Li dijî tundiya mêr-dewletê berxwedana bi salan: Mexmûr
Têkoşîn û berxwedana jinên wargeha penaberan a Mexmûrê penaberî, zehmetî û hemu sînorên li pêşiya jinan derbas kir û hêviya jiyanê ava kir.
BERJÎN KARA
Mexmûr – Li her derê cîhanê jin rastî bêmafiyê tên. Tên qetilkirin, hebûna wan tine tê hesibandin, rastî her cure êrişî tên, warên wan tên talankirin û bi koçberiyê ye rû bi rû têne hiştin.
Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê jî bi heman şêweyî, ev 30 salin li koçberiyê têkoşîna jiyanê didin. Xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di sala 1994’an de ji ber êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ji warên xwe koçber bûn. Ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Bi hemu cûre zehmetî û êrişan re rû bi rû hatin. Taybet jî jinên wargehê. Yên ku herî zêde ji koçberiyê bandor buyîn ew bûn û yên ku herî zêde jî têkoşînek mezin dayîn ew bûn. Ne zorî, ne zehmetî, ne êriş, ne talan û wêran îradeya wan lewaz nekir ango hêrsa wan a têkoşîna hîn mezintir kir.
30 sal in berxwedan didome
Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê, ji ber penaberiya ku têre derbas bûne, zehmetiyên ku kişandine hêviya wan kêm bû. Lê bi avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û pêşengiya jinê ya şoreşê, jinên Mexmûrê hêz girtin. Bi wê hêz û îradeyê re ev 30 salin li hember penaberî, zehmetî, sîstema desthilatdar, dijminê gelê Kurd û zîhniyeta mêr a serdest têkoşînek bê hempa dimeşînin. Li penaberiyê jî jiyan avakirin, têkoşîna mezin kirin û li hember hemu astengiyan rawestiyan. Di nava wê têkoşînê de jî hêza wan a herî mezin Rêberê wan bû. Wan di penaberiyê de hemu êş û zehmetiyên xwe dan aliyekî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin esas û egera bingehîn a jiyana xwe.
Darbeyek mezin li zîhniyeta paşverû ya mêr didin
Van her du salên dawî de jî wek jinên wargeha penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li hember her cure bêmafî, êriş, qirkirin, ambargo, rêgirî û zîhniyeta paşverû têkoşîn meşandin. Bi meş, daxuyanî, semîner û çalakiyên cûr bi cûr têkoşîna jinê ya azadiyê dan pêş û daxwaza mafê xwe kirin. Herwiha bi perwerdeyan jî ji bo xwe pêşxistinê hertim li pêş bûn, jinan hem ji bo aboriya xwe hem jî ji bo rêxistinbûna xwe dinava van du salan de perwerdeyên cûr bi cûr dîtin. Bi bîranînên cangoriyên tevgera jinê, soza meşandina têkoşîna wan dubare kirin, rojên taybet bi keda xwe xemilandin û pîroz kirin. Di her qadê de çalakiyên herî bi bandor jî çalakiyên jinan ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bû. Yekane daxwaza wan hertim azadiya fîzîkî ya Rêberê wan bû û li pêşiya hertiştî bû, ango egera jiyana wan bû. Li dijî zîhniyeta paşverû ya mêr têkoşîn kirin, herçiqas bi zehmetiyan re rû bi rû tên jî, ger îro lê temaşe bikî, jin di her qadê de pêşengtiyê dikin. Bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî her cure êrişên ser jinê radiwestin û di têkoşîna azadiyê de darbeyek mezin li zîhniyeta paşverû ya mêr didin.