Jinên Tûnisî: Jin di parastina jîngehê de hevkarên stratejîk in
Jinên Tûnisî li ser xetereyên xirabûna qata ozonê ku ji rêjeya penceşêra çerm zêde dike, hişiyarî dan. Jinan destnîşan kir ku jin di parastina qata ozonê de hevkarên stratejîk in.

NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Bi boneya Roja Navneteweyî ya Parastina Qata Ozonê ku di 16’ê Îlonê de tê pîrozkirin, Ajansa Parastina Jîngehê bi amadebûna pisporên komeleyan, duh panêlek zanistî ya bi mijara “Em di lênêrîna jîngehê de çiqas serkeftî bin, em dikarin qata ozonê ewqas ji zirara wê ya girîng û bandorên neyînî yên li ser avhewayê biparêzin” li dar xist.
Panêlê behsa çawaniya parastina qata ozonê, girîngiya bikaranîna amûran, bi taybetî klîma û sarincê û stratejiyên gengaz ên ji bo parastinê kir. Her wiha ji ber rola girîng a ku jin di parastina jîngehê û tenduristiya civakê de dilîzin, pêwîstiya yekkirina nêzîkatiyek zayendî destnîşan kir. Li gorî pisporên jîngehê jin, dayîk perwerdekar û çalakvan in ku guhertinê ber bi hişmendiyek kûrtir a jîngehê ve dibin ku pêşerojek çêtir ji bo nifşên pêşerojê mîsoger dike û qata ozonê ku mertala parastinê ya erdê ye, diparêze.
Parastina tenduristiyê girîng e
Di çarçoveya panêlê de, bijîşka tenduristiya giştî Bahia Kashou tekez kir ku jin di parastina jîngehê de berpirsiyariyeke mezin hildigirin, ji ber ku ew bingeha mezinkirina zarokan in. Bahia Kashou wiha li gotinên xwe zêde kir: “Xetereya xirabûna qata ozonê ku bûye sedema zêdebûneke girîng a qansêra çerm û bandora girîng a tîrêjên ultraviyole li ser çavan. Em banga perwerdekirina zarokan a li ser dûrketina ji ber zêdebûna rojê, bi taybetî dema ku diçin serdana peravan, dikin. Paqijkirina peravan û berhevkirina bermayiyan berpirsyariyeke kolektîf e ku bi dayîkê dest pê dike û fêrî zarokên xwe dike ku cihan wek ku dîtine paqij bihêlin. Her wiha şîrdayîn (mêjandin) jî ji bo parastina zarokan a ji nexweşiyên giran gelek girîng e.”
‘Komele ji bo kampanyayên hişyariyê dixebite’
Pispor û endama Komeleya Tûnisê ya Sarinc û Klîmayê Aida Sliti, balkişand ser girîngiya belavkirina hişmendiya jîngehê ya wek mijûlbûna bi şûşeyên avê yên plastîk. Aida, bi van gotinan hişyarî da: “Xetereya veguhestina sarinc û klîmayan bi awayekî bêserûber, ji ber ku ew gazên qirêj dihewînin. Komele ji bo organîzekirina kampanyayên hişyariyê ji bo teknîsyen û endezyaran dixebite da ku wan teşwîq bike ku jîngehê biparêzin. Paşguhkirina jîngehê pir biha ye, ji ber ku ev yek di avhewa û bihayên xwarinê de xuya dike. Di heman demê de çandina çandeke jîngehê di zarokan de di warê çawaniya mijûlbûna bi bermayiyan û bataryayan de gelek girîng e.”
Perwerdehiya ekolojîk ji malê dest pê dike
Endezyar û çalakvana civaka sivîl Henan Alawî da zanîn ku pêdîviya perwerdehiya jîngehê ji bo zarokan girîng e û wiha got: “Jin berpirsiyariya sereke di fêrkirina wan de digirin ku çopê neavêjin û jîngehê biparêzin. Her wiha ji civaka sivîl tê xwestin ku rêveberiya bermayiyan baştir bike, ji ber ku her têkçûnek di vê yekê de dibe sedema berfirehbûna qula ozonê.”
‘Jin di parastina qata ozonê de hevkarên stratejîk in’
Çalakvana jîngehê Wefaa El-Gharbi destnîşan kir ku pîrozkirina Roja Navneteweyî ya Parastina Qata Ozonê, bîranînek e ji bo girîngiya rola jinan di piştgiriya stratejiyên neteweyî yên ji bo parastina jîngehê de. Wefaa El-Gharbi wiha axivî: “Dema ku jin hişmendiyek jîngehparêz bi dest dixin, ew bi her kiryar û tevgerê beşdarî parastina jîngehê dibin. Berpirsyariya xirabûna ozonê ne tenê bi kargehan ve girêdayî ye, di heman demê de dighîje pratîkên mirovan ên takekesî jî ku xurtkirina hebûna jinan di civaka sivîl de, bi taybetî di warê jîngehê de dike şertek ji bo serkeftina polîtîkayên neteweyî.”