‘Perwerde tenê bi azadî û rûmeta mirovan watedar dibe’

Di çarçoveya polîtîkayên zextên Komara Îslamî ya Îranê de, Wezareta Perwerdeyê giştînameyek bi sernavê "Di dibistanan de îfet û hîcab” weşand û li ser beden û şêwazên cil û bergên mamoste û xwendekaran daxwaza kontrolkirina nû kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî", civaka Îranê di guhertinên kûr ên çandî û nifşî re derbas dibe, biryarderên Komara Îslamî ya Îranê, bedana jinan mîna amûrekî rêveberiyê kontrol dikin.

Wezareta Perwerdeyê jî di vê çarçoveyê de giştînameyek bisernavê “Di dibistanan de îfet û hîcab” weşand û li ser beden û şêwazên cil û bergên mamoste û xwendekaran daxwaza kontrolkirina nû kir. Ev biryar bi awayekî vekirî bi veguherîna civakî ya raya giştî û bi taybet jî jin û nifşê ciwan ên daxwaza azadiyê dikin re bi nakok e.

Giştînameya, ji rêvebirên dibistanên giştî û taybet, ji navendên çandî û hunerî û salonên werzîşê re hat şandin. Di giştînameyê de ji rêvebiran dixwaze ku van qûralan bi cih bîne:

Ji bo mamosteyên jin neçariya lixwekirina çarşefê,

Qedexekirina hemû makyaj, neynûkên dirêj û zînet,

Eba yan jî mantoyên dirêj û ên laş diyar dike,

Neçariya lixwekirin pantolonên qumaş,

Hîcabên dirêj ên bi rengên sade,

Qedexekirina bikaranîna hemû berhemên kozmetîk.”

Li gorî aktîvîstên sendîkaya mamosteyan, polîtîkayên wiha di çil salên borî de azadiya takekesî û civakî yên jinan veguherand qada zext û cezakirinê.

Di giştînameya nû de, ji rêvebirên dibistanan ne tenê daxwaza kontrolkirina “nixumandina îslamî” tê xwestin, di heman demê de daxwaz dikin mamoste û xwendekarên ku li gorî qûrala tevnagerin ji hêzên ewlehiyê re gilî bikin. Ev nêzîkatî saziyên perwerdeyê vediguherîne avahiyên ku dibistanan dişopînin. Ev feraseta kontrolê ku jinan ji kolanan heta refan hedef digre, azadiyên takekesî binpê dike û bawerî û rêzgirtina hevbeş a di perwerdeyê de têk dibe.

Bertekên li dijî giştînameyê

Berdevkê Konseya Koordînastona Mamosteyên Îranê Mihemed Hebîbî, bertek nîşanî vê giştînameyê da û got:"Giştînameya nû ya der barê hicab û îfetê li dibistanan, rastiya civakê û bi taybetî jî ya Nifşê Z paşguh dike; êdî ev nifş serî li dijî zordestî û kontrola li ser beden û jiyana xwe ya kesane natewîne.”

Mihemed Hebîbî, axaftina xwe wiha domand: "Perwerde tenê bi azadî, diyalog û rûmeta mirovan wate digre; ne bi tirs, gef û kontrolkirina cil û bergan. Em mîna Konseya Koordînasyonê, dibistanê ne mîna cihekî ku dîsîplîna îdeolojîk li ser xwendekar û mamosteyan tê ferzkirin, mîna malekî ku hişmendî û ramana rexnegir bi pêş dixe dibînin.”