Bernameya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî di navbera 8 û 16’ê Gulanê de ne

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, bernameya Cejna Zimanê Kurdî bi deklarasyonekê aşkera kirin.

Amed -Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî bernameya 15’Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Eywana Civînê ya Tahir Elçî ya Baroya Amedê bi civîneke çapemeniyê aşkera kirin. Partiya Heremên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-Bakur) ên di bin banê Platforma Zimanê Kurdî de cih digirin, Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstituya Kurdî ya Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Maseya Weşangeran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Saziyên Jinan, Maseya Ragihandinê, Maseya Karsazan, Maseya Akademîsyen û Sosyolojiyê, Maseya Tenduristiyê, Maseya Odeyên Pîşeyî yên di bin banê Tora Ziman û Zimanê Çanda Kurd de cih digirin tevli civînê bûn. Di civînê de pankarta, “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeye” hat daliqandin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî metna daxuyaniyê xwend. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan jî bernameya xwe aşkera kir. 

Şerefxan Cizirî di destpêke de bi bîr xist ku di 15'ê Gulana 1932'yan de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hatiye derxistin, gelê Kurd jî ji sala 2007'an ve 15'ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" îlan kiriye û diyar kir ku her sal vê rojê bi ruhê neteweyî pîroz dikin.

“Hawar çavkanî ye em ê xwedî lê derbikevin”

Cizirî, axaftina xwe bi sernivîsên Kovara Hawarê ya hejmara yekemîn wiha domand: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e” û got ku ew ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin.

Divê perwerdeya bi zimanê Kurdî hebe

Cizirî, bal kişand ser polîtîkayên dewlete yên bişaftinê yên li ser ziman û çanda Kurdî û ev tişt anî ziman: “Pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê Kurdî tên meşandin e. Ji avabûna Komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome. Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de, pewîst e zagonên bingehîn en ku li pêşiya azadiya zimanê Kurdî asteng in, bên sererastkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.”

Dê tevahiya hefteyê were pîrozkirin

Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan jî diyar kir ku dê îsal Cejna Zimanê Kurdî di navbera 8 û 16’ê Gulanê de hefteyekê pîroz bikin û ji bo tevlibûna bernameyan wiha bang li gel kir: “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji heft, heta heftê salî, bi coş û kelecana xwedî derketin û parastina nirxên xwe yên neteweyî beşdarî bernameyên Cejna Zimanê Kurdî bibin, govenda Zimanê Kurdî bigerînin, dengê xwe tevli lîlandina dayikên ku sembol û nîşaneya "Zimanê Dayikê" ne, bikin. Em ê, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçe û kolanê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û li hemû qadên jiyanê; bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî bijîn.”

Bernameya 15'ê Gulanê wiha ye:

* 9’e Gulanê, di saet 16.30-19.00’an de di pêşengiya Tor û Platformê de li meydana bajêr kursiya zimanê Kurdî dê bê danîn û dersên Kurdî werin dayîn.

* 9'ê Gulanê, di pêşengiya Tor û Platformê de Bernameya dersen ziman di seat 16.30-19.00 de li qada bajêr were dayîn.

*10’e Gulanê di pêşengiya saziyên çand û ziman de dê saet 16.00'an de li navçeya Bismile atolyeyên zarokan bên dayîn.

*11'ê Gulanê di pêşengiya Çand û Ziman de li parka Mûsa Anter a Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismilê saet di 16.30'an de Atolyeya Ziman (Dersa Kirmanckî) were dayîn.

*Di pêşengiya Komîsyona Çand û Ziman a Jinan de nîşandana fîlmê bi navê "Cîranê Min Totoro” dê saet di 19.00’an de li Parka Newrozê bê nîşandan.

*12'ê Gulanê saet di 20.00’an de Şanoya Bajar a Amedê lîstika Hinek henek ji bîneran re were pêşkêşkirin.

 *13’ê Gulanê li ber Edliyeya Amedê di pêşengiya Tor, OHD û Maseya Ziman a Baroyê de saet di 12.30’an de daxuyaniyek were dayîn.

*Di heman rojê de dê li Parka Rojavayê saet di 20.00'an de Bernameya Dîwana Dengbêjan were lidarxistin.

*14'ê Gulanê dê di pêşengiya saziyên çandê de bi cil û bergên neteweyî li ber Şanoya Bajêr a Amedê saet di 14.00’an de daxuyanî were dayîn.

*15'ê Gulanê di pêşengiya Tor, OHD û Komîsyona Ziman a Baroyê de saet di 12.00-15.00’an de panela bi navê "Ziman û Hiqûq" li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî were lidarxistin.

*Di heman Rojê de bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr dê li Bayramogluyê saet 16.00'an de meşek were lidarxistin. 

*Di heman Rojê de li Zarok Ma'yê di saet 18.00'an de bernameya Dwana Zarokan bê lidarxistin. 

* Dê di 16'ê Gulanê de li Eywana Dawetê ya Demîrokê di navbera saet 19.30 û 23.00'an de şahiyek were lidarxistin

Bername bi lêxistina erbaneyan bi dawî bû.