Behiya Murad: Zagon yek ji riyên parastina jinan ji tundiyê ye
Endama rêveberiya Mala Jin a Kantona Qamişloyê Behiya Murad da zanîn ku rêjeya tundiya li ser jinan li cîhanê gihîştiye asteke xeternak û destnîşan kir ku zagonên Rêveberiya Xweser heta astekê parastina mafên jinan dikin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, endama rêveberiya Mala Jin a Kantona Qamişlo, Bakur Rojhilatê Sûriye Behiya Murad têkildarî mijara tundiyê û xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina tundiyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin nirxand.
‘Li cîhanê asta tundiyê zêde bûye’
Behiya Murad diyar kir ku daneyên li cîhanê der barê tundiya li ser jinan tên belavkirin, rast nîn in hejmar ji daneyan gelek zêdetir û wiha got: “Daneyên fermî yên ku têkildarê tundiya li dijî jinan tên belavkirin gelek in. Hejmarek zêde ya jinan di cîhanê de rastî her cure tundiyê tên û ev yek nayê eşkerekirin. Heta roja îro di gelek welatan de paşverûtiyên civakî li pêş in. Zêdebûna asta tundiya li ser jinan xeteriyek cidî ye. Mixabin ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li tevahî cîhanê xetera tundî û kuştinê zêde dibe. Ji ber vê yekê jî bar girantir dibe. Di sala 2024’an de herî zêde dozên tundiya li ser jinan û pirsgirêkên di navbera jin û mêr de çêdibin tên ber destên me. Ji bo em tundiyê ji holê rakin, xebatan didin meşandin. Bi riya şiyarkirina civakê em hewl didin van bûyeran kêm bikin û mafên jinan bi dest bixin.”
‘Li ser înternetê jin rastî şantajê tên’
Behiya Murad bal kişand ser şantaja ku li ser înternetê li jinan tê kirin û wiha domand: “Di dema dawî de tundî bi rengekî cuda li pêş e, ew jî şantaja li ser înternetê ango reşkirina jinan e. Jinên ciwan bi riya bername û torên civakî tên tacîzkirin. Mêr bi weşandina wêne û vîdyoyên taybet, gefê li jinan dixwin, ev jî wisa dike ku kesên mexdûr dibin birevin an jî bêdeng bimînin. Em bi awayekî zagonî alîkarî didin. Bi qasî sûd û pêwîstiyê, encamên înternetê yên xirab jî hene. Hinek jinên ciwan dikevin bin bandora wê. Loma em giranî didin ser xebatên şiyarkirina jinan da ku ji bo parastina xwe li ser medyaya dîjîtal, bêtir baldar bin. Jinên ku rastî vê yekê tên, xwe digihîjînin aliyên pêwendîdar û heta em doza wan çareser dikin, wan li malên parastinê bi cih dikin.”
‘Zagonên Rêveberiya Xweser jinan diparêzin’
Behiya Murad bal kişand ku Rêveberiya Xweser bi riya zagonan parastina jinan dike û wiha behsa wan zagonan kir: “Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve heta sala 2014’an gelek zagonên ku dikevin xizmeta maf û hebûna jinan hatin erêkirin. Di biryarnameya hejmar 1 a sala 2023’an de “Zagona Malbatê” hat erêkirin. Di vê zagonê de mafên jinan ên parastina ji tundiyê, zewac, berdan, xwedîkirina zarokan û hwd. hatine diyarkirin. Di heman demê de, di vê zagonê de darizandina sûcên li dijî jinan de tên kirin heye. Wek zewaca bi darê zorê, pirzewacî, xiyanet, zewaca di temenê biçûk de, zewaca jinan di ber xwînê de yan berdêlî û heyrandina wan hatin diyarkirin. Bêguman kesên ku van mijaran ango vê zagonê binpê bikin ceza li wan tê birîn.”
‘Bi perwerdekirinê tundî kêm bûye’
Behiya Murad got ku li gorî salên borî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi perwerdekirina civakê re rêjeya tundiyê kêm bûye û wiha bi dawî kir: “Em dibin şahidên gelek bûyeran, em dixwazin ku edalet were pêkanîn. Em ji bo maf û azadiya jinan dixebitin. Rêjeya giştî ya tundiyê, li gorî sala borî kêm bûye. Em dibînin ku ev ji encama perwerde û şiyarkirina civakê ye. Ji derveyî plansaziyên me yên li komîn û saziyan, em plan dikin ku berê xwe bidin dibistanan û li wir jî ji bo şiyarkirina zarokan semîneran bidin. Hê jî em di dozên pirzewaciyê de zehmetiyan dikşînin. Ji bo wê jî em di nava têkoşînê de ne.”