Li Stenbolê amadekariyên “Hevdîtina Jinan a Mezin”

Platforma jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kir û banga tevlîbûna hevdîtina jinan a 6’ê Adarê kirin.

 
Stenbol - Platforma jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Jinan diyar kir ku ew ê di vê 8'ê Adarê de bi dirûşma“ Em têkoşîna li dijî xizanî, tundî û kolonyalîzmê mezin dikin! Hêza me ya guhertinê heye," li qadan bin. Di civîna ku tevî endamên platformê, gelek saziyên jinan jî tevli bûn pankarta "Em li dijî xizanî, tundî û kolonyalîzmê têkoşînê mezin dikin" hat vekirin.
"Deskeftiyên me tên hedefgirtin"
Endama Mor Solidarity Ezgî Gûrer ku li ser navê platformê metnê daxuyaniyê xwend, diyar kir ku îqtîdar dixwaze barê giran ê xitimîna aborî û siyasî li ser milên jinan bar bikin û got: “Îqtîdara mêr ku çav bera jiyana me daye û dixwaze me hepsî nav dîwaran bike her ku diçe tundiya li ser jinan zêde dike. Bi qeyarana aborî re ku herî zêde bandora xwe li ser jinan dike êdî em nemadikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî bistînin." 
"Emê têkoşînê daxin qadan"
Ezgî Gûrer destnîşan kir ku hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn her tim bi tundî û gefan re rû bi rû ne û destnîşan kir ku jin ji hemû pêkhateyan dixwazin li hemberî şîdeta mêr bêparastin bên hiştin û wiha got: “Bi vîrûs, şert û mercên zehmet jiyana me tehdîd dikin û ji her demê bêhtir  karê malê û lênêrîna zarokan li pişta jinan bar dikin." Ezgî diyar kir ku ew ê di 6'ê Adarê saet 13.30'an de li li dijî van hemû zext û zaroiyan Qdiykoyê bin û bang li jinan kir ku tevli "Hevdîtina Jinan a Mezin" ku dê bê lidarxistin bibin û got ku ew  hemû jinan vedixwînin çalakiyê.