Îran û DYE li hev xistin baregeh û keştî bûn hedef

Li dû êrîşa li ser keştiyên Îranê ya li Tengava Hurmuzê, Îranê bi fuzeyên balîstîk bersiv da û baregehên DYE yên li Behreyn û Urdunê kirin armanc; Supayê Pasdaran ragihand ku wan kontrola temamî ya tengavê xistiye bin destê xwe.

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Navendî ya DYE (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku 5 keştîyên Îranê li Tengava Hurmuzê bûne hedef.

Piştî êrîşan, Îranê bersiva êrîşan da; baregehên DYE li Behreyn û Urdinê û her wiha gelek keştî û tanker li Tengava Hurmuzê kir hedef.

Têkildarî mijarê Supayê Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) daxuyanî da û diyar kir ku hangarên ku ji hêla balafirên şer ên DYE ve li Urdunê dihatin bikar anîn, hatine îmhakirin û keştî bi fuzeyên balîstîk hatine hedefgirtin. Baregehên DYE yên li Behreynê jî bi fuzeyên balîstîk hatine hedefgirtin.

Hate îdiakirin ku Îran ‘kontrola temamî’ ya Tengava Hurmuzê dike

Di daxuyaniyek nivîskî ya Hêzên Deryayî yên Supayên Pasdarên Şoreşa Îslamî de, hate gotin ku çend keştîyên DYE yên ku hewl didan ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, bûne hedef. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 2 keştîyên DYE û 8 tankerên li herêmê bûne hedef û zirareke mezin dîtine. Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku Îran ‘kontrola temamî’ ya Tengava Hurmuzê dike û wiha hate gotin: “10 keştîyên binpêker ên ku hewl didan ji herêma qedexe û ne ewle ya Tengava Hurmuzê derbas bibin ku ji hêla artêşa terorîst a DYE ve hatine destpêkirin û piştgirîkirin jî bûne hedef.”

Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO) di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kirî de ragihand ku li Tengava Hurmuzê keştîyek hatiye hedefgirtin.

Hêzên Çekdar ên Urdunê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku 20 fuzeyên balîstîk ji Îranê hatine avêtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 18 ji fuzeyên ku ketine qada hewayî ya welat hatine astengkirin, lê 2 ji wan li deverên cuda ketine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha ti agahî têkildarî hejmara mirî û zirara wan nehatiye dayîn.