Aktîvîsta Tûnisî: Demokrasî deriyê sereke yê beşdarbûna jinan e

Aktîvîsta mafên mirovan Heyat El-Halîmî da zanîn ku demokrasiya herêmî û sîstema nenavendî li Tûnisa bi riya şaredariyan hatiye damezrandin, deriyê sereke yê beşdarbûna jinan a li jiyana giştî û siyasî ye.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Ji sala 2022'yan vir ve civaka sivîl a Tûnisê xemgîniya xwe ya li ser têkbirina prensîba wekheviya zayendî nîşan daye. Civaka sivîl diyar dike ku şertê piştgiriya hilbijartinê, jinan ji beşdariya siyasî ya di nav ferasetek civakî ku bawer dike "Jinên ku di aqil û olê de kêmasiya wan heye, nikarin bibin pêşeng", bêpar kiriye.

Çalakvanên sivîl  ji bo wekheviyeke tam û bibandor a li Tûnisê, mîsogerkirina wekheviya horizontî û vertîkal û ji nûve entegrekirina jinan a di jiyana giştî û siyasî de, bê zext û kampanyayên reşkirinê, bi protesto û têkoşîna xwe berdewam in.

Ezmûna şaredariyê ya Tûnisê ya sala 2018'an, li ser bingeha wekheviya horizontal û vertîkal gaveke yekem bû ber bi avakirina demokrasiya herêmî ya xwestî ve, ya bi riya sîstemeke rêveberiyê ya nû ji bo birêvebirina karûbarên herêmî li ser bingeha nenavendî û demokrasiyê. Lê ev xewn, bi hilbijartinên parlemanî yên dawî re piştî guhertina zagona hilbijartinê û sepandina sîstemeke namzatiya takekasî li ser bingeha pejirandinê, zû ji holê rabû. Gelo ev yek ezmûna encumena herêmî li Tûnisê xera kir?

Li Tûnisê destkeftiyên jinan di şaredariyan de kêm bûne

Aktîvîsta civaka sivîl Heyat El-Halîmî li ser vê yekê da zanîn ku kêmbûna destkeftiyên jinan li Tûnisê, bûye mijarek berbiçav ku bi beşdariya jinan a di jiyana giştî û siyasî de û bi taybetî bi rêveberiya herêmî ve girêdayî ye. Heyat El-Halîmî wiha dest bi gotinên xwe kir: "Zagona hilbijartinê ji prensîba wekheviya horizontal û vertîkal paşve çûye, ku bi saya wê jinên Tûnisê beriya 2019'an ji sedî 47 hebûna jinan di encumenên şaredariyên hilbijartî de bi dest xistine. Qanûna Rêveberiyên Herêmî gelek beşên cemidî dihewîne ku berê gelek destkeftî didan jinan. Di nav wan beşan de komîteyên şaredariyê, Wekhevî û Derfetên Wekhev û Demokrasiya Beşdar û Rêveberiya Vekirî hene. 350 şaredariyên ku jinan tê de cihê şaredar an cîgira şaredar digirtin, êdî tunene.

Pirsên li ser nehiştina rolên jinan di şaredariyan de

Heyat El-Halîmî destnîşan kir ku divê ev destkeftî werin pêşxistin û baştirkirin, ne ku werin terikandin û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Axaftina li ser demokrasiya herêmî tenê bi prensîba rêveberiya azad a şaredariyan, beşdariya jinan û planên pêşkeftinê yên ku beşdar in û jin bi kêmî ve ji sedî 30 tê de pêk tînin, dê çêbibe. Erka me ye ku em destkeftiyên jinan biparêzin û pêş bixin, ne ku em jê paşve gav bavêjin û biryar û qanûnên ku mafên me diparêzin bicemidînin. Em ê heta kengî bê şaredarî bijîn? Jin dê heta kengî ji demokrasiya nêzîkbûnê û xizmetên ku meclîsên şaredariyan dikarin pêşkêş bikin, dûr bimînin? Ji mafên ku berê bi riya wekheviyê û beşdariya wan a bi bandor di rêveberiyên herêmî de dihatin bidestxistin.

Demokrasiya herêmî ya bi riya şaredariyan

Heyat El-Halîmî derbarê demokrasiya herêmî ya bi riya şaredariyan de wiha axivî: "Em behsa şaredariyên ku xwedî rêveberiya azad û serxwebûna darayî û îdarî ne dikin. Şaredariyên ku dikarin pêşketinê biafirînin û welatiyan di hilbijartina pêşîniyan û plansazkirina veberhênana şaredarî û herêmî de beşdar bikin. Dema ku em dest ji rêveberiya azad berdin, biryar vedigere navendê, ne welatiyê ku beşdarî encumena şaredariyê dibe, planên wê pêş dixe û gavan davêje. Ji ber ku ew derbarê herêm û cihê xwe de herî zêde zana ne û pêşîniyên wê ji desthilata navendî çêtir fam dikin."

Demokrasiya beşdar bi beşdarbûna welatiyan diyar dibe

Heyat El-Helîmî bal kişand ser demokrasiya beşdar ku tê de welatî biryarder in û wiha berdewam kir: "Dema ku em behsa welatiyan dikin ku biryaran didin, mebesta me rêjeyek mezin ji jinan e ku biryaran didin û rol û beşdariya wan ne kêmtirî ji sedî 30 ye. Ji ber vê em pabendî nenavendî û Zagona Civakên Herêmî ne. Ji ber ku ew zayendî ye û nêzîkatiyek zayendî ya jinan vedihewîne ku jinan di biryardanê û demokrasiya nêzîkbûnê de beşdar dike."

Hebûna jinan di sîstema nenavendî de

Heyat El-Halîmî derbarê hebûna jinan a di sîstema nenavendî de axivî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dema ku em behsa pêşketinê dikin, em behsa çand, veguhestin, tenduristî, perwerde û gihîştina xizmetên herêmî û projeyên avahîkirî dikin. Ev di Zagona Desthilatên Herêmî de hatiye destnîşankirin û divê were pabendkirin û destûr neyê dayîn ku were berovajîkirin. Ev yek dê ji jinan re cîh peyda bike ku bi rêya encumenên şaredariyê biryaran bidin û wek dengdêr, welatî û bacgir beşdar bibin. Ev jî tê wateya demokrasiya herêmî. Bi ti awayî, ji Zagona Desthilatên Herêmî paşve gav nayê avêtin, ku nenavendîbûnê wek pîvanek girîng diparêze û pratîkkirina demokrasiya herêmî gengaz dike."