Bi hestên tolhildana ji jinên Êzidî dê berê xwe bide Şengalê

Tawaf Dawûd a Êzidî ku hat rizgarkirin anî ziman ku di Fermana 74’an de hêzek nebû wan biparêze, yên ku ew diparastin jî reviyan herwiha da zanîn ku were xwestin ew ê ji bo parastina xwe û jinên Êzidî çek hilgire.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi civîneke çapemeniyê rizgarkirina du jinên Êzidî û zarokekê dema ku di 3’ê Tebaxa 2014’an di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de li Şengalê hatibûn revandin, ragihand. Tawaf Dawûd Çeto ya 24 salî a ji Til Ezêrê, Ezîza Xalid Elî a 25 û zaroka bi navê Xûnav bûn.

Tawaf Dawûd li ser 10 salên ku jiyan kiribû, hestên tolhildanê û kîna li hember çeteyên DAIŞ’ê bi kurtasî ji ajansa me re vegot.

Bi bişrîn û kenekî ji dil got 'Piştî 10 salan ez hatim rizgarkirin'

Tawaf Dawûd kêliyên destpêkê ji fermanê dema ku hate revandin wiha bibîr anî: "Baş tê bîra min roja 3’ê Tebaxê bû, wê demê ez 14 salî bûm dema ku hatim revandin. Çete hatin û hemû keçên Êzidî revandin, roj û kêliyên zor bûn, ne tenê ez hemû keçên Êzidî ev êş jiyan kirin û jana wê heta niha dikşînin." Tawaf bi kenekî li ser lêvan, bi bişrînekê û kêfxweşiyeke ji dil got ku; "Baş e bixêr piştî 10 salan ez hatim rizgarkirin."

10 sal…

Tawaf Dawûd bi xemgînî got ku her roj ji roja berî wê xirabtir û sal bi sal rewşa wan zortir dibû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Kesên hatin revandin bi tundî, îşkence tecawîz û gelek tiştan re rûbirû diman, ne tiştekî hêsan e ku ev hemû jinên Êzidî rûbirûyî wê hatin. Me jiyanek bi êş di van 10 salan de jiyan kir."

‘Min nedikarî birevim’

Tawaf Dawûd got ku wê bihîstiye ku gelek jinên Êzidî ji bo ku xwe radestî çeteyên DAIŞ’ê nekin xwe ihtîhar kirin û wiha behsa vê bûyera ku her pêre jiyan dikir dike: "Min bihîst ku gelek jin û keçên Êzidî xwe intîhar dikirin, ji ber ku nikarîbûn vê êşê tehmûl bikin û xwe radestî çeteyan bikin. Îşkence dîtin û gelek ji wan jî hatin tecwîzkirin."

Tawaf balkişand ser hewldanên wê û reva ji çeteyan û wiha sedema ku nikarîbû bireve û xwe xilas bike kir: "Min nedikarî birevim û xwe xilas bikim, ji ber gelek keçên Êzidî ku reviyan çeteyan ew girtin û li ber çavên me bi awayekî pir hov îşkence li wan dikirin, ji lewra min ji tirsa nedirêwî birevim."

Ew û xwûşka wê hatine revandin

Tawaf Dawûd da xuyakirin ku ne tenê ew hate revandin û wiha behsa malbata xwe dike û dibêje: "Piştî em hatin revandin, malbata min berê xwe dan Dihokê. Tenê keçên nûgîhayê ji malbata min revandin, lê xwûşkên min yê biçûk û kesên temen mezin hiştin, ji lewra wan berê xwe dan çiyayên Şengalê û ji wir ber bi Dihokê ve çûn. Ji malbatê ez û xwûşka min a mezin hatin revandin."

