Avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne pêkan e
Li Qamişlo Kongra Star ji bo nûvekirin û pêşxistina pergala xwe de konferansek lidarxist. Di konferansê de hate gotin ku avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne pêkan e.
Qamişlo – Kongra Star, di çarçoveya nûvekirin û pêşxistina pergala xwe de li bajarên cuda konferansan li dar dixe. Di van konferansan de xebatên hatine kirin tên nirxandin û li ser gavên pêşerojê û pêşxistina pergala jin tê nîqaşkirin. Piştî temambûna konferansên bajaran, dê konferanseke giştî were lidarxistin û encam û pêşniyarên hatine pêşkêşkirin bên nirxandin û rê li ber qonaxeke nû ya xebat û rêxistina jinan were vekirin.
Kongra Star, îro li navenda PYD’ê ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna tevger û rêxistinên jin konferansek lidarxist.
Konferans, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo cangoroyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre, li ser navê Kongra Star Gulîstan Gulo, xêrhatina beşdaran kir û di axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya vê konferansê û got armanca vê ji nû ve avakirina kar û xebatên Kongra Star a li gorî pêdiviyên qonaxa nû ye.
‘Avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne pêkan e’
Gulîstan Gulo, diyar kir ku Sûriyeyê di sala 2026’an de ketiyê qonaxeke nû ya dîrokî de, destpêka vê qonaxê gelek guhertin û pêvajoyên siyasî bi xwe re aniye û destnîşan kir ku avakirina her qonaxeke nû bê beşdariya jinan ne mimkûn e û got: “Lewma divê jin di hemû pêvajoyên siyasî, civakî û rêveberiyê de cihê xwe bigirin û rola wan di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de were misoger kirin.”
Gulîstan Gulo, balkişand ser girîngiya pêvajoya entegrasyonê û wiha axivî: “Ger îro ev pêvajo li Sûriyeyê pêk nehatiba, li gorî gotina Rêber Apo ev dikarîbû bibe komployeke duyemîn û gelê Kurd ew ê sedsalek din a bi xeteriya qirkirinê re rûbirû ba.”
Gulîstan Gulo, da zanîn ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd û misoger kirina mafên jinan, divê têkoşîn bê domandin û wiha pê de çû: “Parastina rola jinan û YPJ’ê di pêvajoya entegrasyonê de gelek girîng e. Em ê ji bo beşdariya jinan têkoşîna xwe bidomînin û rola YPJ’ê di vê pêvajoyê de were misoger kirin.”
Di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser qonaxa heyî û pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê hate xwendin.
Piştre, Delal Elhaşimî rapora kar û xebatên du salên dawî yên Kongra Star xwend û encamên xebatên di vê demê de hatine kirin pêşkêşî beşdaran kir.
‘Jin dixwaze hebûn û îradeya xwe îsbat bike’
Di konferanse de Hacer Zagros axivî û got: “Li hemberî pergaleke mêr û desthilatdar, jin dixwaze hebûn û îradeya xwe îsbat bike. Di vê pêvajoyê de bangawaziya Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk, derfeteke girîng e ku jin bi îrade û xwestekên xwe vê pêvajoyê bi ser bixe. Li Rojhilata Navîn, dewletên desthilatdar dixwazin pêvajoyên siyasî û civakî li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibin û bê guman yek ji armancên wan şikandina îradeya jinan ne. Lê belê jin bi xwe nasîn, xwe rêxistinkirin û beşdariya xwe di avakirina civakeke azad û komînal de dikare li hemberî van polîtîkayan bisekine. Jina azad, bi avakirina civakeke azad û komînal, dikare di şerê Cîhanê yê Sêyemîn de roleke bingehîn bilîze û bi îrade û têkoşîna xwe bibe hêza avakirina civakek û dewletek demokratîk.”
Beşdarên konferansê, diyar kirin ku pêkanîna konferansekê bi vî rengî, serkeftineke girîng e û ev konferans nîşan dide ku jin dikarin bi îrade û hebûna xwe di avakirina Sûriyeke demokratîk de roleke bingehîn bilîzin. Her wiha hate diyar kirin ku pêwîste jin zêdetir xwe birêxistin bikin, hêza xwe xurtir bikin û di qada siyasî de pêş bikevin. Beşdaran, tekez kirin ku ji bo qebûlkirina YPJ’ê pêwîstî mezinkirina têkoşînê heye û dan zanîn YPJ’ê nîşana îrade, hebûn û xweparastina jinê ye.
‘Em dixwazin hemû pêkhateyên me bi hev re bijîn’
Mizgîn Cotkar jî diyar kir êrîşa li dijî wan, ji ber tirsa yekîtiya gelan û pêkanîna jiyana hevbeş e. Mizgîn Cotkar, wiha axivî: “Armanca me pêşxistina projeya Netewa Demokratîk Rêber Apo ye. Em parçebûna Sûriyeyê naxwazin, em dixwazin hemû pêkhateyên wê bi hev re, di çarçoveya Sûriyeke demokratîk de bijîn.”
Mizgîn Cotkar, balkişand ser rola pergala dewletên hegemonîk a di aloziya herêmê de û girîngiya komînan di avakirina civakeke demokratîk de destnîşan kir. Mizgîn Cotkar, tekezî li ser girîngiya berdewamiya çalakiyan kir û got ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî û misogerkirina mafên jinan di Makezagona Sûriyeyê de, pêwîstî gavên zêdetir û xebateke berfirehtir heye.
Piştre, ji bo Koordînasyona Kongra Star a Qamişlo, 5 jin hatin erkdar kirin.