Bi 32 guleyan qetilkirin!

ÎHD û Xizmên Windayan di hefteya 680’an de aqubeta Hamet Barut ê sala 1994’an hatî qetilkirin pirsîn.

Amed - Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin werin dîtin û kujerên wan werin darizndin di hefteya 680’emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk hat. Xizmên Windayan ên bi daxwaza “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li hev kom bûn, wêneyên windayan hildan. Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî beşdarî çalakiya vê hefteyê bû. 
Di çalakiyê de çîroka windakirina Hamet Barut ê di 6’ê gulana 1994’an de li gundê Gomagê yê bi ser navçeya Pasûra Amedê ve bû qûrbaniyê kiryar nediar hat xwendin û hat xwestin ku kujerên wî werin darizandin. Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahîr Saçaklidir axivî û bal kişand ser darizandinên hevserokên giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan. 
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk da zanîn ku xizmên windayan demek dirêj e ji bo edaletê têdikoşin û ev têkoşîna hem li Amedê hem li Stenbolê didome û sozên ku ji dîtina windayan û ji bo darizandina kujeran hatine dayîn bila werin  bicih bînin. 
“Gundiyan cenazeyê wî dîtin”
Ji rêveberên ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya windakirina Hamet Barût ê bi 32 guleyan hat qetilkirin xwend. Derua Yildirim diyar kir ku Fermandarê Tûgaya Bolu Orgeneral Yavuz Erturk ê bi doza Komkujiya Pasûrê tê naskirin, di sala 1993'yan de li navçeya Pasûrê gelek operasyon pêk anî û ew berpirsyarê kuştin û windakirina gelek kesan e. Derya Yildirim anî ziman ku di salên 1990'î de cînayetên kiryar nediyar gelek hovane bûn û got: "Di bin fermandariya vî fermandarî de di wan salan de gelek gund hatin şewitandin û valakirin. Yek ji van gundan gundê Gomagê ye. Di 6'ê Gulana 1994'an de yekîneyên leşkerî yên Tûgaya Boluyê bi ser gund Gomagê de girtin. Di serdegirtinê de hemû gundî li qada gund hatin komkirin û îşkenceyên giran li gundiyan hat kirin. Yek ji kesên ku îşkence lê hat kirin Hamet Barut bû. Piştî serdegirtin û îşkenceyê leşkerên ku ji gund derketin Hamet Barut bi xwe re birin. Hemû şêniyên gund bûn şahidê vê rewşê."
Deryar diyar kir ku di 12'ê Gulana 1994'an de xizmên Hamet 5 kîlometre dûrî gund li kêleka rê cenazeyek ku baş nehatiye veşartin dîtine û wiha got: "Piştî ku ew cenaze hat derxistin hat tespîtkirin ku cenaze aîdî Hamet Barut e û pişt re xizmên wî cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Di encama otopsiya ku li nexweşxaneyê hat kirin de derket holê ku Hamet Barut bi 32 guleyên ku li bedena wî ketine jiyana xwe ji dest daye. Piştî otopsiyê cenaze hat wergirtin. Cenazeyê Hamet Barut ji aliyê malbatê ve li gund tê veşrtin. Lê belê ji ber zext û gefên ku berdewam dikin malbat nikare bikeve pey şopa bûyerê.” 
Piştî daxuyaniyê çalakgeran deqîqeyek çalakiya rûniştinê li dar xist.