Aqûbeta kesên li Îranê hatine binçavkirin nayê zanîn

Li Îranê di encama serhildanên ku zêdetirî 50 rojan dominîn de, gelek kes hatin girtin û aqûbeta piraniya kesên hatine binçavkirin nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê hêzên rejîmê ve li Îranê destpê kirin berdewam dikin. Di encama çalakiyên ku zêdetirê 50 rojan didomin de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek kes hatin girtin û bê hejmar karûbarên binçavkirinê hat kirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji dîroka 16’ê Îlona 2022’an ku çalakî dest pê kirine heta niha, di çalakiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji 22 welat 304 kes ku 41 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ne hat qetilkirin. Sistan, Belucistan, Mazenderan, Tahran, Sinê û Gîlanê ji cihên ku çalakî pir hatin jiyîn de cih girt.

14 hezar kes di bin çavan de ye

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku di çalakiyan de heta niha 14 hezar kes hatine binçavkirin. Li aliyê din Konseya Xwendekarên Îranê diyar kir ku ji rewşa 2 xwendekarên keç ên bi navê Sahra Rezaeî û Houra Badîhî bê agahî ne û wiha got: “Sahra Rezaeî ya xwendekara sala heftan a rojnamegeriyê ya Zanîngeha Gel ya Allama û Agnanistanê ye ji meha Adarê heta nîne winda ye. Dîsa Hura Badihî ya li Zanîngeha Teknolojiyê ya Tahranê xwendekara endezyariyê ye, di 7’ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên unîformayan ve hat girtin û der barê li kuderê tê girtin de tu agahî nehat girtin.

Aqûbeta wan nayê zanîn

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku rojên borî li Merîwanê çalakvana sivîl a bi navê Marzieh e Hoseeinîhat binçavkirin. Di raporê de bal hat kişandin ser kesên ku beriya çalakiyan hatin binçavkirin an jî girtin. Li gorî raporê di 14’ê Nîsanê de xwendekara jin a bi navê Nada Bayat hat girtin û carek din agahî jê nehat girtin. Her wiha rojên borî kuaforê Aghajanî ya 26 salî û şêwirîner Keyhan Keboudund ya 28 salî jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin û şandin girtîgehê. Di raporê de hat diyar kirin ku gelek werzişvan û xwendekar hatine binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn.