Amed ji 8’ê Adarê re amade ye: Dê jin aştiyê biqîrin

Li Amedê roja 8’ê Adarê weke her sal, jin dê li Qada Îstasyonê kom bibin ji bo aştiyê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Endamên komîteya amadekar diyar kirin ku amadekarî didomin û gotin: “Em ê bi têkoşîna ji bo aştî û nasnameyê li qadan bin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Jinên li bajarên Kurdistanê, amadekariyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê didomînin. Li gelek cihan jin dê şahî û çalakiyan li dar bixin. Îsal ji salên borî cuda dê bi coşa peyama Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin. Li cihên ku di bin rêveberiya şaredariyên Dem Partiyê de ne; di navbera 7-9’ê Adarê de dê mitîng werin lidarxistin. Roja 8’ê Adarê li Amedê dê mitînga fînalê were lidarxistin. Mitînga ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) de amadekariya wê tê kirin, bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan di raperînê de ne, ber bi azadiyê ve diçin” li Qada Îstasyonê were lidarxistin.

Endamên Komîteya Amadekar a Mitînga 8’ê Adarê diyar kirin ku dê Amed bibe şahidê pîrozbahiya herî bi coş û gotin ku îsal bi 8’ê Adarê re têkoşîna jinan a ji bo aştiyê mezintir bibe. Jin dê roja 8’ê Adarê ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin û di heman demê de li dijî krîza aborî, xebata bê temînat, şîdeta li ser jinan û xizaniya ku her diçe dijwartir dibe biqîrin.

‘Em li dijî qirkirina jinan ber bi azadiyê ve diçin’

Ji komîteya amadekar a mitîngî û endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan Rosayê Esra Çîçek Mercan, diyar kir ku di bin banê DAKAP’ê de bi tevlîbûna hemû hevgirtiyên jinan ên li bajar, xebatên ji bo roja 8’ê Adarê dimeşînin û wiha got: “Îsal em bi biryar in di vê 8’ê Adarê de tevî mercên heyî jî em bi hêviyek mezintir û têkoşînê derbas bikin. Her çendî rojeva welat, zêdebûna şîdeta li dijî jinan, xizaniya zêde û bûyerên kuştina jinan be jî; em hêviya xwe zindî dihêlin. Em li ser şiara îsal pir fikirîn û me xwest em balê bikşînin ser têkoşîna azadiyê ya li dijî qirkirina jinan em didomînin. Sala 2024’an bû saleke ku êrîşên li ser jinan bêhed û hîsab zêde bûn. Tevî vê jî me helwestên xwe anîn ziman, dengê xwe li dijî qirkirinê bilind kir. Bi wê hêviyê em ê ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin.”

‘Polîtîkayên desthilatdariyê nabin çareserî’

Esra Çîçek Mercan diyar kir ku dê li qadan dengê xwe li dijî pergala mêtinkar û şîdeta aborî ya li ser jinan bilind bikin û wiha domand:

“Wekî em dizanin sala 2025’an bi navê ‘sala malbatê’ hat îlankirin. Em dizanin ku îlankirina bi vî navî bi niyeteke baş nîn e. Bi vê yekê armanc ew e ku jinan di nava malê de bigrin. Em dizanin ku ev yek bi tevahî feraseta dewletê ya mêr e. Pênaseya sala malbatê û xebatên ku di vî warî de werin kirin, em baş dizanin dê ji bo pirsgirêkên jinan nebin çareserî. Jin îro bi gelek awayên şîdetê re rûbirû dimînin. Ya yekem jî şîdeta aborî ye. Di 8’ê Adara îsal de em ê keda jinan a nayê dîtin û xebata bê temînat careke din bînin rojevê. Di vî warî de em ê berxwedana ji bo mûçeya wekhev û têkoşîna li dijî mêtinkariya li ser kedê îsal dengê xwe li qadan bilind bikin.” 

‘8’ê Adarê em li qadan bîra xwe biparêzin’

Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Cansel Talay jî diyar kir ku xebat bi lezgînî didomin, bang li jinan kir ku ji bo parastina bîra xwe werin qadan. Cansel Talay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Mixabin îsal ji bo jinan pir zor derbas bû. Di sala 2024’an de bûyerên qetilkirina jinan pir zêde bûn. Zextên ji ber rewşa aborî, zextên civakî, herî zêde li ser jinan bandora xwe çêkirin. Vê tabloya reşbîn û dijberî çareseriya pirsgirêkên jinan, îsal ji aliyê hikumetê ve weke ‘sala malbatê’ hat îlankirin. Dijberî pêşniyarên me yên ji bo çareseriyê, vê rotaya ku hat diyarkirin mixabin nîşan dide ku tabloyek reş li pêşiya me heye. Ev yek dibe sedem ku em ji bo pêşerojê bi hêvî nebin. Ji bo têkoşîna bi van hemûyan re, di serî de jî avakirina hevgirtinê, em girîngiya 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê baş dizanin. Ji ber vê yekê armanca me ew e ku roja 8’ê Adarê ji bo hemû jinên li bajar û zarokên keçik bibe rojeke xweş û bi kêf. Em bi parastina bîra xwe, hemû jinên ciwan û zarokên keçik her wiha kedkaran vedixwînin qadan.”

‘Jin hem ji bo xwe hem jî ji bo nasnameya xwe têdikoşin’

Sekretera Şaxa 2’yemîn a Egîtîm-Sena Amedê Arzu Koç jî diyar kir ku têkoşîna ku jinan beriya 200 salan dane destpêkirin, bi awayekî bihêztir didomînin. Arzu Koç diyar kir ku pergalê her dem vê têkoşînê gef dîtiye û jê tirsiyaye û li ser pirsgirêkên ku jin li her derê dijîn wiha got:

“Dema em dinêrin bi taybetî dibînin ku hewl didin jinan ji her warî dûr bixin, di malan de bigrin ku ev yek jî encama vê tirsê ye. Bi awayekî bi zanîn di bin navê polîtîkayên xebata kêm a bê temînat hewl didin zêdetir jinan bi malê ve bidin girêdan. Bi taybetî jinên Kurd ên li Kurdistanê dijîn, îro hem bi krîza aborî re, hem jî bi xizankirinê re rûbirû mane. Tevî van polîtîkaya şerê taybet jî heye.”

‘Em jiyana bê mêtinkarî û adil dixwazin’

Arzû Koç diyar kir ku ew ê ji bo aştiyê roja 8’ê Adarê careke din li qadan dengê xwe bilind bilind bikin û wiha bi dawî kir: “Îro bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û berxwedadana jinan a li Rojava têkoşîn didome. Şoreşa li Rojava ji bo hemû jinên cîhanê dibe mînak. Belavbûna vê felsefeyê li hemû cîhanê tesaduf nîn e. Bi hêza em ji wê derê digrin, em ê roja 8’ê Adarê li Amedê dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşîna ji bo aştiyê bihêztir bikin. Li dijî feraseta mêr a ku şeran derdixe û dewletên serdest, bersiva herî baş a jinan bilindkirina dengê ji bo aştiyê ye. Em jin jiyana bê mêtinkarî, azad û di nava aştiyê de dixwazin.”