Avaşîn Hêlîn: Ragihandin dikare çarenûsa jinên Sûriyeyê biguherîne
Rojnameger Avaşîn Hêlîn girîngiya hebûna hevgirtina jinên rojnamevan ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê anî ziman, diyar kir ku ji bo hikûmet bi çîrokên derewîn dosyayên kiryarên li dijî jinan negire pêwîstî bi ragihandina azad heye.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina HTŞ’ê ser dika desthilatdariyê, li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Medyaya Sûriyeyê jî ket nava veguherîneke mezin û ji nû ve avakirinê.
HTŞ di bingeha xwe de xwedî hişmendiyeke tundrew û Îslamiya siyasî ye. Ji ber vê yekê, nêrîna wan a li ser medyayê, rojnamegeriya azad, mafên jinan û piralîbûnê cihê guman û fikarên cidî ye. Di bin vê desthilatdariyê de, metirsiya wê yekê heye ku medyaya nû tenê li gorî qanûn û pîvanên wan were şekildan.
Tê zanîn ku dewlet û desthilatdarî her tim qada ragihandinê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin; agahiyên rast bi awayekî berovajî ji civakan re radigihînin û civakan li gorî pergal û hişmendiyên xwe bi rê ve dibin. Di rastiyê de, ev yek ne ji bo ku civak bibe xwedî agahî, fikir û lêpirsînên rastîn e. Armanca sereke ya vê yekê ne ew e ku civakeke xwedî hişmendiya rexnegir û azad biafirîne. Berevajî vê, armanc ew e ku civakeke guhdêr, bêdeng û li gorî pergala heyî tevbigere, bê avakirin.
Rojnameger Avaşîn Hêlîn têkildarî veguherîna çapemeniyê li Sûriyeyê, bi berfirehî bersiva pirsên nûçegihana ajansa me da.
*Di pêşerojê de li Sûriyeyê çapemenî bi çi zimanî li hemberî xeta kapîtalîzmê û hikûmeta heyî ku dixwazin feraseta xwe li ser civakê, bi taybetî li ser jinan ferz bikin, dikare xwe îfade bike?
Sûriye di qonaxeke pir nazik û veguhêz re derbas dibe. Bi salan e şer, pevçûn, koçberî, penaberî, koçberiya ber bi derveyî welat, kuştin û revandin didome. Her wiha bi salan e gel di nava krîzên aborî û mirovî de dijîn. Beramberî ewqas krîzan jî gelê Rojavayê Kurdistanê û gelê Sûriyeyê bi giştî berxwedaneke bêhempa dan raberkirin û ev berxwedan didome. Li vê herêmê ji bo çapemenî bibe dengê civaka xwe û ji raya giştî re bûyer û geşedanan ragihîne, gelek xebat hatin kirin. Ji bo ku bûyerên li Sûriyeyê diqewimin werin ragihandin û ji bo teşhîrkirina vê sîstemê û eşkerekirina hişmendiyê rojnamger karê xwe dikin. Her wiha ji bo xalên ku divê di destûra Sûriyeyê ya nû de hebin, rojnamevanên jin û yên giştî jî li Rojavayê Kurdistanê kedek bêhempa didin. Ji ber ku her dema diçe bar girantir dibe. Ji ber wê ye ku heta niha daxwazên rojnamegerên jin ên ji bo mafên zagonî û hiqûqî sînordarkirî ne. Jinên ku dixwazin doz û pirsgirêkên xwe parve bikin, bi pirzewacî, tundiya malbatî, tundiya dewletê û tundiya rojane re rûbirû diman, cesaret nedikirin û nikaribûn bînin ziman.
Niha tenê şeklê hikûmetê li Sûriyeyê hatiye guhertin lê hişmendî heman hişmendiya rejîma Beasê ye. Maf ji jinan re nehat veqetandin ku bibin avaker, sazkar deng û rengê wan di giştî qadên jiyanê de diyarker be. Têkoşîna jinan piştî guhertina desthilatdariyê li Sûriyeyê bi hêztir bû. Her çiqas niha gutûbêj ji bo pêvajoya entegrasyonê tên kirin jî herî zêde jin dixwazin di destûra Sûriyeyê de mafên xwe bi dest bixin. Ji cihgirtina jinan û bûyîna sazkarên nivîsandina destûrê zêdetir ya herî girîng ew e ku jin niha ji bo di destûrê de hebin têdikoşin.
