin bidomin.”