Aktîvîsta femînîst Jawhara Khanfees di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da

Tîmên tenduristiyê eşkere kirin ku aktîvîsta femînîst Jawhara Khanfees di encama hedefgiritina erebeya wê de jiyana xwe jidest da.

Xeza - Di 7'ê Hezîranê de aktîvîsta femînîst Jawhara Khneifis ya 28 salî li nêzîkî deriyê bajarê Şefa Amro li herêma Celîlê hat qetilkirin, li gor zanyariyên yekîneyên tenduristî Jawhara Khneifis di encama teqînekê ku erebeya wê hedef hat girtin de jiyana xwe jidest da.

Li gorî lêkolînên destpêkê yên hêzên ewlehiyê yên Celîlê de derket holê ku aktîvîsta femînîst Jawhara Khneifis, rasterast hatiye hedef girtin. Her wiha hin jêderên çapemeniyê diyar kirin ku polîs li ser gumana ku destê yek ji xizmên jawharaa khneifis di qetilkirina wê de heye, ji ber çalakî û xebatên wê yên femînîstî, di heman demê de malbatê bi awayekî fermî  tu gilî derbarê vî sûcî de nekirine. Her wiha hate ragihandin ku di 8'ê Hezîranê de xizm û mirovên aktîvîst jawhara khneifis li mala wê kombûn û ev bûyer şermezarkirin.

"Tundiya li dijî jinê pêşketina civakê asteng dike"

Aktîvîsta femînîst Jawhara Khanfees berê di hevpeyvînênek xwe yên çapemeniyê de wiha gotibû: " diyardeya tundî yek ji wan diyardeyên neyinî ye ku di encama bê ewlehiya civaka me ya erebî de jin pêre rûbirû dibin, her wiha tundiya li dijî jinê pêşketina me di hemû warên jiyanê de asteng dike û cureyekî ji fikar, tirs û bêbaweriya di nav civaka Filistînê de çêdike."

Her wiha îro şaredariya Şefa Amro bi daxuyaniyekê bûyera trajîk a ku erebeya aktîvîsta femînîst Jawhara Khanfees hedef girtin û bû sedem ku jiyana xwe jidest bide şermezar kirn.

Di salên dewiyê de li Filistînê 48 bûyerên qetilkirinê qewimîn

Ev bûyera hov ku bû sedem ku aktvîsta femînîst Jawhara Khanfees jiyana xwe jidest bide dikeve nava tewanên tundiya li dijî jinê ku li bajarên Filistînê di salên dawiyê de nêzî 48 bûyer qewimîn û di sala 2022'an de rêjeya qetilkikirinê gihişt 32'an