Aktîvîsta Mexribî: Zagon parastina zarokan nake
Aktivîsta mafê jinan Sana Zaîmî diyarkir ku cezayên ji bersûcên êrîşên zayendî re tê dayîn hindik in û got ku zagon parastina zarokan nake.

RECA XEYRAT
Mexrib – Li Mexribê nîqaşên ser biryarên dadgehê yên derbarê destdirêjiya li dijî zarokan û tundiya zayandî de didome. Parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên mafê jinan, diyardikin ku cezayên ji bersûcên êrîşên zayendî yê li dijî zarokan tên dayîn hindikin, kêmaniya darazê ya di mijara parastina zarokan de rexne kirin.
Li Mexribê doza sê mêrên ku destdirêjiya zayendî li zaroka astengdara mejî ya 12 salî kirine di 19’ê sibatê de bi encam bû. Li bersûcê yekem ku 70 sali ye, 10 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Li bersûcê dûyem ku 64 salî ye 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Li bersûcê sêyem ku 74 salî ye 8 sala cezayê girtîgehê lê hate birîn û di encama testa DNA de, hate îsbat kirin ku ew e bavê biyolojîk yê zaroka keça mexdûr e.
Rêxistinên mafê mirovan bertekên tund nîşan dan û diyarkirin ku cezayê hatiye dayîn hindike.
Ji aktivîstan bertek: Zagon zarokan naparêzin
Aktivîsta mafê jinan Sana Zaîmî diyarkir ku cezayên hatine dayîn hindik e û ev tişt got: “Ev biryar ne tenê dozek şexsiye. Divê em ji bîr nekin, di heman rojê de bûyerek din ya destdirêjiyê ser zarokek din ya 13 salî dû canî maye li dadgehê hate dîtin. Ev rewş nîşan dide ku li Mexribê êrîşên zayendî li dijî zarokan zêde bûye. Zagonên ku hene zarokan naparêzin. Divê rayedar demildest reformên zagonî bikin û sererastkirinên ku mafê zarokan diparêzin bînin.”
Di sûcên zayendî de pêkanîna ‘sedemên sivik’ tê rexnekirin
Sana Zaîmî da zanîn ku li Mexribê ‘sûcûn pedofilî zêde bûne’ rayedar di van cûreyên dozan de ji ber ceza nadin, sûc zêde bûne û wiha got: “Êrîşa zayendî li dijî zarokekê, travmayên fîzîkî û derûnî bi xwe re ava dike. Lê belê dadgeh, cezayên bersûcan hindik dikin. Ev biryar cesaretê dide bersûcan ev yek jî zarokên me dixe nava xeteriyek mezintir. Dadgeh di sûcên êrîşên zayendî de têgînên weke‘ êrîşkirin’ yan jî ‘hikumkirin’ bi kartîne û cezayên bersûcan hindik dike. Rizaya vê zarokê heye yan na divê neyê nîqaşkirin. Ev bûyerên wisa ne tenê êrîşa zayendî ye, çalakiyek ya tundiya li dijî zarokan e. Pergala darazê divê dawî li rewakirina tundiya zayendî bîne û li gel mexdûran be.”
Nenaskirina bavê biyolojîk ya nasnameya zarok û astengiyên hiqûqî, Sana Zaîmî destnîşan kir ku divê cezayên derbarê kesên di êrîşên zayendî li hember zarokan de cih girtine bibe 30 sal û wiha dom kir: “Di encama dozê de derket holê ku zaroka keç a mexdûr, ji aliyê bavê wê ve nehatiye nasîn. Zagonên Mexribê, zarokên ku ji derveyî zewacê tên dinyayê girtina paşnavê bav zor dike û ev rewş mexdûran hê zêdetir mexdûr dike. Tevî ku bi testa DNA bav tê îsbatkirin, pêvajoyên zagonî ji bo bav zarok nas bike zor dike. Ev zarok tevî ku bavê wê yê biyolojîk diyare, bi zagonî paşnavê bavê xwe nagre. Dayîk ji bo zarokên wan paşnav bigrin neçar dibin bi bersûcan re li hevbikin, heta di hinek dozan de zextê dikin ku dest ji giliyên xwe berdin. Divê ji bo zarok bavê xwe nas bikin, testên DNA weke bingehê hiqûqî were qebulkirin.”
Kêmaniya parastina civakê û mekanîzmayên destekê
Sana Zaîmî anî ziman ku ji bo li Mexribê zarokên astengdar werin parastin mekanîzmayên civakê ên têrker nîne û wiha got: “Ev zarok ji aliyê kî ve tên parastin? Wê malbat tenê hemû berpirsyartiyê hilgire? Dewlet ji bo van zarokan biparêzin ma navendek taybet ku ava kirine hene? Na nîne, zarokên me terkî qedera wan tên kirin. Rêxistinên mafê mirovan ya li Mexribê, daxwaz dikin ku hikumet polîtîkayên xwe yên parastina zarokan bihêztir bikin.”
Ji komeleyên mafê jinan daxuyanî
Komeleya Mafê jinan ya Mexribê, daxuyaniyek ku têde tê diyarkirin ku cezayên ku dadgeh didin kêm in û bê edalet in weşand û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev ceza li beramberî sûcên zayendî ne têrker in. Divê di qanûnên cezayê de herî kêm 20 sal cezayê girtîgehê bê dayîna bersûcan. Lê belê dadgeh vê yekê ji nedîtî ve tê û cezayên bersûcan kêm dike.”
Komaleyê madeya 6, 7 û 8 yên di peymana mafê zarokan de bi bîrxist û dan zanîn ku divê hikumeta Mexribê li gorî standartên mafê mirovan yên navnetewî tevbigerin.
Ji bo mafê zarokan banga edaletê
Komeleyê da zanîn ku li Mexribê ev doz kêmaniya zagonên derbarê êrîşên zayendî li dijî zarokan û dadgeh biryarên ku li cihê li gel mexdûr bin bersûc diparêzin raxist ber çavan.
Parêzavnên mafê mirovan û rêxistinên mafê jinan, ji bo bersûcên êrîşên zayendî cezayên herî giran bigrin, parastina zarokan û destekdayîna lêgerîna edaletê ya mexdûran bang li hikumeta Mexrib û pergala darazê kirin.