Arşîva êşa Iraqê: Çîrokeke welat a di bîra jineke Iraqî de veşartî maye

Di civîneke hestiyar a di hefteya hunerê de li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin de, hunermenda Iraqî Kîfah Mecîd, projeya xwe ya bi navê “Arşîva êşa Iraqê” ku bîra welatekî ya bi şer, ambergo û êşan dagirtî vedibêje, pêşkêşkir.

RACA HAMÎD REŞÎD

Iraq – Çalakî bi sernavê “Diyaloga dîtbarî, muzîk û wêje” duh li Galeriya Mecîd a li Bexdayê hat lidarxistin. Hunermend, akademîsyen û rexnegiran eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê dan. Beşdaran bal kişand ku huner li dijî jibîrkirinê berxwedan e û ji bo parastina dîrokê navgînek e.

Cihê ku êş lê veguherîn hunerê

Projeya Kifah Mecîd a bi navê “Arşîva êşa Iraqê” ku ji 23 wêneyan pêk tê tenê îfadeyeke şexsî ya hunerî nîn e; di heman demê de hewldana ji bo jinûveavakirina bîra civakî ya Iraqê ye. Vê pêvajoya ku ji salên 1980’yan heta salên 2006’an didome, bi şer, dîktatorê û xizaniyê dagirtîbû. Hunermend di her berhema xwe de, birînên kûr ên vê pêvajoyê, qîrînên bêdeng û berxwedanê vegotiye.

Kîfah Mecîd wiha got: “Min xwest van berheman bikim arşiv; arşîveke wêneyan a ku bîra neteweyek nîşan dide. Min navê wê danî “Arşîva êşa Iraqê.” Lewre huner li vê derê ne luksek e berpiryariyeke dîrokî û exlaqî ye. Min xwest bibe dengê bêdengan.”

Her tabloyek êşa Iraqê nîşan dide

Şerên bi xwîn, zindanên tarî, ambargoya aborî, xizanî, dejenerebûna pergalî û mezhebperestî, ciwanên koçberbûyî û dayîkên ku bi zarok mane. Bi gotina hunermend; “Ev proje çîroka jineke ku barê êşên neteweyek hilgirtiye ye.”

Huner berxwedana li dijî bêdengiyê ye. Kîfah Mecîd diyar dike ku wê li dijî bêdengiyê serî rakiriye û wiha didomîne: “Peyker û wêne min hîn kir ku divê mirov tiştên di bîra xwe de veguherîne formeke şênber. Diviyabû ev bîr veguheriya tişteke şênber ku mirov bikariber destê xwe bide, biaxive, şahidiyê bike û bêdeng nemîne.”

Ev yek di 5 tabloyê wê de xuya dike wek; Arşîva êşa Iraqê, El-Menbûz, Welat koçber nake, Xemgîniya Iraqê

Her çendî hunermend Kîfah Mecîd di sala 2006’an de dest ji çêkirina wêneyan berdabe û berê xwe dabe peykersaziyê jî; tabloyên xwe yên berê ji bîr nekiriye û bi gotinên; “Gelo dikarim vê tabloya ku min beriya perwerdeya akademîk çêkirine tune bihesibînim? Gelo dikarim destûra jibîrkirinê bidim?” ji xwe dipirse. Ji vê pirsê dest pê kiriye û ji nû ve teşe daye berhemên xwe yên berê û wan jiyandar kir.

Ji êşa şexsî ber bi bîra kolektîf ve

Projeya Kîfah Mecîd, tenê cerebeyeke hunerî nîn e, di heman demê de, veguherîna şîneke şexsî ye. Piştî ku endamên malbata hunermend ji aliyê rejîma berê ve hatin darvekirin, travmayeke mezin derbas kir. Vê êşê riya hunerê vekir û wê vê yekê bi “derbûna dîrokî” ve girêda, weke hewldana kesan a ku êşên xwe li bîra civakê xêz dikin dît.

Kîfah Mecîd dibêje: “Tenê riya rizgarkirina rastiyê ya ji êşê huner e. Min xwest tiştên min winda kirine veguherînim hebûneke mayînde. Bi malzemeyên zor, perçeyên hesin, zengarî, kevin û hwd. Xebat wisa hêsan nebû lê wateya zoriyan hebû. Ev proje serkeftina min a şexsî û hunerî ye.”

Şahidiya jinên Iraqî

Kîfah Mecîd gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Jinên Iraqî tevî hemû windahiyan jî; hestiyê piştê yên jiyana civakî û çandî ne. Bi sebr in, dibexşînin û bi hêz in. Ew bîra neteweyek hildigrin û teşe didin pêşeroja xwe.”

Di çalakiyê de humermend, akademisyen û nivîskar axivîn bal kişandin ku ev proje ne tenê hewldaneke hunerê ye, banga ji bo parastina bîra kolektîf e. “Arşîva êşa Iraqê” ji êşa şexsî ya jinek dest pê kiriye û veguheriye projeyeke bîreke hestiyarî ya neteweyek ku dîroka xwe winda kiriye. Şahidiyeke bêdeng lê bi hêz a li dijî jibîrkirinê ye.