Bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berxwedan mezin dibe
Jin û ciwanên ku li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya serhildanê kirin, bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berxwedana xwe mezin dikin.
Navenda Nûçeyan – Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve destpê kir, di meha xwe ya duyemîn de bênavber didome. Xwepêşandanên ku ji 7 heta 70 her kes beşdar bûn, li hemû deveran berdewam bûn, Yekîtiya Zanîngehên Kurdistanê ragihand ku deriyên zanîngehê girtiye. Xwendekarên ku di çalakiyan de berxwedaneke mezin nîşan dan, peyam dan ku heta jiyana azad û demokratîk ava bikin wê serhildan bidome.
Xwepêşandanên li bajaran belav bûne berdewam dikin
Çalakiyên protestoyî yên li bajarên Sine, Mehabad, Bokan, Miyandiwa, Pîranşar, Merîwan, Seqiz û Kirmaşanê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kirin, didomin. Di çalakiyên bi pêşengiya ciwan û jinan de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bilind dibe. Mîno Mecîdî ku 40 roj berê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, di çalakiyên li Kirmaşanê de hat bîranîn. Bavê ku kurê wî ji aliyê rejîmê ve hat qetilkirin, parve kir ku di bîranîna Mîno Mecîdî ya li goristanê de, kurê wê beriya ku tevlî çalakiyan bibe ji wê re got, "Ti şoreş bê rijandina xwînê nabe."
Agir hat dadan û rê li trafîkê hat girtin
Li gelek taxên Sine, Merîwan, Seqiz, Mehabad, Pîranşar, Miyandiwa û Bokanê ciwanan agir pêxistin û rê li trafîkê girtin. Xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine xwepêşandanek berfireh li dar xistin. Li aliyê din hêzên rejîma Îranê bi guleya rasterast û avêtina gaza bîberê hewl dan xwendekaran ji hev belav bikin. Xwendekarên zanîngehên Peyam Nûrî û Merîwanê jî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bimre dîktatorî” çalakî li dar xistin.