TJA bi gotinên ‘Dê ev sal bibe sala azadiyê’ 8’ê Adarê pêşwazî dike
TJA’yê starta 8’ê Adarê da û di çarçoveya çalakiyan de dê li tax û fabrîkayan hevdîtin bi jinan re çêbibin. Endama TJA’yê Ozlem Başari sala 2025’an bi gotinên “Ev sal dê bibe sala azadiyê” nirxand û got: “Em bi hêza xwe ya xweser li qadan in.”

Amed – Li her derê cîhanê jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin, li Kurdistanê jî jin careke din dê bi gotina “azadî” derbikevin kolanan. Di sedsala 21’emîn de ya ku têkoşîna jinan cîhanî bûye û jinên Rojhilata Navîn pêşengî ji vê têkoşînê re dikin; jin bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” xwe bi rêxistin dikin, li dijî pergalên bi desthilatdariya mêr, têkoşîna nasname û azadiyê didomînin.
Di sala 1857’an de piştî ku di fabrîkayeke li New Yorkê de jinên ji bo mercên baş ên xebatê ketibûn gravê, bi agirberdana fabrîkayê, hatin şewitandin; têkoşîna jinan her sal diçe mezintir dibe. Di sedsala 21’ê de bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji Kurdistan, heta Hindistanê, ji Fransayê heta Emerîkayê, ji çar aliyên cîhanê, jin bawerî û berxwedana xwe mezin dikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî starta 8’ê Adarê duh li Midyada Mêrdînê da. Starta çalakiyên ku dê bi şiara “Em li dijî qirkirina jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” ji bo bîranîna rojnamger Cîhan Bîlgîn a ku di êrîşa SÎHA’yê ya li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da, li Midyadê hat dayîn.
Endama TJA’yê Ozlem Başari, li ser girîngiya roja 8’ê Adarê û çalakiyên ku di çarçoveya wê de werin kirin ji ajansa me re nirxand.
Ozlem Başari bal kişand ser êrîşên sîstematîk ên bi salan e li dijî jinên Kurd tên kirin û diyar kir ku jin bi biryardarî li dijî van êrîşan têdikoşin. Ozlem Başari got: “Sedema zêdebûna sûcên li dijî jinan, feraseta pergala mêr a serdest e. Destpêkê divê ev feraset biguhere. Têkoşîna me zor jî be, em bawer dikin ku dê encam xweş be.”
Ozlem Başari bi gotinên “Li New Yorkê meşaleya serhildanê ya jinan vêxist, îro di destên jinên Rojhilata Navîn de bilind dibe” got ku dê ev meşale dest bi dest bigere û bilind bibe.
‘Dê îsal bibe sala azadiyê’
Ozlem Başari got ku wan sala 2025’an weke “Sala azadiyê” îlan kirine û wiha domand: “Li her derê cîhanê jin tune tên dîtin îcar li Kurdistanê ev rewş dijwartir e. Em li vê derê hem ji bo nasnameya xwe, hem jî ji bo azadiya xwe têdikoşin. Li Kurdistanê jin, hem di warê aborî, civakî hem jî darazê de pirsgirêkên cidî dijîn. Jin bi xizaniyê re têdikoşin, rastî şîdet û kuştinê tên. Hemû barê jiyanê li ser milên jinan e. Tevî vê jî xwedî gotin nîn in. Tevî van tiştên em dijîn jî em îsal ‘sala azadiyê’ dibînin û ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin.”
‘Em ê li fabrîka û gundan bi jinan re werin ba hev’
Ozlem Başari da zanîn ku ew ê heta 8’ê Adarê li qadan bin û bi jinan re çalakiyên cuda li dar bixin û wiha got: “Bi baweriya xwe ya girîngiya azadiya civakî, em ê şahiyên jinan, hevdîtinên jinan, perwerdeyên ji bo şiyarkirina jinan, xebatên zanîna zayenda xwe li dar bixin. Ji bo me pêvajoyeke bi coş û heyecan dest pê kiriye. Em ê bi jinên li gundan, li taxan û li fabrîkayan re werin ba hev.”
‘Em bi coş û heyecan in’
Ozlem Başari bang li hemû jinan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îsal me xebatên 8’ê Adarê zû deset pê kir. Em ji niha ve pir bi heyecan in. Bi vê heyecanê me dest bi xebatan kir. Me bernameyek amade kir, em ê her roj bi jinan re bin. Em bi coş û heyecan in. Em bang li hemû jinên bajar dikin ku coşa me parve bikin, em wan vedixwîn xebatên heta roja 8’ê Adarê werin kirin û mitînga fînalê.”