4’ê Nîsanê: Cejna zindîbûna neteweyek e
4’ê Nîsanê, di dîroka hemdem a gelê Kurd û tevgera azadiyê de mîladek e. Di vê roja ku Rêberê Gelê Kurd hatiye cîhanê de, rûpeleke nû di dîroka Kurdan de vebûye loma ev roj; bûye rojeke pîrozkirinê ji bo gelê Kurd.
HÊVÎ SALAH
Silêmanî – 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûye sembola bilindbûna hêza jinên Kurd. Bi hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vebû. Bi vebûna wê rûpelê re têkoşîna gelê Kurd pêl bi pêl mezin bû.
Bi tevgera azadiyê ya di bin pêşengiya Abdullah Ocalan de, di gelek waran de gelê Kurd bi taybetî jinên Kurd bûn xwedî gelek destkeftiyan û hêzên parastinê. Di sala 2004’an de, PJAK ji bo pêdiviyên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin. Di sala 2013’an de, di dema Şoreşa Rojava de, YPJ weke yekem hêza serbixwe ya jinan hat ragihandin, bû parêzvana destkeftiyên gel, berxwedanek li dijî zilmê û semboleke cîhanî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.
4ê Nîsanê roja jiyanê ye
Di seranserê dîrokê de, hinek roj dibin sembolên veguherînên kûr û ji bo gelê Kurd 4’ê Nîsanê yek ji wan mîladan e ku weke roja jiyanê tê zanîn. Ev roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi hatina wî re doza Kurd ji qonaxa bêdengî û dûrxistinê ber bi qonaxa têkoşîn û îsbatkirina hebûnê ve bi pêş ket. Felsefeya wî ne tenê bi azadkirina axê ve sînordar bû, di heman demê de azadkirina mirovahiyê, bi taybetî jî azadkirina jinan bû.
PJAK rêxistina gelê Kurd e
Bi heman rêbazê, di 4'ê Nîsana 2004’an de li Çiyayên Qendîlê li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) weke hêzeke siyasî û rêxistinî li rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin. Ew wek bersivek li dijî neheqî û zulmê bû, bo hewldana avakirina pergaleke azad û demokratîk ku dê jiyana hevbeş di navbera gelên Kurdistan û Îranê de bi pêş bixe.
Damezirandina partiyê ji alî komek çalakvan û şervanên ku berê di nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bûbûn xwedî ezmûn hat avakirin. Armanca sereke bi damezrandina PJAK’ê ew bû ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha îdeolojiya Abdullah Ocalan û têgeha neteweya demokratîk birêxistin bike û mafên rewa yên gelê Kurd li dijî polîtîkayên Komara Îslamî ya Îranê biparêze. Hilbijartina vê rojê ji bo damezrandina partiyê bi jidayikbûna Rêberê wê ve jî girêdayî ye ku destpêkek nû ji bo têkoşîna azadiyê li vê beşa Kurdistanê nîşan dide.
YPJ û dayîna roleke pêşeng ji jinan re
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 3’ê Nîsana 2013’an de li bajarê Dêrikê yê Rojava yekemîn konferansa xwe li dar xist û bi fermî damezrandina xwe ragihand. Ev hêza parastinê ya bi tevahî ji jinan pêk tê, ji bo pêwîstiya parastina cewhera jinan di nava Şoreşa Rojava de hate damezrandin. YPJ’ê li ser prensîbên rizgariya jinan û modela neteweyek demokratîk hat damezrandin ku jin ne tenê weke şervan, di heman demê de weke rêberên siyasî û civakî jî rolek dilîzin.
Hilbijartina 4’ê Nîsanê ji bo damezrandina van yekîneyan xwedî girîngiyeke sembolîk a kûr e, ji ber ku bi salvegera jidayikbûna Rêber Apo re hevdem e. Ew weke mîmarê Jîneolojî û rizgariya jinan tê hesibandin. Ji ber vê şervanên YPJ’ê xwestin vê rojê bikin pîrozbahiya jidayikbûna îradeya parastina jinan û nîşandana hêza rêxistinên jinan di rûbirûbûna bi hişmendiya baviksalar û tundrewiya gerdûnî ya wekî DAIŞ'ê de.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê damezrandina YPJ’ê de piştrast dike ku azadiya civakê bê azadiya jinan ne mumkin e û divê jin xwedî wê hêzê bin ku eslê xwe biparêzin, nasnameya xwe li dijî hişmendî û êrîşên baviksalar biparêzin. Damezrandina YPJ’ê yek ji destkeftiyên herî mezin ên Şoreşa Rojava tê hesibandin, jin di guhertina civakî de roleke girîng dilîzin. Ev model ji bo avakirina jiyana wekhev û demokratîk li ser bingeha felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" tê dîtin.
Damezrandina hêzên parastinê di 4’ê Nîsanê de îfadeya îradeya nûbûyî ya gel e
Girîngiya damezrandina PJAK û YPJ’ê di wê de ye ku ew dikarin ji têgehên klasîk ên parastin û rêxistina siyasî derkevin, wan veguherînin çalakiyên girseyî û di heman demê de roleke pêşeng bidin jinan. Van herdu hêzan nîşan dane ku Kurd li ku derê bin, dikarin xwe birêxistin bikin û biparêzin, di veguherînên herêmî de bibin aktorên sereke.
Hilbijartina 4’ê Nîsanê ku bi jidayikbûna Rêberê Kurd re hevdem e, weke roja damezrandina van hêzan ne tesadufî ye, peyameke kûr a rewşenbîrî û sembolîk di xwe de dihewîne. Çalakvan jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd di rastiyê de weke jidayikbûna îdeolojiyeke nû dibînin û bawer dikin ku bi wê dê jin û civak ji bindestiyê rizgar bibin. Ji ber vê bi damezrandina van hêzan di vê rojê de, wan xwest tekez bikin ku riya herî baş a rêzgirtina rêberê wan têkoşîn û avakirina pergaleke parastinê ya bihêz e.
Ev roj weke sembola nûbûna xweza û mirovahiyê tê dîtin û tê bawerkirin ku avakirina hêzên parastinê di vê rojê de nûbûna îradeya gelekî ku êdî bêdengî û teslîmbûnê qebûl nake, nîşan dide.