Aktîvîsta Mexribî li dijî tundî û cudakariyê banga hevgirtinê kir

Aktîvîsta mafên mirovan Xedîca El-Zexnînî salvegera sêyemîn a kuştina Jîna Emînî ne tenê weke kêliyek ji bo hizirkirina li ser trajediyê, wek derfetek ji bo xurtkirina hevgirtina jinan li dijî cudakarî û tundiyê nirxand.

HENAN HARÎT

Mexrib – Sêyemîn salvegera kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê "polîsên exlaq" ve ye. Li paytexta Îran Tehranê di sala 2022'an de Jîna Emînî bi hinceta ku porê xwe baş negirtiye hat binçavkirin û ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Piştîserhildaneke bêhempa ya jinan vê bûyerê deng veda, bû semboleke cîhanî ya azadî û biryardariya jinan. Piştî 3 salan ev doz hê jî bîranînek zindî ya awayên wesayetê ye ku hê jî li herêmê li ser jinan tê sepandin.

Kuştina Jîna Emînî bûyerek ji rêzê nîn e

Çalakvana mafên mirovan a Mexribî Xedîca El-Zexnînî got ku kuştina Jîna Emînî di warê mafên mirovan de bûye sedema şokê, ji ber ku ne li ser keçek bi tena serê xwe bûye, bûyereke dubare bi awayên cûrbecûr di civakan de bûye ku wesayet li ser beden, biryar û hilbijartinên jiyanê yên jinan tê sepandin. Xedîca El-Zexnînî bi van pirsan dest bi gotinên xwe kir: "Çima beden û hilbijartinên kesane yên jinan weke cil û berg, şêwazê jiyanê û heta dîmenê wan di civakên me de hê jî mijara nîqaş û nakokiyan in? Ev hilbijartinên takekesî çawa dikarin bibin mijarên ku dibin mijara kontrola civakî û destwerdana bi zorê?

'Bedena jinê wek milkê wê nayê dîtin'

Xedîca El-Zexnînî got ku piraniya civakên Ereb bedena jinan weke milkê wê nabînin lê weke berpirsiyariyeke hevpar di navbera malbat, civak û heta desthilatdariya exlaqî de dibînin. Xedîca wiha berdewamî da gotinên xwe: "Li hinek welatan sînorên tund li ser jinan tên ferzkirin ku diyar dikin ka divê ew çawa di raya giştî de xuya bikin. Ev sînorkirin bi argumanên olî, exlaqî yan jî bi navê berjewendiyên giştî tên rewakirin. Bi nêrîna min ev bi rastî, bi mantiq û mafên bingehîn ên jinan re bi nakok e."

'Salvegera serhildanê derfetek e ji bo xurtkirina hevgirtina femînîst e'

Xedîce El-Zegnînî destnîşan kir ku ev salveger divê ne tenê ji bo hevxemiyê were bibîranîn, weke derfetek ji bo xurtkirina hevgirtina femînîst a navneteweyî were bibîranîn. Xedîca wiha pêl da gotinên xwe: "Tiştê ku bi serê Jîna Emînî de hat divê ji bo me hemûyan peyamek be û hevgirtina di navbera me de weke jin bi sînorên erdnîgarî ve sînordar nîn e. Em li Mexribê beşek ji herêmê ne û cudakarî, tundî û înkarkirina xweseriyê ku jin li vir û wir dijîn rastiyeke hevpar nîşan dide. Hevgirtina bi doza Jîna Emînî re ji kêliyek sembolîk wêdetir e û digihîje avakirina tevgereke jinan a domdar."

'Divê cil û bergên jinan nebin mijarên sansurê'

Xedîca El-Zexnînî diyar kir ku divê cil û bergên jinan nebin mijarên sansurê û got: "Erka me ew e ku em diyar bikin azadiya jinan ji bo hilbijartina cil û berg an şêwaza jiyana xwe divê nebe mijara sansur an wesayetê. Jin hebûnên xwedî mafên tevahî ne û civak bêyî wan nikare bi pêş bikeve. Ji ber vê şerê me yê bingehîn li dijî wesayetê û hemû cureyên sînorên ku li herêma me li ser jinan tên ferzkirin e."

'Piştgirî bê avakirina hevkariyê û danûstandina ezmûnan temam nabe'

Xedîca El-Zexnînî bawer dike ku ev şert û merc pêwistiya lezgîn a xurtkirina hevgirtina jinan nîşan didin û divê balê bikşînin ser bihêzkirina siyasî, aborî û civakî ya jinan. Xedîca El-Zexnînî wiha berdewamî da gotinên xwe: "Em hewceyî temînata zagonan, derfetên perwerdeyê ne û pêwistiya me bi têkoşîna li dijî tundiyê û cudakariyê heye. Her wiha guhertina sînorên ku di çanda me de kûr mane. Piştgirî bê avakirina hevkariyên rastîn û danûstandina ezmûnan temam nabe. Em dikarin platform û qadên dîjîtal ên hevpar ji bo ragihandinê biafirînin û atolyeyan organîze bikin ji bo jinan teşwîq bikin ku ezmûn û zanînê biguherînin. Di heman demê de girîng e, bi riya dabînkirina piştgiriya darayî û teknîkî ji van toran re, piştgiriya însiyatîfên şêwirmendiyê di navbera jinên xwedî ezmûn û jinên ciwan ên nû de were kirin.”

'Bê beşdariya jinan civak dê nikaribe ronesans û pêşketina domdar bi dest bixe'

Xedîca El-Zexnînî tekez kir ku guhertin tenê ger mêr û ciwan beşdar bibin dê çêbibe. Divê pirsgirêkên jinan tenê bi jinan re sînordar neminin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dema ku mêr tevlî vê têkoşînê dibin, piştgirî xurtir dibe û derfetên guhertinê zêde dibin. Çiqas îradeya me zêdetir be û em hewldanên xwe di asta herêmî de bêhtir bikin yek, em dikarin encamên berbiçav bi dest bixin. Hewcedarî bi avakirina derfetên mezintir ji bo jinan heye ji bo werin bazara kar. Divê jin di hemû warên jiyanî de werin hişyarkirin, ji ber ew nîvê civakê ne û bêyî beşdariya jinan, civak dê nikaribe ronesans û pêşketina domdar pêk bîne."