“An erka xwe bi cih bîne an jî îstîfa bike”

Xizmên girtiyan ya di roja 294’emîn a Nobeda Edaletê de li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê li hev civiyan bang li Wezîrê Edaletê kirin û gotin: “An erka xwe bi cih bîne an jî îstîfa bike.”

Amed -  Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji bo bên berdan li Amedê dane destpêkirin, di roja 294'an de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) û Komeleya 78'an tevlî çalakiyê bûn.

“Ew şerma Wezîrê Edaletê ye”

Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Her roj bê edaletî zedê dibin û nezî 50 girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Em ji vîr bang Wezîre Edaletê dikin. An erka xwe bi cih bîne an jî îstîfa bike. Îro dema kurd li dijî bê edaletiyê serê xwe radikin, dixin girtîgehan. Em dengê xwe derdixin deriyê girtîgehê nîşanî me didin. Bila ev bêedaletî bi dawî bibe. Heke em ew qas malbat di lêgerîna edaletê de ne ew şerma Wezîrê Edaletê ye.”

Daxuyanî, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq hiqûq edelat” û bi çepikan bi dawî bû.