Li beramberî hikûmetek wiha têkoşîna jinan pir girîng e, bi taybetî jî jinên rojnamevan. Li beramberî zextên heyî û bêdengkirina jinan rojnamevan dibin dengê berxwedanê. Ji ber ku kaptalîzm û hişmendiya baviksalarî li jinan wekî objeyek dinerin ne wekî hebûnek bikaribe têbikoşe di cihên biryarê de be û nêrîna wê were guhdarkirin. Lê jinên Rojavayê Kurdistanê heta niha têkoşîna wê raber dikin da ku bi xwebûna xwe ya jinbûnê bikaribin bibin xwedî maf, ne ku li gorî razîkirina kesan an jî razîkirina pergalê tevbigerin. Pergala kaptalîst ji porê jinan heta neynûkên lingên wan tevgera wan dide diyarkirin. Çi li xwe bike, çawa bikene û çawa biaxive hemû diyar dike. Jinan ji xwebûna wan a jinbûnê derdixe. Gelek caran jin weke robot dimînin û jinên ku di hikûmetê de hatine bicihkirin jî bi heman awayî ne. Ketina vê zanebûnê li beramberî feraseta heyî xaleke têkoşînê ya pir girîng e ji bo jinên rojnamevan. Ji bo ku em bikaribin giştî jinan di vê xalê de bidin hişyarkirin û xebatê li gorî wê bidin meşandin.
*Li Sûriyeyê bi dehan jin û zarokên keç ên 3 salî jî tên qetilkirin, revandin û destdirêjiya zayendî li wan dibe lê ev nabe rojeva raya giştî. Bi nêrîna te sedem çi ne û ger rewş wiha bidome, sûc û binpêkirinên li dijî mafên jin û zarokan werin nixumandin û bi çîrokên derewîn rastî werin berovajîkirin wê çi bibe? Çima divê bal li ser van binpêkirinan were kişandin û ronî bibin? Wê kî bibe dengê van jin û zarokên keç ên ku ji gelek mafên xwe bêpar dimînin?
Li giştî Sûriyeyê û bi taybetî li peravên wê, mixabin, rojane nûçeyên qetilkirin, revandin, tacîz û destdirêjiya li ser jinan tên weşandin, heta ji mafê perwerdeyê bêpar tên hiştin. Rojek bêyî qewimîna van bûyeran derbas nabe. Bûyerên ku em dibihîsin li ber çavan tên dîtin lê bi sedan çîrok û bûyerên ku em nabihîsin û nabînin jî hene. Di nava 15 rojên borî de zêdetirî 3 zarokên keç hatine qetilkirin, sûcdar û kesên van sûcan dikin jî diyar in, bav, bira, hezkirî û dewlet bi xwe ne ango heman hişmendî ye.
Sûc tên kirin, nayên eşkerekirin û gotin, tên veşartin. Mexdûr an jî dayîkên ku li ser medyayê derdikevin û qala sûcdarên keçên wan revandine an jî qetil kirine dikin, pir kêm in. Ji ber ku bi tirsek ne normal re rûbirû ne, cesaret nakin li ser medyayê behsa êş û zehmetiyên xwe yên rojane bikin. Dizanin ku pergal û hikûmeta heyî wan naparêze, heman wextê jî malbat û civaka derdorê jî wan dayîk û jinan naparêzin, ji lewre pir kêm jin derdikevin û qala tacîz, tecawiz û gefên li ser jiyana wan çêdibe heta bêparhiştina ji derketina derve û mafê perwerdeyê, eşkere dikin. Lê kî xwedî li van jinên derdikevin diavixin û rastiyan eşkere dikin derdikeve? Kî dibe dengê wan jinan û kî gazî wan dike û dibêje werin em ê mafên we bi dest bixin, me sûcdar nas kirine û em ê wan ceza bikin? Tune ye, heta kujerên jin û zarokan jî nayên cezakirin û ger hebin jî pir şeklî ne.
Ji ber wê ye ku bûyerên li hemberî jinan û tundiya li hemberî wan zêdetir dibe. Çima ji ber ku sûcdar nayên cezarkirin û nasnameya wan jî nayê eşkerekirin. Yên sûc dikin bi xwe jî dinixumînin û bi çîrokên pir bê bingeh û senaryoyan ava dikin û vedişêrin. Tevî wê jî bêdengiyek heye ev berpirsiyariya me hemû jinan e û bi taybetî jinên rojnamevan, barê me gelek giran e. Ji bo eşkerekirina kujeran divê ku em bêhtir bibin dengê jinên mexdûr û zarokên bêguneh ku tênegihîştina xweparastina li hemberî her cure hişmendî û êrîşan ku destdirêjiya zayendî li wan tê kirin û tên kuştin. Saziyên hikûmetê, rêxistinên mafên jinan û rêxistinên mafên zarokan çiqas dibin dengê van zarokan? Ev li Sûriyeyê pir kêm û qels e û têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê ji bo daxwaza cezakirina kujeran, tenê têrê nake. Bi vî awayî sûcdar nayên cezakirin, pêşî li êrîşên wiha jî nayê girtin, ji bo pêşî were girtin hevgirtina jinan girîng e.
Li Sûriyeyê pêwîstiya herî zêde bi ragihandina azad ku bibe dengê van jinan û li gorî berjewendiyên civakê ne yên hikûmetê tevbigere heye. Eger kiryarên li hemberî jinan her roj dibin werin eşkerekirin û sûcdar li derve bigerin, wê desthilatdariya hikûmetê bihejîne, ji lewre hikûmet her vê eşkere nake jî û vedişêre. Da ku bi sûcdaran re rûbirû nemîne, hikûmet bi çîrokên derewîn dosyayên kiryarên li hemberî jinan digrin. Ragihandina Sûriyeyê li gorî van kiryaran tevdigere, di bin navê ku tu agahiyên fermî nehatine gotin, ji xwe nayên gotin jî. Divê bi pey rastiya bûyerê bikevin û derxin ronahiyê. Pêwîstiyek pir lezgîn heye ku dezgehek çapemeniyê li gorî berjewendiyên giştî pêkhateyên Sûriyeyê û bûyîna dengê jin û zarokan, li Sûriyeyê hebe. Bêguman ev erka me ye jî. Ji ber ku em jî parçeyek ji Sûriyeyê ne û gava jin rastî kiryarên wiha werin berê xwe bidin çapemeniya jin û rojnamevanên jin, li çareseriyan bigerin. Ragihandina jin ne tenê amûra ragihandina nûçeyan û vegotina bûyeran e, di heman demê de amûra guhertina hişmendiyê ye û veguhertina hişmendiya baviksalarî û derxistina têkoşîna jinan ber bi ronahiyê ve ye.
*Herêma Sûriyeyê di qonaxeke veguhêz re derbas dibe. Li gorî wê divê dezgehên çapemeniyê çawa tevbigerin, xetên wan ên weşanê der barê rewşa jinan de dê çi bin? Çapemenî dikare çarenûsa jinên Sûriyeyê biguherîne yan na? Ger pirs erê be divê çi li ku derê û kî çi bike?
