Amargî Umut: Kes nikare pêşiya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bigre

Di çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de, Amargî Umut tekez kir ku tevî zextên rejîma Îranê jî jin serî natewînin û pêwîst e bi parastina xweser û perwerdeyê têkoşîna xwe xurt bikin.

ÇEKJÎN DEMHAT

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana soreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” çar salan li dû xwe dihêle. Serhildanê di 16’ê Îlona 2022’an de piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû. Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên qaşo ‘exlaq’ ên Îranê ve dema bi malbata xwe re li Tehranê digeriya bi hinceta hicabê hat binçavkirin; bi îşkenceyê hat kuştin. Piştî wê bûyerê li her derê Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan çêbû.

Serhildana ku bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" destpêkê li Rojhilatê Kurdistanê û paşê li seranserê Îranê belav bû, veguherî yek ji mezintirîn tevgerên civakî û siyasî yên li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê. Vê serhildanê careke din rola pêşeng a jinên Kurd û jinên Îranê di têkoşîna azadî û wekheviyê de li qada navneteweyî nîşan da.

Tevî zext, girtin û tundiya giran a hêzên ewlehiyê yên Îranê jî ruhê vê serhildanê û bandora wê ya li ser hişmendiya civakî hê jî berdewam dike û di nava jiyana rojane de xwe nîşan dide.

Endama Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Amargî Umut, bi boneya 4’emîn salvegera serhildanê û pêvajoya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê re derbas dibin, ji ajansa me re axivî.

‘Kes nikare pêşiya jinan bigre’

Amargî Umut, da zanîn ku zext û tundiya rejîma Îranê li hemberî jinan bi awayekî pergalî dimeşand, hişt ku şoreşa “Jin Jiyan Azadî” di nava jinan de bibe bersivek û wiha got: “Ji ber ku tundiya rejîmê her diçû kûrtir dibû êdî jinan tehemulî zexta rejîmê ya di rêjeya herî jor de li ser jinan dihat meşandin, nekirin. Dema bi awayekî giştî mirov li serhildanê mêze dike, dibîne ku rejîmê bi riya darvekirin, girtin û bi rê û rêbazên cuda xwestiye pêşiya serhildanê bigre. Lê belê êdî tehemula jinan ji van rêbazan re nemaye. Êdî çi jî bikin, kes nikare pêşiya jinan bigre.”

‘Em ê weke HPJ xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî derkevin’

Amargî Umut anî ziman ku jin li hemberî hişmendiya mêrsalar têkoşînekî pir xurt didin meşandin, dixwazin vê hişmediyê biguherînin, dixwazin jin bigihîjin cewhera xwe ya xwedawendîtiyê û axaftina xwe wiha domand: “Serhildanê bandoreke wisa çêkir ku jin bi rolên pêşeng rabûn. Em weke Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) dixwazin di vê serhildanê de roleke girîng bilîzin û pêşengiya civakê bikin. Bi taybetî jî em weke jin dixwazin rola xwe ya esasî ji bo serhildana Jin Jiyan Azadî bilîzin û ji vê serhildanê re bibin bersiv.”

‘Divê jin bi hemû rê û rêbazan xwe perwerde bikin’

Amargî Umut destnîşan kir ji bo ku rêxistên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xurt bibin, pêwîstî bi yekbûn û rêxistinbûneke xurt heye û wiha pêde çû: “Divê hemû sazî û rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî zext û tundiya li ser jinan tê meşandin bibin yek, komînên xwe ava bikin û li ser avakirina kesayeta azad a jinan nîqaşan bikin. Pêwîst e jin bi hemû rê û rêbazan xwe perwerde bikin û bikaribin li hemberî hemû cure tundiya derûnî û fizîkî ya li ser jinan tê meşandin parastina xwe bikin.”

‘Pêwîst e her jin parastina xwe bike’

Amargî Umut, bal kişand ser rêbaza rejîma Îranê ya di mizgeftan de perwerdekirina jinan a ji bo bikaranîne çekan û diyar kir ku ev perwerde bi hişmendiya mêrsalar ji bo jinan tê dayîn. Amargî Umut, wiha got: “Em baş dizanin ku ev perwerde bi hişmendiya mêr û bi armanca xizmeta hişmendiya mêr tên dayîn. Pêwîst e her jin bi her awayî parastina xwe bike lê belê pêwîst e bê zanîn ku perwerdeyên çekan ên rejîmê xizmeta çi dikin. Gelo ev perwerdeyên ku tên dayîn xizmeta rastiya azadiya jinan û nasnameya wan dikin an na?”

‘Em bi tu awayî darvekirin girtin û îşkence kirina jinek qebûl nakin’

Amargî Umut, diyar kir ku bi tu awayî darvekirin, girtin û îşkencekirina jinek qebûl nakin da zanîn ku niha di civakê de li ser jinan bi her awayî zexteke mezin heye û axaftina xwe wiha domand: “Tu jin nikare temaşeyê îşkencekirin û darvekirina jinek bike. Niha pergal bi her cure rêbazan civakê û jinan dide pêş û li gorî xwe perwerde dike. Lê belê di esas de ev yek bikaranîna jinan e.”

‘Divê tevahî jinên cîhanê xwedî li şoreşa Jin Jiyan Azadî derkevin’

Amargî Umut, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê tevahî jinên cîhanê xwedî li serhildana ku bi Jin Jiyan Azadî, destpê kiriye derkevin, hembêz bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû jin bibin dengên jinên ku di girtîgehên rejîma Îranê de tên kuştin, darvekirin û rastî destdirêjiyê tên. Divê xebatên ku em dikin bi çend gotin û daxuyaniyan re sînordar nemîne. Pêwîs te ji bo ewlehiya tevahî jinan ked û têkoşîn were dayîn. Divê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî xwe bi rêxistin bikin û em ê bi van rêxistinan re bi hev re têkoşînê bidin meşandin. Ji heft salî heta heftê salî erka hemû kesan ew e ku bibe reng û dengê şoreşê û weke rêxistina jinan û wek HPJ’ê em ê tekoşîna xwe xurtir bikin, bibin dengê şoreşa Jin Jiyan Azadî.”