“Bi baykota malên Tirkî em dikarin ziyanê bigihinin dagirkeran”
Ji jinên Helepçe Nermîn Sadiq êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku dijminê Kurdan yeke, divê Kurd jî li hemberî êrîşan yekbin.
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Di 15’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li ser herêm Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê bi baweyek berfireh êrişên hewayî pêkanî. Di 17’ê Nîsanê de jî bi hewayî û bejahî li heman qadan dest bi êrişan kir. Bi destpêkirina êrişan re PDK’ê jî hêzek zêde rêkir Şêladizê û Dêrelûkê. Piştî êrîşên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê destpê kir nerazîbûnên gel jî zêde bûn.
Ji welatiyên Helepçe Nermîn Sadiq da zanîn ku hertim welatên derdor xwestine herêmên Kurdan dagirbikin û wiha got: “Iraqê Helepçe kimyabaran kir, Tirk jî dixwaze hemû deverê Kurdistanê dagir bike. Gundî dibin gefên êrîşên dewleta Tirk de nikarin di gundê xwe de çandiyê bikin. Ger PDK ji dagirkeran re rêyê xweş neke, kes nikare sînorê Kurdistanê derbaz bike. Em dikarin bi yekitiya xwe li dijî dagirkeriyê bisekinin.”
“Divê em kel û pelên Tirkî boyîkot bikin”
Nermîn Sadiq bi bîr xist ku bi rêya baykotê dikarin ziyanê bigihînin bazirganiya dewleta Tirk û wiha dom kir: “Em dikarin bi baykotkirina kel û pelên Tirkî ziyanê bidin aboriya dewleta Tirk. Çawa ku dewleta Tirk li Tirkiye li dijî Kurdane, li vêderê jî li dijî Kurdane û dijmînê herçar aliyê Kurdistanê ye û dijminê Başûrê Kurdistanê ye jî.”