Kêfxweşiya Tawaf dibin du kêfxweşî

Dîsa bi çavekî bi ken û biriqînekê û kenekî nerm got ku; "Xwûşka min a mezin hatiye rizgarkirin, ew jî bi saya şervanên YPJ’ê ye. Ez jî ew jî hat rizgarkirin, ev bi saya YPJ’ê pêk hat. Piştî 10 salan, yekem car ez bi xwşûka xwe re a ku di sala 2019’an de hatiye rizgarkirin û bi malbatê re jî axivîm. Ez gelek kêfxweş bûm, hestekî gelekî xweş û dilşad im ku îro ez dikarim rihet bi malbatê re biaxivim. Kêfxweş im ji ber ku xwûşka min hatiye rizgarkirin, ez pêre axivîm û ji min re behsa ewlehiya li cem YPJ’ê kir ku bi rêya wan ez ê bi awayekî ewle bighêjim erda Şengalê cem wan."

YPJ’ê xwe gihand hêviya di dilê Tawaf de

Tawaf Dawûd dibêje ku wê xeyal nedikir ku wê rojekê rizgar bibe, lê hêviyên wê her zindî bû. Tawaf wiha axaftina xwe domand: "Hêviyên min hebûn ku ez ê careke din malbata xwe bibînin, lê min xeyal nedikir ku wê çawa be û ez ê werim rizgarkirin ya na. Bi saya şervanên YPJ’ê ev hêviya min pêk hat, ez bi malbata xwe re axivîm û ez ê rojên pêş jî malbata xwe bibînim, kêfxweşiyeke nayê ziman."

Tawaf dixwaze jinên Êzidî biparêze

Li ser pirsa ku Tawaf dema vegere Şengalê dê çi bike, wiha berisv da: "Ji ber ku ez dîl hatibûm girtin û revandî bûm, dixwazim destpêkê di deriyê jiyan re derbas bim, dixwazim bijîm. Min ji xwendinê hez dikir, ez ê careke din bixwînim. Herwiha piştî tiştên ku ez pêre rûbirû mam ez dixwazim bihêz bibim, xwe biparêzim jinên dora xwe û gelê xwe yê Êzidî biparêzim."

Ji jinên Êzidî re; xwe bighînin şervanên YPJ’ê

Tawaf Dawûd behsa jinên Êzidî yên çarenûsa wan nediyar û winda kir û wiha ev bang kir: "Gelek jinên Êzidî yên winda hene, ez ji wan re dibêjim ku çawa be bila hewl bidin xwe bighînin şervanên YPJ’ê. Ji ber dê ligel YPJ’ê ewlehiya xwe ya ji dest dane, bibînin."

'Yê me diparastin reviyan, were xwestin ez ê çekê rakim û xwe biparêzim'

Tawaf Dawûd dibêje ku dema vegere Şengalê wê gelek çîrokên biêş yên jinan bibhîse û wiha bi hestên tolhildanê û kîna li hember yên ku ew di nav pencên DAIŞ’ê de hiştin, li ser vê yekê tişta ku bike wiha ye: "Ez ê gelek çîrokên biêş guhdar bikim, ez ê bibînim Şengal çawa bûye piştî fermanê, çi guherîye. Me êş dît, teqez wan jî bi dûrketina me gelek êşiyan e.

Dibe ku ez beşdarî YJŞ’ê jî bibim, parastina me pêwîstiyeke, ji ber eger hêza me ya parastinê heba me yê bikaribûya li dijî êrîşên DAIŞ’ê xwe parastiba û li ber xwe bida. Lê hêzek nebû, kes jî nebû me biparêze, yê me diparastin jî (Pêşmerge) reviyan, ji lewra pêwîste em xwe biparêzin û eger were xwestin jî ez ê çek hilgirim û xwe biparêzim."

'Ez ê jibîr nekim'

Tawaf Dawûd bi vê spasiyê dawî li axaftina xwe anî: "Ez spasiya YPJ’ê dikim ku ez rizgar kirim, xûşka min rizgarkirin û gelek jinên Êzidî rizgarkirin û Ezîza jî rizgarkirin. Heta ez li ser rûyê jiyanê bim, ez ê YPJ’ê jibîr nekim ku ji bo me çi kirin."