Bi fermana Molla Heybetullah înternet li çend bajarên Efganistanê hat birîn

Bi fermana serokê Talîbanê Molla Heybetullah Ahundzade, li çend bajarên Efganistanê, înetnet an bi temamî yan jî bi qismî hat birîn. Ev biryar di navbera welatî, xwendekarên dibistanan û yên zanîngehê de bû sedema fikaran.

BEHARAN LEHÎB

Efganistan – Li gorî nûçeyan, du roj in li bajarên Qendeher, Helmand, Uruzgan, Mezar, Nangarhar, Takhar, Bedahşan û Zabûlê înternet bi temamî hatiye birîn. Li bajarên din jî her dem tê birîn. Bikarhênerên medyaya dîjîtal, gotin ku bi tu awayî nikarin bigihîjin torên medyaya dîjîtal û xizmetên li ser înternetê.

Çavkaniyên li Kabulê, diyar dikin ku ev yek bi fermana Molla Heybetullah hatiye kirin û armanca kontrolkirina agahiyan û bi sînorkirina gihîştina torên medyaya dîjîtal e, lê Talîbanê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nedaye.

Birandina înternetê li ser perwerde û bazirganiyê bandorê çêdike

Birandina înternetê li jiyana rojane ya gel bandorên neyînî kir. Gelek xwendekarên dibistan û zanîngehan, gotin ku ew nikarin li ser înternetê perwerdeyê bibînin. Bazirganan jî diyar kirin ku ji ber birandina înternetê, di warê madî de zirarê dîtine. Aktivîstên siyasî vê hewldanê, li dijî azadiya ramanê û mafê gihîştina agahiyan dibînin û hişyarî dikin ku her biçe dê Efganistan bi tenê bimîne.

Li gorî Talîbanê înternet ‘guneh’e

Talîban, bikaranîna înternetê ji aliyê îslamî ve weke ‘guneh/heram dibîne. Xwendekara zanîgehê Nesrîn Welî ya li Kabulê bi riya dîjîtal perwerdeya xwe didomîne wiha got:

“Ez fam nakim çima dema ku Talîban ji bo dijminahiya xwe ya li dijî jinan û dijberiya şaristaniyê meşrû bike, her dem îslamê ji xwe re dike hincet. Ew dizanin ku bi navê îslamê dikarin bi hêsanî zextê bikin, her kesê bêdeng bikin. Ji dema ku min bihîst înternet li hinek bajaran hatiye birîn ve heta niha, di nava stresê de me. Ger heman tişt li Kabulê jî bibe dê çi bibe? Wê şevê xew neket çavên min. Her dem xwendekarên jin ên ku tevî zoriyan jî bi riya dîjîtal perwerde dibînin hatin bîra min. Talîban her dem hincetên olî û exlaqî nîşan dide lewre dizane ku jin û keçên ciwan, bi riya dîjîtal dikarin perwerde û xebatên xwe bidomînin. Ji ber wê jî serî li zexteke nû dane.”

Dê hêviyên jinên Efgan tu carî neşikên

Jina ciwan a ji Mezarê Roya Wasil jî wiha dibêje: “Ji komeke dijminê jinan, nexweş û dermirovî, mirov tişteke din hêvî nake. Bi sedan jin û zarokên weke min, careke din ji perwerde û xebatê bêpar man lê ez bawer dikim ku dê jinên Efganistanê tu carî hêviyên xwe winda nekin.”

Birandina înternetê rêbaza bi sînorkirina azadiyê ye

Birandina înternetê ya bi fermana serokê Talîbanê, hewldaneke nû ya ji bo bi sînorkirina azadiyê ye. Vê gavê, tenê gihîştina welatiyan a perwerde, kar û bazirganiyê naxe xeterê; bi taybetî ji bo mafên jinan û keçên ciwan ên perwerdeyê û civakî astengiyan derdixe. Tevî hemû zextan jî berxwedan û dengê jinên Efgan, nîşan dide ku di civaka Efgan de azadî, edalet û hêvî hê jî zindî ne.