Beşdarên konferansa li Bexdayê: Jin êdî di pêvajoya biryargirtinê de jî hene
Jinên ku beşdarî 2’yemîn konferansa bi dirûşma ‘Jin hevkarên bingehîn ên pêşketinê ne’ ya li paytext Bexdaya Iraqê bûn, destnîşan kirin ku jin êdî di pêvajoyên biryargirtinê de jî cih digirin.

RECAA HEMÎD
Iraq – Foruma jinên Iraqê û civaka sivîl, ji bo bihêzkirina beşdariya jinan bi dirûşma ‘Jin hevkarên bingehîn ên pêşketinê ne’ duh 2’yemîn konferansa xwe li paytext Bexda ya Iraqê li dar xist. Di konfernasa ku ji hikûmetê û civaka sivîl gelek kes beşdar bûn de, rola jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de û bihêzkirina jinan hat nîqaşkirin.
Beşdaran diyar kirin ku bihêzkirina jinan şertek jê neveger ê pêşketinê ye, bi vê ve girêdayî ye û gotin: “Ji bo zêdekirina jinan a di beşdariya pêvajoyên biryargirtinê û avakirina aştiyê de, divê saziyên civaka sivîl zêdetir bixebitin.”
‘Bihêzkirina jinê, bihêzkirina civakê ye’
Endama Konseya Bilind a Karûbarên Jinan û Şêwirmenda Berpirsa Karûbarên Jinan a Serokwezîr Dr. Şehba El-Azawî, di axaftina xwe ya bi rêya vîdeo konferans kirî de da zanîn ku hevkariya di navbera civaka sivîl û hikûmetê de bingehê avakirina civakeke hevseng e, divê ev vegere nêrînek sazîbûnê û got: “Bihêzkirina jinê ne luks e, hêmana bingehîn a pêşketina domadariyê ye.”
‘Jin kilîta guherînê ye’
Parêzvana mafên jinan Raşa El-Cuburî anî ziman ku jinan bandorek bêdeng û bihêz ava kiriye, êdî ne tenê pêkanîn, biryar didin û bûne xwedî vîzyon û wiha got: “Jin li benda firsendan nemane, ew bi xwe firsendên xwe ava dikin. Bi fêmkirina pêwîstiya civaka hişyar û jinên perwerdekirî, dikare çareseriyên rast hilberîne.”
‘Jin bingeha riya pêşxistina Iraqê ye’
Rûnişta yekem: Bi sernavê ‘Hevkariya bingehîn a jinan a di pêşketinê de’ rola hikûmetê, zagonên parlementoyê û cihê jinê yê di pêşxistinê de hat nîqaşkirin.
Dîrektora Bicîhanîna civaka sivîl û Foruma Jinên Iraqê û Şêwirmenda Berpirsê Saziyên Civaka Sivîl ya Serokwezîr Sara Iyad Alawî di forumê de axivî. Sara diyar kir ku jinên Iraqê ji dîrokê ve di avakirina civakê û rêya pêşketina netewî de hêmana herî çalak e û wiha got: “Divê ev beşdarî zêde bibe, ji biryargirtinê heta pêşketinê, ji xebatên civakî heta lîdertiya siyasî divê di her qadê de rola jinan were bihêzkirin. Saziyên civaka sivîl, bi taybetî yên ku bi pirsgirêkên jinan re eleqeder dibin, di parastina mafê jinan de û hişyarkirin civakê de rolên girîng lîstine, bi bernameyên perwerde û pêşketinê kapasîteya jinan zêde kiriye.”
‘Piştevaniya jinan divê ji bo bihêzkirina wan be’
Rûniştina duyem: Bi sernavê ‘Jin û biryargirtin’ bandora polîtîkayên netewî ya beşdariya siyasî ya jinan hat nîqaşkirin.
Perlamentera berê Leyla El-Xafacî, da zanîn ku jinên Iraqê, bihêz, bi sebir û pêşeng in. leyla El- Xafacî wiha axivî: “Jinên Iraqî di nava 30 salên berê de bi dûrxistin, îşkence, sirgûn û girtinê re rûbirû bû. Tevî van zehmetiyan jinên Iraqî hevgirtina malbatê parastin û cih di cihên biryardanê de girtin. Divê piştevanî ji jinan re bê dayîn ne tenê di warê parastina wê de, lê di aliyê bihêzkirin û pêşxisitina wê de be jî. Jin bi xwe hebûna xwe di nava cihên biryardayîn û qada siyasî de îspat dikin.”
Rêxitinên piştevaniya jinan dikin
Seroka Rêxisitna Kahramana ya Karûbarên Jinan, Sara Salah El-Dîn roal civaka sivîl di piştevaniya jinan û parastian mafên wan de nirxand ê got: “Ev rêxisitn ji bo hêzdarkirina jinan û paşvebirina wan bo cihên rêveberiyê. Rêxistina civaka sivîl di navde rêxistina Kahramana gelek projeyên ku armanc dikin piştevaniya jinan di warên cûrbicûr de bi taybet beşdariya wan a siyasî, pejirandin e.”
‘Jina Iraqî tevî hemû zoriyan hêza xwe îsbat kiriye’
Rûniştina sêyem: Bi sernavê ‘Jin û avakirina aştiyê’ rola jinê ya di pêvajoyên aştiyê de hat nîqaşkirin. Suzan Arif di vê rûniştinê da zanîn ku jina Iraqî tevî hemû zoriyan hêza xwe îsbat kiriye, bal kişand ser girîngiya biryara hejmar 1325 û 2250 ya Konseya Ewlehiya NY’yê.
Konferans bi peyamên ku jin ne tenê mexdûr, her wiha hêmana aktîv ên aştî û pêşxistinê ne bi dawî bû.