Ragihandin dikare çarenûsa giştî gelan û bi taybetî jinan bide guhertin, ew xwedî rol û misyon e, ji berk u ne tenê riya ragihandinê ye, di heman demê de amûra guhertin, veguhertin û perwerdekirinê ye. Ji ber ku xeta weşanê çi be bandorê li yên hemberî xwe dike. Mînak; ger xeta weşanê li ser desthilatdarî û biçûkxistina jinan be, jinan weke mexdûr nîşan bide û wan bi malê re tenê sînordar bike, li paş perdeyan were hiştin, bi vî rengî be bi awayekî xwezayî her çiqas jin vê qebûl jî nekin pêk tînin. Lê ger xetek weşanê li ser azadî û wekheviya her du zayendan, azadiya jinan û parastina ekolojiyê weşangeriyê bike, li wê derê xwebûna jinan û awayê xweguherîna civakê derdikeve pêş. Ya herî zêde dibe rojev jî çawa malbatek demokratîk ava dibe û disîstema heyî de çawa jin xwedî nêrîn û biryar bin. Bi vî awayî jî weşangeriyek li ser bingeha azadî û demokrasiyê bandora xwe li jinên van dezgehan guhdar dikin, dixwînin û dibihîsin dike. Weşangeriya jinan li Sûriyeyê gelek bandor dike, carna jî dibe sedema guhertina çarenûsa jinan û ev rola herî bi bandor a ragihandinê ye.
Li ser vî bingehî jî Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) sîwana rojnamevanên jin li Rojavayê Kurdistanê ye û bi salan e xebatan ji bo rêxistinkirin û çareseriya pirsgirêkên rojnamevanan re dike. Di demeke ku Sûriye hê di qonaxa veguhêz de ye, YRJ hewl dide bi giştî rojnamevanên jin ên Sûriyeyê re di nava têkiliyan de be, da ku bikaribe hemû rojnamevanan bihewîne, ji wan re bibe bersiv û ya herî sereke jî pêwîst e hevgirtina jinên rojnamevan ên Rojavayê Kurdistanê û giştî Sûriyeye hebe. Niha YRJ ji bo ku rojnamevanên jin li Sûriyeyê bi awayekî hêsantir bêyî astengî û kes bikaribe destwerdana nûçeyên wan bike û kar bidin meşandin, di nav hewldan û xebatan de ye.
*Sûriye welatekî pirrengî, pirçandî û pirzimanî ye, çapemeniya Sûriyeyê dikare van neteweyan bîne cem hev û bibe sedema bidawîbûna zimanê netewperestiyê û çavsoriya wan a li hemberî hev, dikare hevgirtina civakî li hemberî êrîşkaran bihêztir bike û civakek wekhev û dadwer li ser baweriya bi rol û misyona jinan ava bike?
Sûriye welatekî bi pirzimanî pirçandî û pirrengîniya xwe gelek dewlemend e û bi vê dewlemendiyê jî bedew dibe. Lê mixabin, hişmendiya dewletê ya berê û niha jî heman e, neguheriye û her nakokî di navbera netewe û olan de ava kirine. Ev bûye sedema şeran di navbera cîranan û giştî pêkhateyan de ku nikaribin di heman taxê de bi hev re bijîn. Lê di koka pêkhateyên Sûriyeyê de ku dewlet nikaribûye bandora xwe lê bike, neteweyan xwe ji van nakokiyan parastine û bi hev re jiyana hevbeş jiyane. Kesek ji hev re nedigot tu Ereb î, Mislimanî, Êzidî, Suryanî, Çerkez an jî Turkmen î, li hemberî ol, ziman û çandên hev rêzdayîn nîşan didan û ev mîras heta roja îro jî heye û didome.
Lê hikûmeta heyî bi destwerdana hêzên derve dixwaze di navbera pêkhateyan de zimanê netewperestiyê bi pêş bixe. Ev gelek xeter e û zirarê nade dewletê dide civakên ku bi hev re dijîn. Pêwîst e ragihandin li hemberî zimanê netewperestî, olperestî û zayendperestiyê baldar be û di zanebûna wê de be. Zimanê netewperestiyê ku civakê li hemberî hev sor dike, pir xeter e û ev bi ziravî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi riya hinek kesan û destwerdana hêzên derve, tê meşandin. Rojnamevanên jin divê li hemberî vê baldar bin û zimanê pirrengî, dûrî olperestî, netewperestî û zayendperestiyê bi pêş bixin. Civakek rengîn misogeriya neteweya demokratîk e, bi wê civakek dadwer ava dibe, dikare parastina her du zayedan bike û ekolojiyê biparêze.